‘Beşdarî çalakiyên ku berhemên polîtîkayên şerê taybet in, nebin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût bertek nîşanî leşkerên Tirk ên li Çelê 2 zarok tacîz kirin, da û ev bang kir: “Beşdarî çalakiyên di bin navê mîhrîcanan de tên lidarxistin, lê amûra polîtîkayên şerê taybet in, nebin.”

POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET

Walîtiya Colemêrgê bi navê “Mîhrîcana Wêne, Safarî û Spora Xwezayê ya Çelê” li navenda navçeya Çelê li dar xist û çawîşên pispor ên Tirk li konserê 2 zarok tacîz kirin. Ciwanên beşdarî konserê bûn mudaxeleyî leşkerên ku tecawizî zarokên 16-17 salî dikirin, kirin. Têkildarî mijarê DEM Partî ya Çelê û Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê yên Colemêrgê Oznûr Bartin, Onur Duşunmez û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

'EV TAKTÎKA ŞERÊ TAYBET E'

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût daxuyand ku tişta qewimî ne ji rêzê ye, berovajî taktîkeke şerê taybet a sîstematîk e û wiha got: “Bi sedan sûcên ku hêzên dewletê kirin, veşartin û cihê ku nikarîbûn xwe veşêrin, polîtîkaya bêcezakirinê tê meşandin. Em bang dikin ku beşdarî van çalakiyên ku di bin navê mîhrîcanan de tên lidarxistin, lê amûra polîtîkayên şerê taybet in nebin. Ji ber ku ev çalakî ji bo tunekirina çanda qedîm a Kurdan jî weke amûrên asîmîlasyonê tên bikaranîn. Weke DEM Partiyê em ê nehêlin çalakiyên ku çanda me tune dikin, nirxên gelê me tune dihesibînin û mirovên me tacîz dikin careke din li bajarê me pêk bînin û li dijî wê em ê têbikoşin."