Li Şiyê panzêreke din a Tirkiyeyê hate îmhakirin

Li navçeya Şiyê ya Efrînê panzêreke din a artêşa Tirkiyeyê hate îmhakirin.

Têkildarî panzêra ku hatiye îmhakirin hê YPG’ê tu daxuyanî nedaye.

Li gorî îkonografiya ku ANHA’ yê amade kiriye di navbera 20 Çile-7’ê Sibatê de bi kêmanî 669 leşkerên Tirkiyeyê û çete hatine kuştin. Di nav van kesan de yên ku hatine kuştin serbaz û serçete jî hene.

Di nav heman demê de 43 tank, wesayîteke leşkerî û balefireke keşfê hate îmhakirin. 22 tank û wesayîtên leşkerî jî hatin derbkirin. Gelek wesayîtên ku hatibûn îmkirin,dîmenên wan jî hatin weşandin.