Mehmet Sîncar li Qoserê li ser gora xwe hate bîranîn
Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 31'emîn a qetilkirinê de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn.
Parlamenterê Mêrdînê yê DEP'ê Mehmet Sîncar di salvegera 31'emîn a qetilkirinê de li navçeya Qoser a Mêrdînê li ser gora xwe hate bîranîn.
Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay, Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan, Hevşaredarên Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr, malbata Sîncar û gelek kes tevlî merasîmê bûn.
Merasîma bîranînê bi dirûşma "Şehîd namirin" bi meşekê destpê kir û li ber gora Sîncar bi deqeyeke rêzgirtinê dewam kir.
hevserokê MEBYA-DER'ê Salîh Kûday li merasîmê axivî û anî ziman ku hovîtiyên di salên 1990'î de hatin kirin Kurdistan kirin goristane û di navbera desthilatdariyên wê demê û yên niha de ti cudahî nîne.
Kûday anî ziman ku Kurdan li hemberî komkujî û zextê serî netewandin, ji niha û pê ve jî wê serî netewînin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk piştre axivî û diyar kir ku wê Sîncar ji bîr nekin, têkoşîna gelê Kurd wê dewam bike. Ahmet Turk got, "Gelê Kurd wê xwedî li van berdêlên xwe yên ji bo paşerojê derkeve, wê her tim bixebite. Em ê ti carî te ji bîr nekin."
Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ebrû Gunay jî ragihand ku wê mîrateya Mehmet Sîncar ji bîr nekin û ji bo ronîkirina kuştinên kiryar nediyar wê têbikoşin.
Gunay got, "Gelê Kurd û dostên wan zanin ku kiryarên van kuştinên kiryar nediyar, diyar e. Tê zanîn bê ji aliyê kê ve têne parastin û wê hemû li pêşiya dîrokê hesab bidin."
Hevsera Sîncar Cîhan Sîncar jî diyar kir ku bi sedan sal in bi hezaran lehengên Kurd têne qetilkirin, lê belê yek jî nehatiye jibîrkirin.
Merasîma bîranînê piştî danîna kurnefîlê li ser gora Mehmet Sîncar, bi dawî bû.