Konseya Ewlehiyê ji bo Sûriye wê agirbestê ji bo 30 rojan bixwaze

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya mirovî ya li Sûriyê li pêşnûmeya agirbesteke 30 rojî hûr dibe.

Li gorî nûçeya AFP’ê pêşnûmeya biryarê Swêdê daye. Pêşnûme daxwaz dike ku hemû dorpêç demildest rabin.

Li gorî vê, dorpêça rejîmê ya Gutaya Rojhilat jî di nav de ye. Tê gotin li vê herêmê di nav 5 rojan de 240 sivîl hatine kuştin.

Di êrîşên dewleta Tirk de yên bi ser Efrînê de jî di nav 20 rojan de 150 sivîl hatin kuştin, bi sedan sivîl birîndar bûne.

Li gel tundiya giran a ku piştî dewleta Tirk bi êrîşên dagirker re rûdayî jî, 15 endamên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê Pêrşema bihurî li ser agirbestê li hev nekiribûn.

Nûnerên saziyên cuda yên NY’yê yên Şamê Sêşemê bi daxuyaniyeke hevpar gortibûn li hemû Sûriyê bila agirbest ji bo mehekê were ragihandin.

Sefîrê Rûsyayê yên  NY’yê Vassîly Nebenzîa piştî civîna NY’yê ya Perşemê got xwestina agirbestê ya însanî ne realîst e.