MXDŞ’ê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê qeymeqamê nû yê Şengalê û midûrê nehiya Sinûnê pîroz kir.

Encûmena Parêzgeha Nînowayê ji bo diyarkirina îdareyên nû yên navçe û bajarokên parêzgehê li hev kom bû. Di encamê de jî 16 rêveberên nû hatin diyarkirin. Weke qeymeqamê nû yê Şengalê Seydo Xeyrî (Elî) Ehmed û midûrê nehiya Sinûnê jî Berpirsê Malbenda YNK’ê yê Şengalê Dawid Cindî hatin hilbijartin.

Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi peyamekî nivîskî pîrozbahî li qeymeqam û mûdîrê nahiyeya nû ya Şengalê kir.

Rêveberiya Xweser li gel pîrozkirina erka wan a nû, serkeftinê ji Seydo Xeyrî Ehmed û Dawid Cindî re xwest û ev peyam hate dayîn: “Em li ser navê Rêveberiya Xweser erka midûrê nahiya Sinûnê û qeymeqamê Şengalê pîroz dikin. Ji wan re serkeftinê dixwazin. Hêvî dikin ji bo têkilî û yekîtiya gelên Şengalê xizmeteke baş bikin.

Em hêvî dikin îdareya nû bibe pirek navbera îradeya gel a li Şengalê û encûmena parêzgehê de. Em bawerin navên ku hatine hilbijartin wê îradeya gelê Şingalê temsîl bikin û ji her alî ve xizmet bikin da ku civaka Êzidî careke din rastî fermaneke din neyê. Rêveberiya ku hatiye hilbijartin ji bo xwedî li miletê xwe derkeve emê bi hev re bin da ku di navbera îradeya gel û meclisa parêzgeha Nînovayê de bibin pira çareseriyê.”

Hêjayî bibîrxistinê ye PDK ji ber nekarî qeymeqamtiya Şengalê bigire, rûniştina duh a encûmenê boykot kiribû.