KCK'ê têkildarî DAÎŞ'ê hişyarî da: Divê teqez helwest bê nîşandan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê li Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, tevlî şer kiriye, PDK jî vê ji nedîtî ve tê û got, "Li dijî vê rola noker û nexêr divê helwest bê nîşandan."

KOMÎTEYA TÊKILIYÊN DERVE YA KCK'Ê

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê daxuyaniyek weşand û got, "Dewleta Tirk bi destê çeteyên DAÎŞ'ê hewl dide Iraqê û Başûrê Kurdistanê dagir bike." KCK'ê bang kir ku li dijî vê hewldanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê bi vî rengî ye:

"Di vê pêvajoyê de ku bûyerên girîng diqewimin, erk û berpirsyariya me ya ku gelê xwe û raya giştî bi rengekî rast agahdar bikin. Ji bo pêvajo rast bê fêhmkirin û helwesteke rast bê nîşandan ev yek girîng e. Di 1'ê Tîrmeha 2024'an de me bal kişandibûn ser daxuyaniyên Wezareta Karên Hundir a Iraqê yên derewîn û manîpulasyonê.

PROVOKASYON Û NÛÇEYÊN DEREWÎN

Dewleta Tirk a mêtinger-dagirker ji bo kiryarên wê li derveyî hiqûqê û bêexlaq neye dîtin, serî li her cûre provokasyon û nûçeyên derewîn dide. Sedema vê jî ew e ku li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare bûye, xitimî ye û derbên giran dixwe. Ev yek di bîlançoya şer a meha Hezîrana 2024'an a de bi hêsanî tê dîtin ku ji aliyê HPG'ê ve hate eşkerekirin. Tenê meha Hezîranê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 185 çalakî kirin, 46 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

DEWLETA TIRK A MÊTINGER DI ŞER DE XITIMÎ

Dewleta Tirk a dagirker-mêtinger di vê pêvajoyê de bi sedan carî êrişên hewayî, her wiha bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êriş kir. Di bîlançoya şer a mehan de tê dîtin ku ji texmînan wêdetir li Kurdistanê şerekî giran diqewime. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêzeke welê ye ku ji bo parastina destketî û nirxên gelê Kurd li ber xwe dide. Tevî ku dewleta Tirk a mêtinger-dagirker teknîka herî pêşketî ya serdemê û çekên serdemê bi kar tîne jî, her wiha tevî ku hiqûqa şer a naventeweyî timî binpê dike û çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî bi kar tîne, li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di asteke cidî de tengav bûye. Eşkere ye ku dewleta Tirk a mêtinger-qirker di vî şerî de xitimî ye.

BI RENGEKÎ EŞKERE PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê Û DIHEWÎNE

Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare encamê bi dest bixe, tevî cerdevanan û çeteyên Roj niha jî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst tevlî şer dike. Gelê me û raya giştî ya cîhanê baş zane ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Hewlêr, Kerkûk, Mexmûr, Şengalê li dijî êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst bi rengekî fedaî li ber xwe dan û bi berdêlên giran rûmeta mirovahiyê parastin. Bi heman rengî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lid ijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst têkoşîna xwe ya bi rûmet, bi heybet û bi biryar dewam kirin, kirin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst ên xwe dispêrin dewleta Tirk a dagirker bêne tasfiyekirin. Piştgiriya dewleta Tirk a mêtinger-dagirker a ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst tê zanîn ku bûye belayê serê gelên herêmê û mirovahiyê. Dewleta AKP'ê ya faşîst her tim û niha jî bi rengekî eşkere piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞ'ê û wan vedihewîne. Çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst ên li Tirkiyeyê têne xwedîkirin û bi rêxistinkirin, ji Tirkiyeyê ber bi Moskowa û gelek welatên Ewropayê belav dibin û komkujî kirin. Dewleta Tirk a dagirker îro jî ji aliyekî ve gelek çeteyên DAÎŞ'ê ji bo li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bide şerkirin li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih kiriye, li aliyê din jî her roj êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û hewl dide bêhnê bîne ber çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mîna berxwedana ku heta niha kiriye, niha û pê ve jî wê ti şensê serketinê nedin artêşa Tirk a dagirker-mêtinger û çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst.

CIHÊ ŞERMÊ YE KU PDK ÇAVÊN XWE JI BICIHKIRINA ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê DIGIRE

Di vê pêvajoyê de PDK ji bicihkirina çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê çavên xwe digire û hîn jî bi dewleta Tirk a dagirker re tevdigere. Ev helwesta PDK'ê cihê şermê ye. Tevî ku çek, cebilxane û hêzê ji dewleta Tirk a dagirker re pêşkêş dike, niha jî li hemberî bicihkirina çeteyên DAÎŞ'ê yên li Başûrê Kurdistanê bêdeng dimîne. Li aliyê din têkiliya xwe ya bi hêzên dagirker re jî dewam dike. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin. Di vê pêvajoyê de ku herêm ji nû ve tê dîzaynkirin û bûyerên krîtîk diqewimin, ji bo gelê Kurd careke din winda neke, ji bo azad bibe û yekîtiya xwe pêk bîne, divê rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan û demokrat, her kesên welatparêz li hemberî vê rola nexêr û noker a PDK'ê helwestê nîşan bidin.

DIVÊ IRAQ JI NEDÎTÎ VE NEYÊ

Yek ji hêzên ku herî zêde çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst nas dikin gelên Iraqê û dewleta Iraqê ye. Gel û dewleta Iraqê li êriş û komkujiyên DAÎŞ'ê rast hat, êşên giran kişand û felaketên mezin dît. Gel û dewleta Iraqê baş zane ku yên êrişên çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst têk birin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê jî divê dewleta Iraqê bicihkirina çeteyen DAÎŞ'ê yên faşîst ên bi destê dewleta Tirk a mêtinger-dagirker û PDK'ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji nedîtî ve neyê û helwsteke şênber nîşan bide. Divê gel û dewleta Iraqê nehêlin ku çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst li vê xakê bêne bicihkirin, bi helwest û nerazîbûna xwe divê rê nede vê yekê.

LI DIJÎ HEWLDANA DAGIRKERIYÊ DIVÊ NERAZÎBÛNEKE XURT BÊ NÎŞANDAN

Raya giştî ya cîhanê divê vê yekê baş bibîne. Ev çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst ku îro li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê didin şerkirin, sibe wê mîna bombeyekê li dijî gelan, civakan, li hemberî mirvoahiyê bibin bela. Ji ber vê jî divê li hemberî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi destê çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst a li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nerazîbûneke xurt bê nîşandan.

Gelê Kurdistanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst berxwedana herî bi rûmet a dîrokê nîşan dan. Îro jî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên faşîst ku dewleta Tirk a mêtinger-dagirker li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dide şerkirin, li her derê bi heman biryardariyê divê têkoşîna xwe bilind bike. Tevî gelê me em bang li hemû hêzên li ser xeta demokrasî û welatparêziyê ne dikin ku li hemberî van têkiliyên nexêr ên PDK'ê bi berpirsyarî tevbigerin û helwestê nîşan bidin."