Hêzên gerîla li Zap, Metîna û Heftanînê lê dan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zap, Metîna û Heftanînê gelek çalakî kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek hate îmhakirin, derb li 2 çeperan hate xistin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Heftanînê;

29'ê Hezîranê saet di 16:35'an li qada Demkayê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Metînayê;

27'ê Hezîranê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, 2 kon hatin îmhakirin.

27'ê Hezîranê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Tîrmehê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

29'ê Hezîranê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin.

29'ê Hezîranê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

30'ê Hezîranê saet di 06:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran bi çekên ferdî li hewa hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Hezîranê saet di 09:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

30'ê Hezîranê saet di 11:10 û 11:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

29'ê Hezîranê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29'ê Hezîranê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hatê xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

29'ê Hezîranê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

29'ê Hezîranê saet di 17:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

30'ê Hezîranê saet di 13:17'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

2'ê Tîrmehê saet di 06:47, 09:44, 11:30 û 19:35'an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran li dagirkrean hate xistin, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

29, 30'ê Hezîranê û 1'ê Tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 15 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

29'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

30'ê Hezîranê, 1 û 2'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qada Şehîd Şerîf, Lolan û Sinînê 4 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 2 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 10 caran, li herêma Garê qadên Deşta Kafya û Girê Zengilê 2 caran; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2'ê Tîrmehê li herêm Metînayê Qadên Bexwedanê yên Şêlazê û Serê Metînayê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."