Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel li Wêranşarê hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ê li Kêla Memê ya Qilebanê şehîd bûbû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel ê li Kêla Memê ya Qilebanê şehîd bûbû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Serhat Guzel (Zemanî Amanos) ê 18’ê Tebaxê li Kêla Memê ya Qilabana Şirnexê şehîd bibû, li bajarê xwe Wêranşara Rihayê hat veşartin.
Piştî testa DNA li hev derketin, malbatê cenaze wergirt û ew anî Goristana Asriyê ya Wêranşarê. Goristana Asriyê ji aliyê sedan leşker û polîsan ve hat dorpêçkirin. Tenê destûra 15 ferdên malbatê hat dayîn ku têkevin hundirê goristanê. Kesên tevlî merasîmê bûn jî telefonê wan ji aliyê leşkeran ve hate desteserkirin. Piştî cenazeyê gerîla Serhat Guzel hat veşartin, leşkeran telefonên desteserkirine radestî malbatê kirin.
Piştî merasîmê Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Windakirin re (KATDER), rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kesan serdana malbata şehîd kirin û sersaxî xwestin.