Ji Wanê banga ji bo meşa li Colemêrgê

Ji bo 'Meşa Hurmeta li Îradeyê' ya 6 rojan a ji Wanê ber bi Colemêrgê ve, banga tevlîbûnê hate kirin.

MEŞA HURMETA LI ÎRADEYÊ

Ji bo 'Meşa Hurmeta li Îradeyê' ku wê sibe ji Wanê destpê bike û 6 rojan heta Colemêrgê dewam bike, li Parka Mûsa Anter saet di 15:00 de wê bernameyeke pêşwazîkirinê ya girseyî bê lidarxistin. Rêxistinên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên girseyî yên demokratîk banga tevlîbûnê kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî anî ziman ku li tevahiya Tirkiyeyê çalakiyên ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûm dewam dikin, bi meşvanên ku 3'ê Tîrmehê ji Kurdistan û Tirkiyeyê tên wê ber bi Colemêrgê bimeşin. Dîlekçî bang li gel kir ku sibe saet di 15:00 de li Parka Mûsa Anter tevlî bernameya pêşwazîkirin û birêkirinê bibe.