'Meşa Rêzgirtina li Vînê' li Êlihê ye

"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ya ku DEM Partiyê li Stenbolê dabû destpêkirin, gihaşt Êlihê.

"MEŞA RÊZGIRTINA LI VÎNÊ"

"Meşa Rêzgirtina li Vînê" ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî desteserkirina vînê dabû destpêkirin, gihaşt Êlihê. Meşvan li gundê Xincika bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin. Girseyê li vir bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Wê qeyûm biçe gel were” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.

Meşvan û girseya gel ji vir bi dirûşme û tilîliyan derbasî Parka Yilmaz Guney bûn. Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû, Ceylan Akça Çupolo, Mehmet Ruştu Tiryakî, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên bajêr, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û hezaran kes tevlî meşê bûn.

Girseya li ber Parka Yilmaz Guney dest bi meşê kirin heta ber şaredariyê meşiyan. Di meşê pankarta “Em ji bo vîna xwe dimeşin” û dowîzên “Êdî bes e", "Ên li ber xwe didin wê bi ser bikevin”, “Hûn nikarin vîna me desteser bikin”, “Qeyûm derbe ye”, “Qeyûm qirkirina çandê ye”, “Ji vînê re rêz, qeyûm bicehime”, “Hûn nikarin berxwedana me tecrîd bikin” û “Em rê nadin qayûman” hatin hildan.

Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên "Kurdistan wê ji faşîstan re bibe goristan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” û “Bijî berxwedana zîndanan” hatin berzkirin.

Li ber avahiya şaredariyê axaftin hatin kirin. Ewilî Hevserokê DEM Partî yê Êlihê Mustafa Mesut Tekîk axivî û bertek nîşanî polîtîkayên desteserkirinê da. Tekîk anî ziman ku wê têkoşîna wan a li dijî desthilata faşîst bidome.

Parlamenterê DEM Partî yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî axivî û got: “Ji bo ku rêz ji vîna gelê me re bê girtin em li qadan in. Em li her derê Tirkiyeyê bi rêzdarî û heskirin gelê xwe silav dikin. Tenê peyamek a gelê me yê hatiye vir heye, ew jî rêzgirtina li vînê ye. Heta bêhna xwe ya dawî em ê li hemberî desteserkirinê li ber xwe bidin. Heta dawiya vê rejîmê were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Çîçek Otlû jî axivî û diyar kir ku 40 sal in ligel hemû zextan jî serî natewînin û têkoşîna xwe mezin dikin.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê dest pê kir.