Li Bilbilê û Raco, li du gundan şerê giran
Diyar bû ku li derdora du gundên navçeyên Raco û Bilbilê yên Kantona Efrînê şerekî giran heye.
Diyar bû ku li derdora du gundên navçeyên Raco û Bilbilê yên Kantona Efrînê şerekî giran heye.
Li gorî agahiyên berdest li gundê Qudê yê Racoyê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de şerekî dijwar heye. Tê gotin gelek windahiyên hêzên dagirkeran hene lê agahiyên berfireh nehate bidestxistin.
Li gundê Şêxorzê yê Bilbilê jî di navbera şervanên YPG’ê û hêzên Tirk de şerekî giran heye.