Hêlîn Umît: Divê mirov guh bide banga Zîlan a ji bo jiyana azad

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, "Hevala Zîlan di navbera me û jiyana azad û bi wate de bû pirek. Divê jin û ciwanên vê demê, civaka Kurdistanê baş fêhm bikin bê hevala Zîlan qala kîjan jiyanê dikir."

HÊLÎN UMÎT ROJEV NIRXAND

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît tevlî bernameyeke Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên Serdar Eren.

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got, "Di nava pêvajoya derbasbûyî de çalakiyên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê dewam kirin. Pêngava azadiyê ya navneteweyî hem li qada navneteweyî dewam dike hem jî di çarçoveya pêngavê de gelê Kurd daxwazên xwe hevpar dike û dimeşîne. Ne tenê çalakiyên yekser ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têne lidarxistin, di heman demê de gelê Kurd di her mijarê de pêwendiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber APo datîne. Gelê Kurd çarenûs û paşeroja xwe bi azadiya Rêber Apo re kiriye yek. Her kesên ku ji bo demokrasî, mafên mirovan, nasnameya Kurd, azadiya Rêber Apo rabûne ser piyan silav dikim."

'DIVÊ MIROV GUH BIDIN BANGA ZÎLAN A JI BO JIYANA AZAD'

Hêlîn Umît di salvegera 28'an a şehadeta Zîlan de bi rêzdarî û minetdarî Zîlan bi bîr anî û got, "Gotina Xwedawend gelekî lê tê. Dema ku Xwedawend tê gotin, nasnameya kolektîf a civakê tê bîra mirovan. Weke jineke şoreşger hemû pêvajoyên civaka Kurdistanê baş fêhm kiribû, di kesayetiya xwe de li çareseriyê digeriya. Em çiqasî jê re bibêjin Xwedawend di cih de ye. Pîvanan diyar dike, me hişyar dike. Pîvanên azadiyê destnîşan dike.

Ji bo civaka Kurdistanê rastiya Zîlan hîn jî çavkaniyeke gelekî cidî ya moralê ye. Hêza jin a Kurd nîşan da, raxist pêş çavan ku beşa herî zêde lawaz hatiye hiştin dikare sekneke çiqasî xurt û bilind nîşan bide. Dilsoziya hevala Zîlan a li jiyanê gelekî balkêş e. Dema ku xîtabî Rêbertî dike dibêje 'Ez gelekî hez ji jiyanê û mirovan dikim, dixwazim bibim xwedî çalakiyeke mezin û jiyaneke bi wate'. Em vê yekê di şexsê hevalê Kemal Pîr de jî dibînin. Digot, 'Em ewqasî ji jiyanê hez dikin ku di oxira wê de dikarin bimirin'. Hevala Zîlan di navbera me û jiyana azad û bi wate de bû pirek. Jin û ciwanên vê serdemê, civaka Kurd divê baş fêhm bikin bê hevala Zîlan qala kîjan jiyanê dike. Qala dij bi jiyana heyî nake ku niha pêşkêşî me tê kirin. Parêzvaneke jiyana bi îdeolojiyeke komunal, azad, wekhev û bi nasname bê afirandin bû. Di demeke welê de ku jiyan ewqasî hatiye biçûkxistin û têkbirin divê mirov guh bidin banga hevala Zîlan a ji bo jiyana azad. Yek ji encamên herî girîng ev e.

'RÊBER APO GOT, EZ ZÎLANÊN SAX DIXWAZIM'

Ya duyemîn jî vê çalakiyê ji bo Rêber Apo dike. Li hemberî êrişeke têkçûyî ya li ser Rêbertî ewqasî bi hêrs bû û bi ser dijmin ve meşiya. Rêbertî ewqas sal in dîlgirtî ye, 40 meh in agahî jê nayê wergirtin. Herhal rexneya herî giran wê hevala Zîlan li me bikira. Roja ku çalakiya hevala Zîlan pêk hat Rêber Apo ji jinên li kêleka xwe re got, 'Zîlan semboleke, yek e'. Gotineke bi vî rengî gotibû. 'Ez êdî Zîlanên sax dixwazim'. Sekna milîtanî ya ku pîvanên jiyanê yên hevala Zîlan ava bike û civakî bike weke wezîfeyekê danî pêşiya me. Rêbertî ji zarokatiyê ve kete nava lêgerîna li jin a azad. Hevala Zîlan bû bersiv ji vê lêgerîna Rêbertî re.

Di partîbûna jinê de hevala Zîlan manîfesto ye. Li ser vê bingehê bang li hevrêyên jin û mêr dikim ku hevala Zîlan rast fêhm bikin. Di havênê îdeolojîk ê karên me hemûyan de rastiya hevala Zîlan heye."

'PDK BINGEHÊ JI DAGIRKERIYÊ RE AMADE DIKE'

Di dewama axaftina xwe de Hêlîn Umît şerê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê nirxand û got, "Hin derdoran atmosfereke welê afirandin ku dewleta Tirk wê di destpêka biharê de operasyoneke berfireh bike. Ji 16'ê Gulanê û pê ve şer derbasî demeke nû bû. Li herêma Metînayê giran bûye. Bi bicihbûna li qadên PDK'ê hewl didin bi bandor bibin. Têkoşîneke stratejîk a şerê me yê hebûn û azadiyê tê meşandin. Îlhaq ji dagirkeriyê cuda ye, tê wateya desteserkirina cihekî. Tê gotin, xwedî armanceke bi vî rengî ne. Li Hatayê pêvajoyeke bi vî rengî bû, Tirkiye ji Hatayê derneket. Tirkiye di serî de Mûsil û Kerkûk li hemû herêmên Kurdan xwe dike xwedî. Van deveran weke herêmên Mîsakî Mîlî pênase dike. Weke argûman jî dijberiya li PKK'ê bi kar tîne. Bi vî rengî ket nava Başûr. Hin siyasetmedarên Başûrî, hin rewşenbîrên Iraqî helwestê nîşan didin. Li Başûrê Kurdistanê civakeke welatparêz heye. Ji ber ku pêşengê xwe nîne nikare zêde dengê xwe bilind bike. Hin derdor jî dengê xwe bililnd dike lê gelekî kêm dimîne. Artêşa Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê mayinde be. Li Başûrê Kurdistanê artêşa Tirk bendên kontrolê daniye. Rayedarên PDK'ê li şûna ku îzahatê ji vê yekê re bikin, li şûna ku helwestê nîşan bidin, bi rêya yên ku li gel MÎT'ê bi rêxistin kiriye daxuyaniyeke hevpar dide û dibêje 'Şewatên li Başûr bi destê PKK'ê hatine kirin'. Sextekarî û namerdî tenê di vê astê de dikare bê kirin.

PDK Başûr weke milkê xwe dibîne. PDK li qadên ku qaşo lê serwer e bûye xulamê dewleta Tirk. Bûye parêzvanê wan. Eger artêşa Tirk dikare ewqasî bi hêsanî li Metîna, Amediyê, Dihokê tevbigere, ev yek bi saya PDK'ê ye. Wekî din artêşa Tirk çawa dikarîbû bihata vê derê? PDK bingehê ji vê re amade dike. PDK bi hêzeke ku êrişî hebûna civaka Kurd dike di nava têkiliyeke xiyanetê de ye.

'EM Ê RÊ NEDIN DAGIRKERAN'

Em ê rê nedin dagirkeran. Kurdistan di dilê me de yek e. Nêzîkatiyeke bi vî rengî heye ku dibêjin 'PKK rêxistineke Bakur e'. Na! PKK rêxistineke neteweya demokratîk a civaka Kurdistanê ye. Mafên yekbûyî yên wê diparêze. Dewletê naxwaze, têkoşîneke xwe dispêre xweseriyê dimeşîne. Çar parçeyên Kurdistanê di nava yekbûyî de dibîne.

Li dijî vê lîstika ku li ser Başûrê Kurdistanê tê lîstin divê civaka demokratîk rabe ser piyan. Divê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê bi rengekî radîkal li ber PDK'ê û artêşa Tirk rabe û helwestê nîşan bide."

Li ser guhertina polîtîkayên têkildarî Sûriyeyê yên Erdogan jî Hêlîn Umît nirxandineke bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk dixwaze bi rejîma Sûriyeyê re têkiliyê dîne. Li Rojava gelên herêmê dixwaze bi hev re sîstemeke demokratîk ava bikin. Ji bo vê kar tê kirin. Erdogan dibîne ku ev hewldan gav bi gav encamê bi dest dixe û Esad jî li ber çavan digire. Misogerbûyîna statuyekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, demokratîkbûna Sûriyeyê, naskirina nasname û hebûna Kurdan a li Sûriyeyê Erdogan dixe nava panîkê. Ev yek paradîgmaya Tirkiyeyê dixe nava zehmetiyê. Em fêhm dikin ku Erdogan bi vê panîkê Rûsyayê dixe dewrê û dikeve nava hewldanan.

Di halê hazir de Esad bi saya sîstema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser piyan ma. Dilsoziya bi stratejiya neteweya demokratîk bêhn anî ber Esad. Rejîma Erdogan-Bahçelî ji vê ditirse. Kevneşopiya berxwedanê ya Rojhilata Navîn ji bo gelên herêmê dewam dike. Wê rê nedin dagirkeriya Tirk. Ev yek ji bo Başûrê Kurdistanê jî derbas dibe. Tirkiye di nava çirava Rojhilata Navîn de ye. Ne diyar e ku ev mijar bi çi rengî bi encam bibe. Bi rêya SÎHA'yan hewl dide ji aliyê leşkerî ve serwer bibe û bandorê li lîder û gelên herêmê bike. Lê belê gerîla vê dixe. Lê belê ewqasî bêrûmet in ku yek ji wan jî di weşanên xwe de nedan. Têkildarî dagirkirina Iraqê Sûdanî tiştek negot. Lê belê qet nebe Beşar Esad dibêje 'Tu yê destpêkê derkeve derveyî sînorên min'. Ev helwest bi wate ye."