DOSYA III

Xiyanet di nav Kurdan de: ji Enkîdû heta Mesûd Barzanî

Enkîduyê Zagrosî xiyanetê li mal, civak û gelê xwe dike û ji bo daxwaz û mebestên xwe, deriyê bihuşta Zagrosê li ber Gilgamêşê dagirker vedike. Ev bûyer di dîrokê de wek yekemîn xiyaneta di nav Kurdan de hatiye tomarkirin.

Xiyanet di dîroka Kurdan de, bi awayekî giştî di dîroka Mezopotamya û axa Zagrosê ya kevnar de, xwedî kokekî kevn û dêrîn e. Pêwîst e mirov di dema nirxandina rewşa niha ya başûrê Kurdistanê û avabûna xeta xiyanetê bi pêşengiya malbata Barzanî û bi taybetî Mesûd Barzanî û kurên wî de, girîngiyê bidiyê.

Rêber Apo dibêje, metoda mîtolojiyê metoda ronîkirina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê, ji bo famkirina dîroka xiyanetê ya malbata Barzanî ya di sedsala 21’emîn de, pêwîstiya me bi famkirina dîroka vê herêmê heye da ku em bikarin kokê xiyanetên PDK’ê û bi taybetî xiyaneta 31’ê Tebaxê fam bikin ku ev mijara sereke ya nivîsa me ye.

Di dîroka Mezopotamyayê de, Gilgamêş bi alîkariya Enkîdû çiyayên Zagrosê dagir dike. Bêguman kokê vê destanê di nav hemû mîtolojiyên din ên Mezopotamyayê de heye. Enkîdûyê Zagrosî xiyanetê li mal, civak û gelê xwe dike û ji bo daxwaz û mebestên xwe, deriyê bihuşta Zagrosê li ber Gilgamêşê dagirker vedike. Ev bûyer di dîrokê de wek yekemîn xiyaneta di nav Kurdan de û bi taybetî di dîroka Zagrosê de hatiye tomarkirin.

Bi vî awayî em ê berê nivîsa xwe ber bi sedsala 21’an biguherînin. Piştî pênc hezar salan malbata Barzanî bi gelek xiyanetên li pey hev, mîna xiyaneta 31’ê Tebaxê, pêşengiyê ji dagirker û Gilgamêşên serdema me re dike.

Di vê çarçoveyê de serê sibeha roja 31’ê Tebaxê ya 1996’an, PDK’ê bê ku şerm bike, bi destê desthilatdariya herî dîktator û kujer a serdema xwe girt û anî nav Hewlêrê. Leşkerên Beesî û çekdarên PDK’ê dest di nav destên hev de kolan û kuçeyên bajêr bi xwînê sor kirin.

Di roja wê xiyanetê de 150 tank û 30 hezar leşkerên rejîma Beesa Iraqê ji Mûsil û Kerkûkê ber bi Hewlêrê ketin rê. Berî vê hatinê, Mesûd Barzanî bêyî ku li hember xwîna şehîdan şerm bike, di nameyekê de dilsoziya xwe ji Sedam Hisênê faşîst re diyar dike û dibêje: “Serokê min ê birêz, pêwîst e em bi aqil û serkeftina we çareseriyekê bibînin da ku em rê li ber destwerdana Îranê bigirin. Ez ji te yê ezîz û xoşewîst dixwazim, ez rica dikim ku tu fermanê bidî ku artêşa Iraqê li dijî wan hêzên biyanî yên ku alîkariya Celal Talebanî dikin, tev bigere.”

Her çend PDK propagandaya neteweyîbûn û nasyonalîstbûnê dike, lê serokê wan di wê demê de pir bi zelalî di civîneke çapemeniyê de dibêje: “Dibe ku di navbera me û Iraqê de hin nakokiyên pir biçûk hebin, lê belê mezintirîn xala me ye hevbeş parastina axa Iraqê ye.”

Ev xiyaneta ku komkujiyeke mezin jê çêbû, li gorî çend çavkaniyên cuda zêdetirî sî hezar kes ji ber vê xîyanetê hatin kuştin yan windakirin.

Tiştê ku birîna vê xiyanetê sax nake û ji bîra Kurdan nabe, ew e ku yekem, malbata Barzanî û PDK şanazî bi 31’ê Tebaxê dikin; duyem, berdewambûna wan e li ser heman xeta xiyanetê.

Niha jî Mesûd Barzanî bi rêya kurê xwe Mesrûr ku serokekî demderbasbûyî ye, bêşermtirîn hevkarî û pêşengiyê ji dewleta Tirk a dagirker re dikin û axa başûrê Kurdistanê li ser sîniyeke zêrîn pêşkêşî xelîfeyê nû yê Osmanî dikin. Di nav van deh salên dawî de tu xiyanet û xwefiroşiyek nemaye ku malbata Barzanî ji bo dewleta Tirk neceribandibe, tevî vê yekê malbata Barzanî û PDK xulamekî dilsoz ê Enqereyê ne û beşek in ji wan planan ku niha ji bo xerabkirin û dagirkirina Rojhilata Navîn bi giştî û başûrê Kurdistanê bi taybetî tên kirin.