Di 6 mehan de herî kêm 34 kolber hatin qetilkirin, 236 jî birîndar bûn

Kolbernews’ê ragihand ku di nîva destpêkê ya sala 2024’an de li sînorên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 34 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 236 jî birîndar bûn.

Kolbernewsê hejmara kolberên li sînorên Rojhilatê Kurdistanê di nava 6 mehên îsal de hatine kuştin û birîndar bûne, belav kir.

Li gorî nûçeyê, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, bi giştî 270 kolber li herêmên ser sînor û rêyên di navbera bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, di encama êrîşên hêzên Îranê de, aşût, serma, mayîn û ketina çiya de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Hate gotin ku ji 270 kolberan, 34 kolber hatine kuştin û 236 kolber jî birîndar bûne. Li gorî nûçeyê ev hejmar li gorî sala borî zêde bûye. Li gorî nûçeyê 20 kolberên hatine kuştin û birîndar bûne, zarokin.