Dewleta Tirk li Sîdekanê ciwanek qetil kir
CPT’yê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, ciwanek hatiye qetilkirin.
CPT’yê ragihand ku di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de ku piştî nîvro li dijî gundê Mêrge Hewş yê li herêma Sîdekanê pêk anî, ciwanek hatiye qetilkirin.
Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman têkildarî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Sîdekanê daxuyanî da.
Kameran Osman diyar kir ku êrîş îro saet di 16:15’an de pêk hatiye û ciwanê bi navê Bedî Kemal Mihemed ê di sala 1995’an de ji dayik bûye, hatiye qetilkirin.