Cenazeyê 14 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Welatiyên Efrînê 14 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet spartin axê.

Gelê Efrînê cenazeyên 14 şervanên YPG/YPJ’ê yên ku di encama berxwedana li hember êrîşên dagirkeriyê jiyana xwe ji dest dan, ji nexweşxaneya Avrînê girtin. Di nav girseyê de rêveberên Kantonê û nûnerên saziyan jî hebûn.

Merasîma şehîdan li qada li gel Goristana Şehîd Avesta Xabur pêk hat. Di merasîmê de endama Saziya Malbatên Şehîdan Sezye Îbrahîm axivî û got: “Berxwedana lehengên me rêya me ronî dike. Lê eZ bang li saziyên navnetewî dikim. Bi bêdengiya xwe ya li hember dagirkeran hûn dibin şirîkên wan. Dev ji vê hevkariyê berdin.”

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso jî tevlî merasîmê bû. Ayşe Hiso destnîşan kir ku li hember êrîşên dagirker ên dewleta Tirk 'Berxwedana Serdemê' tê dayîn û got: “Em berxwedana YPG/YPJ’ê ya li hember dagirkerên Tirk û çeteyên pê ve girêdayî silav dikin. Şehîdên me ji bo ku mirovên sivîl biparêzin jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk jin, zarok jî di nav de sivîlan dikuje û qirkirinê pêk tîne. Em ji şehîdan re sond dixwum ku em ê bi vîna xwe van êrîşan pûç bikin.”