Roja ewil ya 'Meşa Rêzgirtina li Vînê' bi dawî bû

Roja ewil a “Meşa Rêzgirtina li Vînê” ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve dest pê kiribû, bi dawî bû.

"MEŞA RÊZGIRTINA LI VÎNÊ"

Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê Starta “Meşa Rêzgirtina li Vînê” dan. Kesên ku ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê dest bi meşê kirin, îro piştî daxuyaniya çapemeniyê ya li Wanê dest bi meşa 6 rojan kirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, gelek parlamenter, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl û gel ji navenda Wanê ber bi navçeya Payîzava  ve ketin rê. Meşvanên ku di rê de ji aliyê gel ve bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin, bi dirûşmeyan heta Derbasa Kurubaş meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmên "Em rê nadin qeyûman" û "Colemêrg ya me ye" hatin berzkirin û dengê erbaneyê qet qût nebû.

Piştî meşa bi qasî 15 kîlometreyan domiya meşvan derbasî navçeya Payîzavayê bûn. Dema tarî ket, meşvanan telefonên xwe vekirin û flaş vêxistin. Meşvan gihiştin Parka Norduzê ya li ber deriyê Payîzavayê û li vir nirxandinek kurt kirin. Dema ku li parkê xwarin ji meşvanan re hat dayîn, piştî xwarinê meşvanan govend gerand. Li parka ku kon jî lê hatine vedan, meşvan dê şeva xwe li vir derbas bikin.

Meşvanên ku dê şeva xwe di konan de derbas bikin, dê serê sibê ber bi Taxa Xoşebê ve bikevin rê û şev jî li wir bimînin.