Fermandara YPJ’ê: Tola her sivîlî, her hevrêyê me wê were standin

Fermandara YPJ’ê ya Efrînê Zozan Kobanê ku Berxwedana Serdemê nirxandî got têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê wê li Efrînê bi Erdogan jî bidin jiyîn û ev soza tolhildanê da gelê Efrînê: ‘’Em ê tola her sivîl û hevrêyê xwe yê ku hatî kuştin hilînin.’’

Hewldana dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê yê ji bermahiya DAÎŞ û El Nûsra û li dijî vê Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG-YPJ’ê di roja 22’yan de didome. Fermandara YPJ’ê  ya Efrînê Zozan Kobanê Berxwedana Serdemê ji ANF’ê re nirxand diyar kir ku dewleta Tirk li bara berxwedana şervanan nikare bi pêş ve biçe, sivîlan dikuje û got, ‘’Em sond dixwin ku tola her sivîlî û hevrêyên xwe hilînin.’’

Fermandara YPJê Zozan Kobanê got hewldana dagirkeriyê dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê wê ti caran bi encam nebe û got, ‘’Di van 21 rojên çûyî de şerekî giran çêbû. Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên El Nûsra, El Qaîde, Sultan Murat û gelek komên dî li dijî gelê Efrînê û gelê Kurd şer dikin. Bi gotine dî dewleta Tirk van hêzan li dijî Kurdan dide şerkirin. Ev jî paryeçeyek ji siyasetê ya hikûmeta AKP’ê ye.’’

 ‘BI KUŞTINA SIVÎLAN DIXWAZIN ENCAMÊ BISTÎNIN’

Zozan Kobanê got dewleta Tirk bi çekên teknolojiya pêşketî jî ti encam bi dest ve neaniye, bi kuştina sivîlan dixwaze encamê bistîne û got, ‘’Dewleta Tirk û artêşa wê bi çekên pêşketî yên teknolojîk jî nikare berxwedaniya Efrînê bişkîne û di bejahiyê de bi pêş ve biçe. Li ser Efrînê çekên pir giran dişixulînin û çeteyan didin pêş, wiha dixwazin bi pêş ve biçin. Bi balafirên şer, keşfê, tang, top û çekên giran dixwazin encamê bistînin. Lê dîsa jî bi pêş ve naçin û bi kuştina sivîlan dixwazin encamê bistînin.’’

PEYAMA EFRÎNÊ: EM XWEDANÊ VAN XAKAN IN

Kobanê got gelê Efrînê dagirkeriyê qebûl nake, bi berxwedana 21 rojan ev nîşan daye û wiha domand: ‘’Dewleta Tirk bi gotina ‘li Efrînê terorîst hene’ her çendî dixwaze qalikekî ji dagirkeriya xwe re bibîne jî, gelê Efrînê, YPG, YPJ û hêzên parastina gewherî û hêzên civakî li Efrînê hene. Gel û hêzên gewherî yên gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk mafê xwe yê rewa bi kar tînin, xwe diparêzin. Gel li dijî dagirkeriyê rabûye ser piyan û li ber xwe dide. Gelê me yê leheng, jin bi şervanên YPG- YPJ’ê re mil bi mil şer li ber xwe didin. Gelê Efrînê û şervanên wê vê mesajê didine dinayê: Em Kurd in û ev der Efrîn e. Dewleta Tirk û çeteyên wê wiha bi hêsanî nikarin bikevin vir. Dewleta Tirk her çendî bixwaze gelê Efrînê bide koçberkirin jî gel dibêje em li vir in û em xwedanê van xakan in.’’

 ‘EM Ê DEWLETA TIRK JI HEV TERTÛBELAV BIKIN’

Zozan Kobanê got têkçûna li Kobanê ya DAÎŞ’ê Erdogan jî wê li Efrînê bijî û wiha domand: ‘’Di 21 rojên derbasbûyî de şervanên me yên YPG-YPJ’ê derbên pir giran li dewleta Tirk û çeteyên wan xistin. Lê dewleta Tirk a faşîst kuştî û birîndarên xwe vedişêre. Li ser çapemeniyê şerekî pir qirêjî dike. Hemû rastiyan berovajî dikin. Lê em dîsa jî derbên giran li wan dixin. Em YPJ, me çawa li Kobanê bi giyanê Arînan li ber xwe dabe, li Efrînê jî em ê bi giyanê Avesta û Barînan li ber xwe bidin û dewleta Tirk ji hev tertûbelav bikin.’’

SONDA TOLHILDANÊ JI BO GELÊ EFRÎNÊ

Kobanê herî dawî got: ‘’Em careke dî li cem gelê xwe sond dixwin ku em ê tola her sivîlê ku xwîna wan hatî rijandin, her cenazeyê hatî teşîrkirin ê şervanên YPJ’ê em ê hilînin. Divê dewleta Tirk zanibe her yek ji me wê bibe Avesta û Barîn û tola wan hilînin. Em ê tola her welatiyê xwe hilînin.’’ Kobanê bi van gotinan sonda tolhildanê da gelê Efrînê û got, ‘’Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.’’