Cenazeyê 2 şehîdan ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin

Cenazeyê şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos û Yilmaz Dersim ku ji 18’ê Tebaxê ve li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên girtin, piştî testa DNA’yê ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin.

Cenazeyên şehîdên HPG’ê Zamanî Amanos (Serhat Guzel) û Yilmaz Dersim (Bariş Kartal) ku 17-18’ê Tebaxê di êrîşên dewleta Tirk ku ji 21’ê Hezîranê ve li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê dewam dike de şehîd bûn û anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, piştî testa DNA’yê radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê Yilmaz Dersim wê li Silopyayê bê veşartin. Cenazeyê Zamanî Amanos jî piştî ku ji aliyê malbatê ve hate wergirtin, ber bi navçeya Wêranşar a Rihayê ve hate birêkirin.