BI DÎMEN

Çalakiyên li dijî sererastkirina qanûna rewşa medenî berdewam in

Jinên çalakvan nerazîbûna xwe li hember sererastkirina qanûna rewşa medenî nîşan dan û amaje bi hişyarkirina civakê kirin.

Semîner û civîn li ser sererastkirina qanûna rewşa medenî berdewam in. Di vê mijarê de Nûnera Jinan a Tevgera Goranê Şoxan Heme Emîn û çalakvana qada jinan Gelawêj Mihemed ji ANF’ê re axivîn.

Şoxan Heme Emînê têkildarî sererastkirina qanûna rewşa medenî wiha got: “Bandora her cure çalakî, kampanya, civîn û bernameyên televizyonê heye, gel û civakê hişyar dikin û di heman demê de wê famkirina şaş a li ser projeya qanûnê didin nasandin. Ev jî dibe sedem ku hejmara nerazîbûnan zêdetir bibe, her wiha partî û aliyên siyasî divê parlementer û endamên xwe han bidin da ku li dijî vê projeya qanûnê bisekinin.”

Şoxan Hemeyê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Em bawer in ku sûda vê qanûnê ne ji bo berjewendiya civakê ye, mijarek siyasî ye. Piştî rûxandina Sedam Şîe bawer dikin ku fikr û ramanên wan di vê qanûnê de tune ne û lawaz e, dixwazin ji aliyê siyasî ve destê xwe bidin vê qanûnê û dixwazin ku fiqiha Şîeyan li ser qanûnê serdest bibe.”

Her wiha got: “Hin komên di nav parlamentoyê de ji ber hebûna berjewendiyên xwe yên siyasî dengê xwe didin vê projeya qanûnê bêyî ku li ser hebûna mafên zarok û jinan bifikirin, ji ber vê yekê ev yek metirsiyek e. Hin hewldanên navneteweyî û navxweyî hene, em hêvîdar in ev hewldan rê li ber sererastkirina vê qanûnê bigirin.”

Şoxan Heme Emînê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bilî zilamên Şîe, hin komên ku aramanca wan yek e û beşek ji zilamên Sunnî li ser sererastkirina qanûnê hevfikir in.”

Çalakvana qada mafên jinan Gelawêj Mihemedê  der barê sererastkirina qanûna rewşa medenî de got: “Qanûnek e ku bêrêziya li hember jinan li xwe digire. Eger ev qanûn ser bikeve, tiştekî gelek xerab e û zarok dê rêzê li dê û bavê xwe negirin, dê bibêjin qanûnê destûr daye min, ez dikarim bi zaroktî jî bizewicim.”

Gelawêj Mihemedê  her wiha ev tişt anîn ziman: “Ez hêvîdar im ku hemû rêxistin bigihîjin wê astê ku bikarin ji bo vê kar bikin û nehêlin ku ev sererastkirina qanûnê ya ku bêrêziyê li me dike, ser bikeve. Ez bi xwe 50 sal in ku li ser mafên jinan dixebitim, lê rêxistinên li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî heta niha nekarîne rewşa kesayetiya jinan bilind bikin.”