Jiyana di bin bombebaranê de

Ciwanên gundê ku dikeve navbera sînorê Raco û Bilbilê de li ber xwe didin. Kesên yixtiyar  jî tevî hemû êrîşên 20 rojan jî dev ji gundên xwe bernadin.

Tîma ANF’ê ku piştî derbasî Raco, Bilbilê û gundên li derdora Girê Kevîrê Ker  bûn û vegeriyan Efrînê bi gundiyan re axivîn.

DEMA JI RACO DERDIKEVIN

Dema ku em gihiştin navenda Racoyê ajokarê wesayîta me bi gotina ‘xwe bigrin’ û dîsa pê li gaza wesayîtê dikir. Derketina me ya ji navenda Racoyê tenê 2 deqîqeyan derbas kir. Tiştên ku me di nava van 2 deqeyan de dît mirov bawer nake.

Mal û dikanên li ser rêya giştî hemû bûbûn hedef. Li vir avahiyekî saxlem nemabû û hê jî topbarana herêmê didome. Ajokarê wesayîta me digot tenê îro 17 hawan û top li navenda Raco ketine. Dema ku em ji Racoyê derdiketin bêguman rewşa jiyana sivîlan dihate bîra me û em ji jiyana sivîlan gelek bifikar bûn.

JI GUNDÊN XWE DERNEKETÎBÛN

Berê me li gundê sînor bû, a dikeve navbera Raco û Bilbilê de. Bombebarana li wir ji ya naveda Raco zêdetir bû. Dema ku me bihîst sivîl li wir in û di nava van êrîşan de jiyana xwe didomînin, me xwest em rewşa wan bizanin û çima tevî van êrîşan ji gundê xwe dernakevin û me xwest em vêya ji wan bibihîsin.

DIXWESTIN CÎHAN WAN BIBÎNE

Piştî rêwîtiya 20 deqîqeyan em gihistin gundê sînor ê ku dikeve navbera Raco û Bilbilê de. Beriya gund 2 kesên ku temenê wan 60 salî nobet digirtin. Tevî van êrîşên hovane jî rûken bûn û bi kenekî germ pirsa nasnameyên me kirin.

Armanca herduyan jî yek bû. Ji bo parastina gundên xwe ji êrîşên leşkerên Tirk û çeteyên wê bi dilekî rihet nobet digirtin. Dema ku kamerayên di destê me de dîtin pir keyfxweş bûn. Ev keyfxweşiya ku me dîti beriya niha li cihekî din ya Efînê me ne dîtibû.

Di van rojan de mirovên ku li Efrînê û derdora wê dijîn dema ku di destê we de kamerayan dibîne dixwazin biaixvin û hestên xwe par ve bikin. Dixwazin bibêjin niha binêrin hemû kes li dijî hovitiya Tirk çawe li ber xwe didin, vêya ji hemû cîhanê re bidin nîşandan ku çawe parastina mirovahiyê dikin. Zarokên biçûk ku ji kamerayên me re axivîn jî armanca êrîşên dewleta Tirk dizanin.

ZAROK GIR, BI XWE JÎ GUND DIPARÊZIN

Mecîd 60 salî ye. Beriya ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Efrînê bikin jiyaneke aram û bi zarokên xwe re dijîn. Bi dahata darên zeytûnan û baxên tirî li gundê xwe keyfxweş bû.

Bi êrîşê re tevî herdu zarokên xwe çek rakirin û berê xwe dan Girê Kevirê Ker ya Reco cihê berxwedanê. Mecîd bi rêhevalên weke xwe bi temen re dest bi parastina gundê xwe kir. Dema ku em li mecîd guhdar dikin, bawerî û biryardariya wî bi awayekî zelal diyar dibe.

TI CARÎ EM WARÊ XWE NAHÊLÎN

“Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe axa xwe bernedin’ Mecîd bi vê gotinê dest bi axaftinê kir û wiha domand; “Çi mafê vî zalim û kafirî heye.”

Mecîd got girê ku herdu lawê min lê ne ev 20 roj in nekarîne bigrin û wiha domand; “Dîktarorê Tirk Erdogan tenê êrîşî YPG û YPJ’ê nake. Êrîşî me hemûyan dike, jin, kal, zarok û heta êrîşî lawirên me û xwezaya me dike. Şer didome lê serketin wê ya me be. Em ê xaka xwe nehêlin ji dijmin re. Bila dijmin vî fikrî ji aqilê xwe derxîne. Eger ku di nava me de mirovên zeyîf jî hebin bila vî fikrî ji nava aqilê xwe derxînin.

Temênê min 60 sal e, hê li ser karê xwe me. Ger ez bimrim jî li ser xaka xwe ez ê bibim şehîd. Ti deman ez naçim cihek din. Li kûderê Kurdekî bi namûs û şeref hebe bila canê wî sax be. 3 qîzên min jî di eniya berxwedanê de ne. Em ti caran ne Efrîn û ne jî zeytûnên xwe dihêlin.”

BI DIJMINATIYA KURD RE MA BIRATÎ ÇÊDIBE?

Bekîr jî di temenê 68 salî de ye û wiha dibêje; “Eger dijmin derbasî van deran bibe wê ne bêje ev kal e,jin e, zarok yan jî ciwan e. Ez 100 salî jî bim ev ne xem e ji bo wan. Dijmin hertim dijminê me ye. Ti deman jî ji Kurdan re nabe dost.” Bekîr bi gotina dibêjin ‘Em naxwazin zirarê bidin Kurdan, em bira ne” qala desthilatdariya Tirk kir û wiha domand; “Ka li kuye biratî, ma ne şerm e ew birayên me bin? Ev peyva biratî ji kokê ve em qebûl nakin. Ji dîrokê ve heta roja me ya îro ev dijimê Kurdan in. Ti deman jî em ji wan re serî natewînin.”

HEMÛ CIWAN LI ENIYA ŞER IN

Piştî xwatirxwestina bi Mecîd û Bekîr me berê xwe da navenda gund. Tevî bombardûma 3 hefteyan jî jiyana li gund didome. Tevî rewşa xweş a hewayê jî welatiyên gund li qad, malên xwe rûniştine û gotûbêjan dikin. Li gund ti ciwanekî nine. Dema ku me pirsa ciwanan kir gotin ku hemû li eniya pêşin û bi gotina ‘Dema Seferberiyê’ bi ciwanan re em serbilind in.

HEMÛ FERDÊN MALBATÊ DI NAVA BERXWEDANÊ DE NE

Piştî silavdayîna wealtiyên li dikanê rûniştin me dest bi rêwitiya xwe kir. Tabloya ku me li vir dîtî ji cihên din ne cudatir bû. Kalê pîr dikana xwe vekirye bi bira û zarokê xwe re rûniştiye û wiha got; “Temaşe bikin ez li vir bi bira û zarokê xwe re amade me. Em hemû welatiyên vir in û sivîl in. Em ne leşker in, em sivîl in lê me hemûyan rahiştiye çekê û em li ber xwe didin. Bila destpêkê werin cenazeyên xwe yên li ser gir bibin. Em li virin û em ê li ber xwe bidin. Serketin wê ya me be. Erdogan wê li ser van xakan winda bibe. Ev 20 roje êrîş dike. Em amadene ku 20 salan jî li ber xwe bidin.”

Bi derketina gund re em rastî meleyê gund hatin. Ew jî weke hemû welatiyên gund heman peyamê dide. Mela got bi saya şervanên QSD, YPG û YPJ’ê ew li gundin û ji wan re duayan dike.

DÎSA BALAFIR DIBE SEDEMÊ MIRINAN

Di dema vegerê de jî em di heman rê yê de hatin. Navenda Racoyê bê navber bi hawanan dihate bombekirin. Ji dû tenê me temaşe dikir û mirov digot bajarokeke ku di şerê cîhanê yê duyemîn de bi balafiran tê xistin.

Raco ya ku bi sedan sal in Ermenî, Kurd û Ereb bi hevre lê dijin li pêş çavên me dişewitî.

Şeva ku em gihiştin navenda Efrînê, me dest bi nivîsandina tiştên bûyî kir û di heman şevê de dewleta Tirk carekî din bi Rûsyayê re li hev kirîbû û careke din Efrînê bombebaran dikir. Vê carê navend jî kir hedef. Me navber da nivîsê lê em dibêjin ‘Bi tekez em ê bibêjin’.