Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haberê bû û bi taybetî rola PDK'ê ya di êrîşên li ser şervanên azadiyê de nirxandin. Nirxandina Dûran Kalkan bi vî rengî ye:
Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. tecrîda li Îmraliyê 25 sal, 6 meh û 16 roj in dewam dike. Sîstema tecrîd, êşkence û qirkirinê dewam dike. Komploger, afirînerên sîstema Îmraliyê ji bo fetisandina daxwazên azadiyê û têkoşîna azadiyê, bi sîstema Îmraliyê êrîşa herî hovane dikin.
Li hemberî vê yekê jî bêguman berxwedaneke mezin heye. Pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî ku 10'ê Cotmeha 2023'an ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, 11 mehan li pey xwe dihêle. Di meha Cotmehê de wê salekê temam bike. Di heman demê de em ê dest bi salvegereke nû ya komploya 9'ê Cotmehê bikin.
Di vê çarçoveyê de li çar parçeyên Kurdistanê, derveyî welat, li çar aliyên cîhanê jin, ciwan, gelê me, dostên me çalakiyên girseyî lidar dixin. Hewl didin şêweyên çalakiyên nû jî peyda bikin. Hewldan û têkoşîneke mezin heye. Beriya her tiştî divê ev yek bê dîtin. Ev têkoşîn di nava 11 mehan de gihîşt asteke girîng. Hem sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê teşhîr kir, hem jî kiryarên bêhiqûqî yên Îmraliyê, di heman demê de rastiya Rêber Apo, parêznameyên Rêber Apo, paradîgmaya şaristaniya demokratîk a Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav kir. Li her qadê jin, ciwan, karker, kedkar, gelên bindest, hemû beşên bindest ji bo karibin xwe ji sîstema modernîteya kapîtalîst, mêtingeriya wê ya netewe dewletê rizgar bikin, paradîgmaya Rêber Apo ji xwe re weke çareseriyê dibînin. Gelekî bala xwe diçe ser vê paradîgmayê, xwedî lê derdikeve. Dixwaze rê û rêbazên rizgariyê peyda bikin. Bi vî rengî tevgera demokrasî û azadiyê gav bi gav ji sîstema modernîteya kapîtalîst wêdetir li ser bingeha alternatîfa wê bi pêş dikeve, li tevahiya cîhanê, herêma me û Rojhilata Navîn bi pêş dikeve.
RÊBER APO YEKANE KES E KU ÇARESERIYA DEMOKRATÎK PÊK BÎNE
Ev yek rewşeke gelekî girîng e. Di vê çarçoveyê de mirovên li cîhanê têne naskirin, ruh, mejî û wijdanê civakê ne hîn bêhtir eleqeyê nîşanî vê yekê didin. Hem li ber vê bêhiqûqiyê radibin hem jî li ser xeta azadî û demokrasiyê eleqeyeke mezin nîşanî rêya nû ya Rêber Apo didin. Fikrê xwe li gorî vê yekê nû dikin, jinûve birêxistin dikin. Di vir de hêviyeke nû ya rizgariyê, hêviyeke nû ya azadî û demokrasiyê dibînin û tevlî kampanyayê dibin. Bi qasî ku li nava civaka Kurd bi pêş dikeve, li çar aliyên cîhanê jî di nava gelên cîhanê, bindestan, jin û ciwanan, hêzên demokratîk, şoreşger û sosyalîst jî bi pêş dikeve. Li ser vê bingehê civîn, konferans têne lidarxistin. Bi dehan kesên ku Xelata Nobelê wergirtine bi hev re bang kirin. Niha jî li Berlînê bi navê Konferansa Aştî û Demokrasiyê di nava du rojan de konferansek hate lidarxistin. Xusûsên girîng hatin nîqaşkirin, bi qasî ku di çapemeniyê de hate nîşandan. Me hewl dan bişopînin, fêhm bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bang kirin. Herî zêde ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê işaret bi rola diyarker a Rêber Apo kirin. Ev yek destnîşan kirin. Ji bo aştiyê bang kirin ku bi Rêber Apo re diyalog bê danîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tavilê misoger bibe. Bêguman ev girîng in. Tespîtên cidî ne. Ji ber ku me jî ev yek gelek caran anîn ziman. Eger pirsgirêka Kurd wê bi rengekî aştiyane bê çareserkirin, çareseriyeke siyasî û demokratîk wê bê peydakirin, yekane kesê ku dikare vê bike Rêber Apo ye.
Civak, gel, jin û ciwanên Kurd vê yekê li qadan tînin ziman. Ya rast ev e, ya di cih de ev e.
Girîng e em careke din vê yekê destnîşan bikin. Ji ber ku hinek hene hesabên şaş dikin, di nava xefletê de ne. Hinek hene Tirkiyeyê ber bi zinar ve dehf didin. Ewqas zext, êşkenceya psîkolojîk a li ser Rêber Apo, belavkirina vê yekê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê, her wiha herêmê û cîhanê, nîşaneya felaketê ye. Ev gelekî girîng e. Ji ber vê jî divê em careke din derdorên pêwendîdar hişyar bikin û vê rastiyê careke din destnîşan bikin. Nûnerê çareseriyê yê danûstandinan Rêber Apo ye. Yekane kesê ku dikare çareseriya siyasî, demokratîk û aştiyane pêk bîne Rêber Apo ye. Ji bilî wî kes nikare vê pêk bîne. Lewma kes nikare çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bîne. Bêguman aştî jî nabe. Li ser vê bingehê bang kirin. Ev yek di heman demê de wate û pênaseya berxwedana li Îmraliyê jî raxist pêş çavan. Ji bo rastiya vê berxwedanê bê fêhmkirin em dem bi dem balê dikişînin ser vê yekê.
BERXWEDANA RÊBER APO WÊ BI SER BIXÎNE
Bi giştî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta navneteweyî de pêngaveke çalakiyan heye, lê belê di navenda vê berxwedanê de bêguman Îmrali heye. Berxwedana demokrasî û azadiyê ya herî mezin û bi wate ya dîrokê li Îmraliyê ye. Rêber Apo vê yekê dimeşîne. 25 sal û 6 meh in bi vî rengî ye. Di roja îro de jî ev rastî bi şênberî eşkere bûye. Wê demê bi vê wesîleyê dixwazim careke din dubare bikim. Pêngava me ya azadiyê salekê li pey xwe dihêle. Di vê pêvajoyê de em pêngava xwe ya çalakiyê hîn bêhtir bi pêş ve bibin. Hîn bêhtir mezin bikin, belav bikin. Rêbazên xwe yên çalakiyan hîn dewlemend bikin. Di salvegera yekemîn de bi rastî jî em bigihînin asteke nû. Ji ber ku serketin bi vê têkoşînê dibe. Têkoşîn bi ser dixîne. Divê mirov baweriya xwe bi vê yekê bîne.
Em şer dikin, weke gel, weke tevger. Li dijî êrîşên sîstema qirker, mêtinger, faşîst em li ber xwe didin. Weke gel, Rêber Apo pêşengiyê ji vê yekê re dike. Tevgera me baş zane ku berxwedana Rêber Apo wê bi ser bixîne. Di dawiya vê berxwedanê de Kurd wê bi ser bikevin. Çi dibe bila bibe wê bi ser bikevin. Divê mirov ji vê yekê bawer bikin. Ev rastî divê were dîtin. Bi vî rengî nebe ma Rêber Apo vê berxwedanê dimeşîne? Rêberekî kku her tiştî baş dinirxîne, lêkolîn dike û li ser vê bingehê rê û rêbazan peyda dike, biryarê dide, eger di vê berxwedanê de biryar dabe, li dijî ewqas êrîşan ji bo azadî û çareseriya demokratîk bi biryardarî li ber xwe didin, divê em zanibin ku di dawiya vê yekê de serketin heye. Di dawiya vê de rizgarî heye, azadî heye, demokrasî heye. Çareseriya demokratîk û azadiyê ya pirsgirêka Kurd heye. Ev jî tê wateya serketinê. Ev berxwedan wê Kurdan teqez bi ser bixîne. Bi her awayî wê bi ser bikeve. Tenê em bi rê û rêbazên dewlemend bimeşînin, berxwedanê mezin bikin. Em ê bi ser bikevin! Divê em ji vê bawer bin, li ser vê bingehê piştrast bin. Ji ber vê jî di serî de jin, ciwan divê gelê me û kedkarên li çar aliyên cîhanê, dostên me wateya dîrokî ya vê berxwedanê zanibin. Bila serketina mezin bibînin.
Ji ber vê jî bêteredût, divê hîn bi xurtî li ber xwe bidin. Em berxwedanê mezin bikin, belav bikin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em bi vê zanibin.
GERÎLA LI SER XETA LEHENGIYÊ LI BER XWE DIDE
Yên ku xeta berxwedanê ya Îmraliyê her baş fêhm dikin û bi xurtî dixin meriyetê gerîla ne. Divê em bi vê zanibin. 40 sal in bi vî rengî ye. Hemû tiştên bi navê hebûn, azadî, demokrasî, mirovahiyê bi saya berxwedana gerîla hatin afirandin. Bi pêşengiya berxwedana gerîla pêk hat. Gerîla bû rûmeta Kurdan, bû şeref û heysiyeta Kurdan. Hişmendî da Kurdan, rêxistinî, wêrekî û fedakarî da Kurdan. Kurd perwerde kir, bi rêxistin kir, ki rku li ber xwe bide, şer bike, ji bo azadiyê bi rengekî fedaî têbikoşe. Kurd ji nû ve anî ser xwe, afirand û niha jî ji bo rizgariyê li ser xeta berxwedanê ya Îmraliyê li her qadê bi lehengî li ber xwe dide.
Li her qada Bakurê Kurdistanê çalakiyên gerîla hene. Beriya niha di nûçeyan de hate weşandin; li Çiyayê Bagokê şerekî giran heye. Bi hefteyan herêma qedexe hate ragihandin, artêşa Tirk a faşîst nahêle kes xwe bigihîne wê derê. Li Amedê jî hebû. Li Serhedê şer qewimî, li Botanê timî diqewime. Ji Zagrosê heta bi Geverê li her qadê çalakiyên gerîla hene, şer diqewime. Berxwedana gerîla li ser xeta lehengiyê tê meşandin, li ser bingeha temsîliyeta ruh, îrade, hişmendiya fedaî ya Apoyî li ser xeta serketinê tê meşandin. Beriya her tiştî divê her kes bi vê zanibe. Gerîlayên me yên leheng ên vê berxwedanê dimeşînin bi vê wesîleyê silav dikim. Di şexsê hevrê Berwar Dersîm de hemû şehîdên leheng ên li Bakur li ber xwe dan, şer kirin û şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
ARTÊŞA TIRK 8 SAL IN DI NAVA ÇIRAVÊ DE YE
Dema ku berxwedana şerê gerîla tê gotin, Herêmên Parastinê yên Medyayê li pêş e. Qada bingehîn jî Zap, Metîna û niha jî nuqteyên hevpar ên van herdu qadan e. Li Heftanînê çalakiyên gerîla têne lidarxistin. Li Xakurkê çalakiyên gerîla hene. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi temamî ji berxwedana herî bi wate ya gerîla re şahidiyê dike. Ev gerîlayên nû ne. Fermandariyên me yên Biryargeha Navendî dem bi dem di vê mijarê de daxuyaniyan didin. Dibêjin Gerîlayên Modernîteya Demokratîk. Bi rêbazeke nû şer dikin. Bi rastî jî bi şerê koordîneyî yê tîm û tunelan li qadên diyarkirî yên şer bersiva herî bi wate dide artêşa duyemîn a herî mezin a NATO'yê ku bi her awayî piştgiriyê ji NATO'yê, derdorên cuda û xiyanetê werdigire.
Kes nikare vê berxweedanê bimeşîne. Me her tim got. Bi rastî jî ti artêş li Herêmên Parastinê yên Medyayê mîna gerîla nikare li ber xwe bide. Nikarin rojekê, saetekê di nava van şert û mercên bexwedanê de bisekinin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ji vê yekê bi hêvî bûbû. Digot 'Nikarin îdare bikin, nikarin li ber xwe bidin, em ê wan têk bibin'. Bi wê hêvî û hewesê êrîş kirin. 8 sal in qadek diyar kirine. Gav bi gav hîn bêhtir tengav dibin. Ev qad ji bo wan veguherîne çiravê. Dikin nakin nikarin dagir bikin, nikarin desteser bikin Her cûre çekên kîmyewî bi kar tînin, çeka taktîk nukleer bi kar tînin. Her kesên ku dikarin tevlî vî şerê bikin tevlî dikin. Lê belê gerîla bi rastî jî dîrokê dinivîsîne. Destanên lehengiyê diafirîne. Divê ev rastî baş bê dîtin. Ez vê berxwedanê careke din silav dikim.
Hêzên şervan û fermandariyê yên HPG û YJA Starê ku vê berxwedanê dimeşînin, serketinê ji wan re dixwazim. Di çapemeniyê de her roj nûçeyên wan têne weşandin. Gelê Kurd, mirovahî pê serbilind dibin. Dibin çavkaniya moral û hêzê. Ev yek bandoreke erênî dike.
BI BERXWEDÊRIYA ŞEHÎDAN HÊVIYÊN AZADIYÊ XURT DIBIN
Di şexsê fermandarê me yê mezin Orhan Bîngol û hevrê Rosîda Mêrdîn de şehîdên me hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Bi rastî jî divê mirov van şehîdan rast fêhm bikin. Têkildarî Rosîda Mêrdîn jî, hevrê Orhan jî di çapemeniyê de agahiyên têrker hatin dayin. Dîroka têkoşînê nîşan dan. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Tiştên ji rêzê nîne.
Beşeke mezin a jiyana xwe bi zanebûn û plankirî diyarî hebûn û azadiya gelê Kurd kirin, bi wêrekî û fedakariyeke mezin ji bo mirovahiyê, li ser xeta fedaî ya Apoyî têkoşiyan, hebûna xwe diyarî hebûn û azadiya gelê xwe kirin, pêşengî ji têkoşîna gerîla re kirin. Bi hêsanî tê gotin, lê belê divê her kes zanibe bê pêkanîna vê yekê tê çi wateyê.
Herdu hevrêyan ji nêz ve nas dikim. Demeke dirêj em bi hev re xebitîn, têkoşiyan, şer kir, lê belê şer bê berdêl nabe. Bi berxwedêrî, pêşengî, wêrekî, fedakarî, lehengiya van şehîdan derb li sîstem, mejiyê qirker mêtinger ê faşîzmê tê xistin. Hêviyên azadiyê, pîvanên jiyana azad, hişmendiya azadiyê, rêxistinî û çalakî bi pêş dikevin, li çar aliyên Kurdistanê, li her derê belav dibe. Heta ku ev berxwedan dewam bike bi rastî jî wê belav bibe.
Bi vê wesîleyê vê yekê jî bibêjim. Havîn qediya, 1'ê Îlonê em ketin payîzê. Hinekan ji bo me gotibûn 'PKK wê vê havînê biqede'. Hinekan gotibûn 'Wê li Bakurê Iraqê şopa wan jî nemîne'. Niha mîna ku ew jî ji bîr kirine. Dibêjin Mijdar, dibêjin zivistan. Yanî hefte, meh, salên Xwedê naqedin. Bi salan e ev çîrok bi vî rengî dewam dike.
Vê yekê bibêjim; PKK li ser xwe ye, hêza xwe bi temamî diparêze. Bi her awayî bi lehengî li ber xwe dide. Gerîla li ber xwe dide, pêşengiya partiyê li ber xwe dide, girse li ber xwe dide. Hemû karên xwe, wêje, huner bi her tiştî bi rengekî topyekûn û hevgirtî li ber xwe dide. Dost li ber xwe didin.
Hinekan bi xwe dane bawerkirin ku bi van êrîşan wê PKK'ê tine bikin. Ev xeflet e. Ji bilî lawazkirina xwe bi xwe wê ti encamê bi xwe re nîne. Wê bibînin, lê belê ji xwe dema ku ev fêhm kirin wê hêza wan ji xwe tine bû be, qediya be. Hûn çi diqedînin? Bi deh hezaran milîtanên çalak ên PKK'ê hene, bi sed hezaran potansiyela xwe heye ku çalak bike. Zêdeyî bîst milyon Kurdan bi rê ve dibe.
GELÊ ME WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE
Li çar aliyên cîhanê ne sed hezaran, ne bi milyonan her wiha bi dehan milyon dostên xwe hene. Hûn çi diqedînin? Tevgereke bi vî rengî hûn ê bi çi biqedînin? Yên ku vê dibêjin tenê dikarin xwe biqedînin. Ji xwe wê biqedin, dawiya wan wê bi vî rengî be. Vê yekê bi zelalî dikarim bibêjim. Gerîla pêşengên serketinê yên berxwedaneke bi vî rengî ne. Bi vê berxwedana me wê gelê me teqez bi ser bikeve.
PKK li ser xeta serketinê hîn bêhtir mezin dibe, belav dibe, berfireh dibe. Hîn bêhtir bandorê li mirovahiyê dike. Bi dîlgirtina Rêber Apo ya li Îmraliyê dixwazin qaşo bandorê kêm bikin, birizînin. Lê belê Rêber Apo li tevahiya cîhanê belav bû. Got, 'Parêznameyên min li ku be ez li wir im'. Parêznameyên wî niha li çar aliyên cîhanê di destê her kesî de ne. Ji her nijad, civak, neteweyan di destê jin, ciwan, karker, kedkar, şoreşger û hêzên sosyalîst de ye. Rêber Apo li her derê ye. Di dest, mejî û dilê her kesî de ye. Ma karin Rêber Apo li Îmraliyê birizînin? Yên ku hêviyê ji vê yekê dikin tenê dikarin xwe birizînin. Gelo PKK dikare bê tinekirin? Nikare bê tinekirin. Payîz hat, careke din neserketina wan şênber bû. Neserketina faşîzma AKP-MHP'ê careke din eşkere bû. Ji ber ku PKK li ser xwe ye, ji her demê bêhtir xurt e, ji her demê bêhtir nêzî serketinê ye. Têkoşîna azadiyê li her derê ji her demê bêhtir bi xurtî û bi wate dimeşîne. Heta serketinê jî wê bimeşîne.
ÇAPEMENIYA AZAD WÊ NIKARIBE BÊ BÊDENGKIRIN
Hevdîtina 15'ê Tebaxê ya navbera Iraq û Tirkiyeyê girîng e. di çapemeniyê de hate weşandin ku hin biryar wergirtine, lê belê beriya wê ji xwe li hev kiribûn. Heman piştre di 23'ê Tebaxê de li Silêmaniyeyê li dijî endamên Çapemeniya Azad êrîşeke nemerdane hate kirin. Her hal hefteyek di ser peymanê re derbas nebû bû. Ev êrîş di çarçoveya vê tifaqê de hate kirin. Hin derdoran, tevgera çapemeniya azad ev yek bi vî rengî pênase kir, nirxand. Nirxandinên rast û di cih de ne. Bi temamî pêkanîna destpêkê ya peymana 15'ê Tebaxê bû. Di 23'ê Tebaxê de li Seyîdsadiqê li dijî endamên çapemeniya azad, mirovên sivîl û bê çek êrîşeke nemerdane û tirsonekî kirin.
Faşîzm ji xwe tê wateya tirsê. Rejîma tirsê. Xiyanet jî ji faşîzmê bêhtir rejîma tirsê ye. Bi êrîşa li ser mirovên sivîl ên bê çek, bi qetilkirina wan, bi rijandina xwîna wan dixwazin tirsa xwe ji holê rakin.
Li ser vê bingehê Gulistan Tara û Hêro Bahadîn bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di şexsê wan de şehîdên me yên Silêmaniyeyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim. Çapemeniyê bersiva pêwîst da. Çapemeniya Azad ti carî nekarî bê bêdengkirin. Ji niha û pê ve jî wê nikaribin bêdeng bikin.
Em werin ser mijareke din; 22'ê Nîsanê peyman mohr kirin. Hefteyek beriya 22'ê Nîsanê Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Emerîkayê; çend rojan lê ma. Vegeriya û ragihand ku wê bi Tirkiyeyê re peymana stratejîk pêk bîne. Piştî çend rojan jî Tayyîp Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê kir. Peymanên navborî hatin kirin. Iraqê mohra xwe lê xist, rêveberiya Iraqê çawa mohra xwe danî binî? Yanî Sûdanî dema ku ji Emerîkayê vegeriya eşkere kir ku wê îmze bike. Ne ji cihekî din. Diyar e ev biryar li Emerîkayê hatiye wergirtin. Ne zehmet e ku ev yek bê fêhmkirin. Emerîkayê ji rêveberiya Iraqê xwest, rêveberiya Iraqê jî qebûl kir. Ava Kurdan ji bo qirkirina Kurdan weke mijareke bazarê bi kar tînin. Bi taybetî faşîzma AKP-MHP'ê vê yekê bi rengekî gelekî nebaş bi kar tîne. Iraq tengav kirine, Sûriyeyê tengav dikin têkildarî vê mijarê. Ji berê ve meseleya ava çemên Firat û Dîcle hebû, meseleya enerjiyê hebû. Vê dikin hincet lê belê li pişt vî karî teqez DYE heye.
PEYMAN BI DAXWAZA DYE'YÊ HATE AMADEKIRIN
DYE'yê xwest, Iraqê jî îmze kir. DYE çima ev yek xwest? Ji ber ku rêveberiya Tayyîp Erdogan ji aliyê DYE'yê ve ji bo serxistina komploya navneteweyî hate wezîfedarkirin. Dibêjin li Tirkiyeyê bi hilbijartinê hat, di hilbijartinê de bi ser ket filan û bêvan; ev hemû çîrok in. Ti eleqeya xwe bi rastiyê nîne. Ya rast ew e ku rêveberiyek hatiye wezîfedarkirin e. Piştî ku hikumeta Ecevît bi ser neket, dema ku Rêber Apo têkoşîna Îmraliyê qezenç kir, hikumeta Ecevît jî têk çû, hingî pêwîstî bi hikumeteke nû hebû. Lê geriyan bê kî dikare vî karî bike û hilbijartin. Tayyîp Erdogan dîtin, wezîfedar kirin û bi navê AKP'ê li dora partiyekê da rûniştandin. Tayyîp Erdogan jî heta ku jê hat êrîş bir ser Îmraliyê. Dawiya wî jî mîna ya Ecevît bû. Rêber Apo di têkoşîna Îmraliyê de bi ser ket. Tayyîp Erdogan ber bi sala 2005'an ve winda kir.
Hêzên komploger piştre alternatîfeke cuda nedîtin. Timî piştgirî dan Tayyîp Erdogan. Bi serokê DYE'yê re hevdîtin kirin, nizanim wezîrê karên derve hat Tirkiyeyê. Di têkoşîna li Kurdistanê de timî piştgirî dan rêveberiya Tayyîp Erdogan. Çi kirin, êrîşên siyasî kirin, dek û dolab gerandin, êrîşên leşkerî kirin, hîle kirin, bi navê çareseriyê lîstik lîstin. Nekarî bi ser bikevin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan gihîşt ber hilweşînê. Ji bo wî li ser piyan bihêle MHP a Devlet Bahçelî dan ber çengê wî. Herduyan bi hev re bi salan êrîş kirin. Nekarîn bi ser bikevin. Hatin ber hilweşînê. Piştre Barzanî dan bin çengê wî yê din. Bİ wan re hewl dide vê plana çalakiyê ya têkbirinê bimeşînin. Bi vê yekê re xwestin PKK'ê tine bikin. Hêviya vê yekê kirin.
TIFAQA ERDOGAN, BAHÇELÎ Û BARZANÎ NEKARÎN ARMANCA TÊKBIRINA PKK'Ê BI SER BIXÎNIN
AKP-MHP-PDK yanî tifaqa Tayyîp Erdogan, Bahçelî û Barzanî nekarîn komploya navneteweyî bi ser bixînin, nekarîn armanca tepisandin û tinekirina PKK'ê bi ser bixînin. Yanî pêwîstiya wan bi alîkariyê çêbû. DYE'yê vê carê jî ji rêveberiya Iraqê re got, 'Hûn piştgiriyê bidin'. Niha bi wê piştgiriyê êrîş dikin. Yanî li pişt van êrîşan hemûyan DYE heye, NATO heye. Bi destûra wan dibe. Bi tevlîkirina dewleta Iraqê li faşîzma AKP-MHP'ê, hevkariya PDK'ê dixwazin PKK'ê lawaz bikin, gerîla lawaz bikin, bi vî rengî bandora li ser siyasetê û têkoşîna li Kurdistanê û herêmê kêm bike. Armanc ev e. Ev tifaq li ser vê bingehê hate avakirin.
Yên ku ev ava kirin, bi rê ve birin teqez hêzên komploger ên navneteweyî ne. Li pişt wê hêzên komploger hene. DYE heye, Îngilistan heye. Ji xwe bi destûra ji wan wergirtî dikin. NATO piştgiriya herî zêde dide. Divê mirov bi vê zanibin. Ji hinekan heye ku Tayyîp Erdogan dike, Devlet Bahçelî dike, ew biryarê didin. Ev çîrok e. Ew xwe dinepixînin, mîna ku ew dikin nîşan didin.
Eleqeya vê yekê bi rastiyê nîne. Li pişt wê ev hêz hene. Çima pê dide kirin? Wê dest li Tirkiyeyê werdin. Wê emeliyatê bikin. Sîstem bi vî rengî nameşe. Nakokî û şerê navxweyî gelekî kûr in. Lewma dest li Iraqê werdan, ji Efganistanê destpê kirin, dest li Sûriyeyê werdan. Rojhilata Navîn bi temamî veguherandin qada şer. Lê belê dikin nakin nikarin krîz û kaosê ji holê rakin. Nikarin rêyeke rizgariyê peyda bikin. Nuqteyeke girîng a şer Tirkiye ye. Wê dest li Tirkiyeyê werdin. Li gorî berjewendiyên xwe wê guhertinan bikin. Lê belê heta ku PKK nebe nikarin vê bikin. ditirsin. Dibêjin 'Eger em dest lê werdin wê PKK bi ser bikeve. Eger em bixwazin li Tirkiyeyê rêveberiyê biguherînin, Tirkiye wê sûdê ji vê werbigire û bi ser bikeve'. Çawa? Zêdeyî 10 salan li Bexdayê Saddam Huseyîn li ser desthilatdariyê hiştin bi têgihiştina 'Rêber Apo û PKK hene. Em bi ser de biçin wê PKK li Başûrê Kurdistanê, li Iraqê belav bibe'. Bazarî kirin û komploya navneteweyî pêk anîn. Rêber Apo xistin nava sîstema Îmraliyê. Piştre jî êrîşêı Bexdayê kirin. Niha jî ji bo karibin dest li Tirkiyeyê werdin, li gorî berjewendiyên xwe ji bo karibin dest li Tirkiyeyê werdin, dixwazin PKK ji rewşa astengiyê derxînin, bikin ku li pêşiya wan nebe asteng.
GUH NEDAN HIŞYARIYÊN RÊBER APO
Ditirsin. Ditirsin ku PKK alternatîfekê biafirîne, modernîteya demokratîk, sîstema alternatîf li ser bingeha azadiya Kurdan demokrasiyê li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike û pêşengiyê ji vê yekê re bike. Ji ber vê yekê bi hev re êrîşî PKK'ê dikin. Ev yek rastiyeke. Fêhmkirina vê zehmet nîne. Naxwe çi hêza Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî heye? Ev kes ew kes in ku çi ne kî ne nediyar e. Hin ehmeq ku mejiyê wan hatiye şuştin dane pey wan, ji wan re li çepikan dixin. Derdoreke welê faşîst hatiye avakirin. Naxwe ji vê wêdetir tiştek nîne. Kurdistanê dagir dikin, li Başîkayê bi cih dibin, qaşo wê Kerkûkê bi dest bixin, Rojava bi dest bixin, li ser çavkaniyên enerjiyê hemûyan serwer be. Ma wê vê qebûl bikin? Eger qebûl bikira çima Şerê Cîhanê yê Yekemîn qewimî? Ev şerê Rojhilata Navîn ê sedsalî çima hate destpêkirin? Gelo ev yek tiştekî aqilane ye?
Ji hinekan heye ku wê bi wan bidin xwarin, dane Tirkiyeyê. Eleqeya xwe pê re nîne. Hemû lîstik e, bi plan dimeşînin. Li hemberî Tirkiyeyê lîstik têne lîstin. Lê belê li Tirkiyeyê pêwîstî bi mejiyekî heye ku vê fêhm bike. Em vê nabînin. Rêber Apo di hevdîtinan de bi salan bal kişand ser vê yekê. Hişyarî da ku lîstik, komplo hene, wê bi felaketê re rû bi rû bimînin. Kesî guh nedan û fêhm nekirin.
Niha ne li ber felaketê ne, di nava felaketê bi xwe de ne. AKP-MHP'ê bi polîtîkayên xwe yên heyî yên dijminatiya li Kurdan Tirkiye xistiye nava felaketeke bi vî rengî. Hîn jî piştgiriyê didin vê yekê, kesek bi rengekî çalak li ber ranabe. Di rewşeke bi vî rengî de çareserî çi ye, çare çi ye? Yekane çare demokratîkbûna Tirkiyeyê ya li ser bingeha azadiya Kurdan e. Ev yek çareya Tirkiyeyê ye, çareya Rojhilata Navîn e, çareya cîhanê ye. Eger hinek li aştiyê digere, yekane afirînerê vê yekê jî Rêber Apo ye. Konfederalîzma demokratîk, paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk a Rêber Apo çareserî ye, çareserî modernîteya demokratîk e.
Rizgariya Tirkiyeyê di destê Rêber Apo de ye. Ya ku ber bi felaketê dibe jî AKP-MHP ye. Divê ev yek bê dîtin, bê fêhmkirin. Li ser vê bingehê me gelek carna projeyên çareseriyê destnîşan kirni û weke tevger daxuyanî dan. Em ê hewldanên xwe dewam bikin. Em bê hêvî nînin, lê belê li Tirkiyeyê heta niha bersiva vê yekê nehatiye dayin. Li Tirkiyeyê derdorên çep, sosyalîst û demokratîk jî ev rastî fêhm nekirin. Nekarîn vê lîstikê bibînin. CHP dibe parçeyek ji vê yekê. Bi vî rengî tu yê bi ku ve biçe? Tu yê çi rizgar bike? Ji bilî dûvikê wan tu yê nebe tiştek. Rewş û rastî bi vî rengî ye. Eger rewş fêhm kiribûna û li Tirkiyeyê li dijî vê rêveçûna felaketê seknek hebûya, têkoşînek bihata meşandin bêguman wê ewqasî xwîn nerijiyabûya. Çareserî wê hîn zû pêk bihata. Gel wê bi xwişk û biratî, dûrî zext, zilm û mêtingeriyê bigihîştibûna jiyaneke demokratîk.
YÊN KU LI VAN NAMERDAN TEMAŞE DIKIN JÎ BILA ŞERM BIKIN
Divê mirov hîn bêhtir qala PDK’ê, bi taybetî jî qala Barzaniyan bike. Divê mirov bide fêmkirin. Têkildarî vê yekê xapandina bi ser de nixumandî, herî zêde lîstik li vir heye. Baldar bin; mesela Bradostan, Rêkaniyan, Nêrwehiyan, Berwariyan, Sindiyan; bi dehan gund û warên eşîran bi destê PDK’ê tên şewitandin. Piştgiriya herî mezin PDK dide dewleta Tirk. Arazî tên şewitandin, gund tên şewitandin û hilweşandin, baxçe tên tunekirin û mirov ji cihên xwe tên kirin. Tam komkujiyek heye.
Wêneyên Xezeyê tên nîşandan. Bila werin ka karesata mirovan çawa diqewime, bila li Metîna binêrin, li Zap, Heftanîn û Bradostê binêrin. Gundiyên Kurd tevî ewqas qedexeyê derdikevin çapemeniyê û hewar dikin. Dibêjin, “me canê xwe zor rizgar kir.” Kel û pelên xwe ti tiştê xwe rizgar nekirine.
Li beramberî vê yekê Barzanî zexim dibin û zexim dibin. Mezin dibin. Xanedan mezin bû. Hewlêr bi dest xist, cihên din bi bi dest xistin. Bûn civateke dewlemend. Beriya 10 salan statistikek hatibû dayîn. Nêçîrvan Barzanî yek ji 100 dewlemendên cîhanê ye. 10 sal derbas bûn, herhal niha yek ji 50 dewlemendên cîhanê ye. Muhtemel Mesrûr Barzanî jî li pey wî ye. Ev qasê dizî kirin yanî. 35 sal in hemû derfetên Başûrê Kurdistanê bi dest xistin. Êdî çapemenî jî vê yekê dinivîse, li deverên cuda yên cîhanê jî dinivîsin. Pêwîst nake em bêjin.
Gelo çawa derfetê vê yekê tê dayîn, çawa bêdeng tê mayîn? Çawa li vê rewşê tê nêrîn? Yên ku ev qasê dişewitînin û hildiweşînin, bi rastî jî namerd in. Namerdiyê dikin, lê yên temaşe dikin jî bila şerm bikin. Ev ne rewşeke welê ye ku mirov lê temaşe bike.
DI XWÎNA BI HEZARAN ŞERVANÊN AZADIYÊ DE, TILIYA PDK’Ê HEYE
Hevkariya MÎT-PDK yan jî Parastinê ne nû ye. Ji roja damezrandina wan û vir ve heye. Bi dehan sal in hevkarî di asteke pir pêşde heye. Her kes vê yekê dizane. Ew bi xwe jî ne di wê rewşê de ne ku vê yekê înkar bikin. Gelek caran bi eşkere digotin. Hîn zêdetir ji sala 2018’an û vir ve, ev odeyên lêpirsînê yên hevpar ên ku niha hatine diyarkirin, odeyên operasyona hevpar di asta herî pêş de tên pêkanîn jixwe.
Ji sala 2018’an ve di 6 salên dawî de sûcê Parastinê di hemû êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de heye, tiliya wî têde heye. Didin çapemeniya dewleta Tirk, nûçe didin çêkirin. Li ser bingehê hevkariya hêzên MÎT’ê, “me ev qas êrîş pêk anîn, li PKK’iyan xist.” Yê ku van êrîşên Tirk dide kirin, ne MÎT e. MÎT li Başûrê Kurdistanê nîne. Parastin heye. MÎT û Parastin bi hev re, di nava hev de ne. Hemû îxbar ji aliyê Parastinê ve tên kirin. Hemû îstixbaratê, Parastin kom dike. Li ser vê bingehê komkujî li ser komkujiyê dan kirin. Ne tenê destê wan, hemû bedena wan di gola xwînê de winda dibe.
Di van 6 salan de, ne bi sedan, bi hezaran şervanên azadiyê dan qetilkirin. Hîna me ev mijar şîrove nekirine. Em dikarin şîrove bikin û gelek îspatan nîşan bidin. Ez nabêjim deh yan jî sed; bi hezaran şervanên azadiyê şehîd bûne, êrîşên ku dewleta Tirk pê dibêje, “min ev qas qetil kirine” hemû jî bi îxbara Parastinê çêbûn. Erê, bi navê MÎT’ê hate dayîn lê belê Parastinê ev agahî hemû dan MÎT’ê. Evane hemû di destê me de belgekirî ne. Em ne ji bo sûcdarkirina ti kesê dibêjin. Ev ne rewşekî nû ye. Bi salane ev yek diqewime û hem jî li ser bingehê hevkariyeke herî namerdane diqewime.
Niha li vir tişta girîng ev e. Êdî hevkariya Barzaniyan derketiye bazarê. Li holê ye ku ew di nava hevkarî û xiyaneteke çawa de ne. Lê belê ev faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze hinekê qurnaziyê bike. Dît ku piştgiriya xiyanetê hinekê nefesê bi wan dide standin, çete hinek din nefesê didin standin, di bin navê parêzvaniya gund de hinek din jî nefes bi wan çeteyan da standin; niha hewl didin, hêzên mîna Barzaniyan ji Bakur derxînin.
DIXWAZIN HUDAPAR BIKIN ÇETEYÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ YÊN BAKUR
Herî dawî li Ahlatê, yê bi Tayyîp Erdogan, bi Bahçelî re dest girtî û rakirî, ji xwe re dibêje ‘partiya Kurd’, yê ku em jê re dibêjin Hîzbulkontra, wan xwe weke Hudapar bi nav kirî, yên ku demekê weke Hîzbullah dihatin naskirin û hin derdorên li dora wan, mîna Barzaniyan û PDK’ê li Başûr kirî, tê xwestin ku wan jî bikin çeteyên leşkerî û siyasî yên nû yên Bakur. Ev rastiyeke eşkere ye. Niha xeteriyeke cidî ev e. Divê her kes vê yekê bizane.
Ji vî alî ve divê em van derdoran hişyar bikin. Me dem bi dem hişyar kir. Yanî beriya 100 salan, hevkarî û xiyanetê bi Kurdan da windakirin. Niha yê ku wê dîrokê, wê dîroka neqenc jinûve tekerrur dikin, weke mirovên herî xirab û tarî yên dîrokê tên bîranîn. Divê nekevin wê rewşê. PKK wê destûra vê yekê nede. Bila dest ji ferzkirina vê yekê berdin. Yan dîrok jî civak jî wê wan lanet bikin, wê di dîrokê de bibin yên herî lanetkirî. Derdorên ku bi van dixapin, bila dûr bikevin. Çi eleqeya vê rewşê, bi welatparêziya Kurd heye? Komkujiyên li Bakur ne bes in, li Başûr, li Rojava li ku derê Kurd hebin faşîzma AKP-MHP’ê li wê derê komkujiyê pêk tîne. Gelo çi eleqeya Kurdan bi vê faşîzmê re heye? Ma ji yên wisa re mirov dikare bêje Kurd? Hele wisa welatparêz yan jî netewperest dibe? Faşîstekî mîna Devlet Bahçelî. Li Tirkiyeyê ti kesê destî wî nedigirt. Yê ku destê wî digire û di vê pêvajoyê de radike, tê çi wateyê? Her roj dijûn dike û komkujiya Kurdan dide kirin, çima destê wî digire û radike? Gelo ma qet şerm nake, qet fêm nake vê yekê? Ev lîstokeke ku ji bo li dijî Kurdan bide şerkirin. Berê, beriya sed salan çawa kiribin, di pêvajoya Lozanê de jî çawa bi ser ketibin niha heman tiştê dixwazin dubare bikin. Niha hin kes dîsa dixwazin rolê hevkarî û xiyaneta wê demê, dîsa bilîzin. Bila ji vê yekê dûr bikevin, yan wê zirar bibînin. Yanî Têkoşîna Azadiyê destûra vê yekê nade. Li ser vî bingehî ez bang li gelê me jî dikim. Ev xeteriya herî mezin e. Lîstoka herî xirab e. Em vê rastiyê bibînin. Divê li dijî van helwesteke zelal hebe. Rêber Apo digot, “Em hevkar û xayînên wiha bi tifa xwe bixeniqînin.” Divê nederkevin kolanê. Ne derkevin nava mirovan. Divê tif li rûyê wan were kirin. Hevkarî û xiyanet xeniqînê heq dike. Heta ku ew nexeniqin, pêşxistina têkoşîna azadiyê û gihandina serketinê ne pêkan e. Heta ku ew nexeniqin, têkbirina dijminê mêtinger û qirker ne pêkan e. Ji ber ku yên ku herî zêde dijmin diparêzin û xurt dikin, ew in. Ji vî alî ve têkoşîna li dijî zihniyet û sîstema faşîst, mêtinger û qirker, ji têkoşîna li dijî hevkarî û xiyanetê qut nîne. Mîna goşt û neynok bi hev ve girêdayî ne.
Li ser vî esasî divê her kes bi hestiyar be. Li Bakur jî divê teqez destûr û derfeta lîstokeke nû ya Barzanî neyê dayîn.
DIVÊ EM NE QALA AŞTIYÊ, DIVÊ EM QALA ŞERÊ AŞTIYÊ BIKIN
1’ê Îlonê di rastiyê de roja şer bû. Yanî jê re “roja aştiyê” gotin, lê belê di 1’ê Îlona 1939’an de faşîzma Hîtler sînor derbas kir û êrîşî Polonyayê kir. Şerê Cîhanê yê 2’yemîn, wisa destpê kir. Yanî ew şerê karesatê yê mezin ku 6 salan dewam kir û bû sedemê mirina zêdeyî 50 milyon mirovan, di 1’ê Îlona 1939’an de destpê kir. Ji bo ev yek were berevajîkirin derdorên sosyalîst, pêşverû û demokratîk roja aştiyê îlan kirin. Ji bo şer biqede û aştî çêbibe.
Bangên aştiyê tên kirin, lê weke we diyar kirî şerek heye. Hem jî ev bi salane didome, bi deh salane didome. Ne diyar e ka wê kengê biqede. Di nava şerekî wiha de gelo mirov dikare qala aştiyê bike? Encex eger tu ji bo aştiyê şerekî mezin bidî, hingê dikare bi wate bibe. Yan bi gotina “ez aştiyê dixwazin yanî aştî baş e, bila her kes dest ji şer berde”, ti kes dest ji şer bernade. Şer bi dawî nabe. Lê belê aştîxwaz jî divê li dijî vî şerî têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşînin ku aştî çêbibe.
Aştî encex bi demokrasî û azadiyê pêkan e. Li cihê azadî û demokrasî lê nebe, ma wê aştî çêbe? Helbet nabe. Wê demê ji bo serxistina azadî û demokrasiyê, divê ji bo azadî û demokrasiyê têkoşîn û şer were kirin. Ev, şerê aştiyê yê herî mezin e. Aştî na, lê belê di rewşa îro de divê em qala şerê aştiyê bikin. Diyar e ku pêşengê herî mezin ê şerê azadî û demokrasiyê, rêber, nûner û hêza çareseriyê Rêber Apo ye. Yên dixwazin vê yekê bikin jî divê vê pêşengiyê bibînin, Rêbertî bibînin. Divê bi têkoşîna wî re bibin yek. Bi taybetî jî li Tirkiyeyê divê wiha be.
BÊYÎ DEMOKRATÎKBÛN, AŞTÎ NABE
Pêdiviya Tirkiyeyê gelek bi aştiyê heye. Zihniyet û sîstema dijminê Kurd, faşîzma AKP-MHP di şerê Kurd de Tirkiye anî rewşa yê ku pîvan, exlaq û hiqûqê nas nake û guh nadiyê. Her aliyê Tirkiyeyê veguherand gola xwînê. Ji bo rawestandina vê yekê, divê mirov aştiyê li Tirkiyeyê ferz bike. Divê mirov azadî û demokrasiyê ferz bike. Bêyî azadiya Kurd û bêyî demokratîkbûna Tirkiyeyê, aştî nabe.
Aştî bi van re mîna goşt û neynok di nava hev de ye. Wê demê ji bo aştiyê, divê em seferberî şerê azadî û demokrasiyê, şerê antîfaşîst bibin. Pêdiviya Tirkiyeyê ji nan û av hîn bêhtir, bi vê yekê heye. Hêza ku vê yekê bi ser bixîne jî Kurd in. Bi her tiştê xwe ve têdikoşin. Jixwe hemû têkoşîna wan ji bo azadî û demokrasiyê ye. Ji Kurdan re azadî dixwaze, ji Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê re demokrasiyê dixwaze. Ev tê wateya têkoşîna aştiyê. Pêşengê vê yekê jî Rêber Apo ye. Hêzên azadî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê, tevgerên jin û ciwan divê hîn zêdetir bi vê têkoşînê re bibin yek. Her kesê ku dibêje ez antî-faşîst im, divê vê rastiyê bibîne, bi van hêzan re bibe yek û bi rastî jî hewl bide tevgera antîfaşîst mezin bike û pêş bixe û Tirkiyeyê ji karesata AKP-MHP’ê rizgar bike.
Şerê Cîhanê yê 3’yemîn, rastiyek e. Ecêb e yanî. Tayyîp Erdogan got, “Dibe di demê pêş de Şerê Cîhanê çêbibe, divê mirov amadekarî bike.” Niha her kes wê dubare dike, amadekariyên şer dike. Jixwe bi dehan sal in şer çêdibe. Yanî bi dehan sal in şer heye. Gelo mirov çawa vê yekê nabînin?
Şerê Cîhanê yê Yekemîn çawa bi dawî bû? Bi Şoreşa Cotmehê re bi dawî bû. Şerê Cîhanê yê Duyemîn di wê holê de pêş ket û rewşeke cuda bû. Yekîtiya Sovyetan hilweşiya, şer jinûve destpê kir. Me ji vê re got, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Rêber Apo wiha nirxand. Di sala 1990’an de Krîza Kendavê û şer çêbû. Ji wê demê ve ev şer didome.
Eger mirov di nava şer de nebin, vê yekê fêm nakin. Her carê dema rewşeke cuda çêdibe, li gorî dinirxînin. Divê xwe ji vê yekê rizgar bikin. Hinek dibêjin, “hîna amadekarî tê kirin.” Hinek dibêjin bi Ukraynayê destpê kir. Ne wisa ye. Ji destpêka 1990’an ve, 35 sal in şerekî cîhanî heye.
ŞERT Û MERCÊN SALA 1923’YAN WÊ ÊDÎ ÇÊNEBE
Ev şer li kuderê dom kir? Li her devera Rojhilata Navîn. Şerê Cîhanê yê Yekemîn li kuderê dom kiribe, yên meraqa wan heye bila dîroka şer vekin û lêkolîn bikin. Wê bibînin ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn jî li wir didome. Ji Efganistan heta Yemenê, Lîbyayê, ji wir jî heta Iraq û Sûriyeyê hemû xaka Osmanî dîsa di nava şer de ye. Tişta ku jê re Şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê gotin, rewşa biencambûna bi şêweyên cuda yê Şerê Cîhanê yê Yekemîn ê bi Şoreşa Cotmehê ye, lêgerîna li wergirtina encameke nû ya piştî hilweşîna Şoreşa Cotmehê ye. Wê demê lêgerîna kesên di rastiyê de şer derxistine, ji ber Şoreşa Cotmehê negihişt encamê. Ne eniya Elman-Osmanî ne jî Îngilîz-Fransî, armanca tifaqên wan negihişt encamê. Çima? Ji ber ku di Rûsyayê de alternatîfek çêbû. Ji wê tirsiyan. Ji bo astengkirina wê di nava xwe de, neçar man ku lihevkirinên nû bikin. Dewleta Tirk di vê holê de çêbû. Peymana Lozanê wiha çêbû. Ew jî dihesibînin ku wan pir baş şer kir, pîroz dikin. Tiştek wiha nîne. Konjonktur baş nirxandin. Polîtîka baş nirxandin. Tevgera Kemalîst hinekê jî li ber xwe da. Di wan şert û mercan de ev encam bi dest xist.
Şert û mercên sala 1923’yan êdî çênabin. Tayyîp Erdogan wan deran dixwîne, dixwîne. Abdulhamîd dixwîne. Ji bo car din tiştek wiha çêbibe û ew jî bi fikra ku bibe Abdulhamîdê duyem yan jî Mustafa Kemalê duyem, dixebite, lê belê ev yek vala ye.
Şerên li deverên din, Şerê Ukrayna, belavbûna şer a li Behra Reş e. Jixwe Şerê Cîhanê yê Yekemîn jî belav bûbû. Tengezariya Pasîfîk û pevçûnên wê, bi van re eleqedar e. Divê ev şer were dîtin. Eger wiha bêjin yên ku vî şerî tahlîl dikin, Şerê Cîhanê yê Duyemîn bi bikaranîna bombeya atomê re bi dawî bû. Wê demê careke din Şerê Cîhanê encex bi bikaranîna bombeya atomê wê çêbe, yan jî em ê ji wê re bêjin Şerê Cîhanê; ez ji wê re tiştekî nabêjim. Hîna di wê astê de bombeyeke atomê nehatiye bikaranîn, lê bombeyên nukleer di asta aktîk de li her derê tên bikaranîn. Bila yên mereq dikin werin em nîşanî wan bidin ka li Zapê çawa tên bikaranîn.
Ji wî alî ve ev şer bi vî rengî didome. Ya li Xezeyê li ser vî bingehî çêbû. Gelê Fîlîstînê qurbanî vir dikin. Niha dibêjin wê belavî Lubnan û Sûriyeyê bibe.
Cihên ku di şerê Cîhanê yê Yekemîn de navenda şer, her cihên ku navenda şer a Rojhilata Navîn niha jî wisa ye. Û ev her ku diçe bi ser Tirkiyeyê de jî diçe. Hin kesan li Tirkiyeyê ev yek dîtin û fêm kirin. Navend ew der e. Geşedanên piştî sala 1918’an wê tune bibin, Tirkiye wê bibe navenda şer, wê bibe odaka wê.
YEKANE RÊYA JIYANKIRINA TIRKIYEYÊ, ENIYA DEMOKRASIYÊ YE
Di ferqa vê yekê de ne. Ji bo astengkirina vê yekê, hewl didin şerê Îsraîl-Îranê derxin. Şerê Hamas û Îsraîlê derxistin. Hewl didin şerê Hîzbûllah-Îsraîl çêbikin. Bi hemû hêzên xwe dixwazin nehêlin ku şer nêzî Tirkiyeyê bibe, lê belê ev hewldan vale ye! Wê nekarin. Em vê bi eşkere bînin ziman. Ev şer wê were, li Tirkiyeyê odaka xwe çêke. Tirkiye wê bibe navenda şer. Yekane tişta ku Tirkiyeyê ji vê rewşê rizgar bike, demokratîkbûna li ser bingehê azadiya Kurd û yekîtiya demokratîk a bi gelên herêmê re ye, Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk e, eniya demokrasiyê ya li dijî vî şerî û rêxistinbûna eniya aştiyê ye. Yekane rêya jiyankirina Tirkiyeyê ev e.
Bi rêbaz û şêwzeke cuda ti kes nikare ji nava vî şerî derbikeve. Mîna Tayyîp Erdogan, belavî Sûriye û Iraqê bibe û xwe bi serserkî bavêje nava şer. Yên ku vî şerî bi rêve dibin, di rastiyê de Tayyîp Erdogan weke sîxurekî bi kar tînin. Di dawiyê de wê dora Tirkiyeyê were. Wê demê dê bêjin “ka were.” Yanî “hesabê bide.” Wê bêjin, “Erê, sed sal in te ev tişt kirin lê ew dem êdî derbas bû.” Ev dem wê were.
Wê gava din jî min diyar kir; di rastiyê de yê ku destpêkê ev yek dîtî Rêber Apo ye. Nirxandin kir ku ev yek ji bo gelan çiqas bi zirar e, hewl da pêşî lê bigire, fikrên alternatîf pêş xist, projeyên siyasî pêş xist, îradeya çareseriyê danî holê. Lê belê hate astengkirin, tê astengkirin. Êrîşa komploya navneteweyî, êrîşa astengkirina vê yekê ye. Sedemê ku 42 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin, di rastiyê de ji bo meşandina vê siyasetê ye. Ji bo astengkirina pêşketina ku pêşî li vê karesatê bigire, nahêlin peyvek jî ji Rêber Apo derkeve derve.
Divê her kes vê yekê bi eşkere bibîne û fêm bike. Wiha bi gotina ‘em aştiyê dixwazin’, nabe. Îş cidî ye. Bila her kesê aqlê xwe komî ser hev bike. Em kapîtalîzmê rast fêm bikin. Em têkîliyên hundirîn ên sîstema modernîteya kapîtalîzm, rast fêm bikin. Em Şerê Cîhanê yê Yekemîn vekin, bixwînin û lêkolîn bikin. Geşedanên 100 salî… Yanî çi hedê Tirkiyeyê ku li dijî Îsraîlê rabe, li dijî Îsraîlê projeyeke rêya enerjiyê ya nû derxe? Nuqteya herî kûr a sermayeyê Îsraîl e. Hemû DYE, Îngilistan hemû li pişt in. Ma gelo Îsraîl heye? Ew hene.
Ji vî alî ve, divê rewşa heyî hîn rasttir were fêmkirin. Divê mirov di vê rastiya Şerê Cîhanê de wiha serê xwe filû neke. Bila her kes dest ji gotinên, “wê amadekarî hebin, piştre çêbe, nizanim ev û ew” berde. Xeterî mezin e. Em ji bo astengkirina vê xeteriyê şer dikin. Em ji bo astengkirina encamên hîn xirabtir ên xeteriyê û ji bo gihiştina aştî û demokrasiyê, şer dikin. Bila her kes vê fêm bike. Yên ku bi rastî jî vê yekê dixwazin, bila hêz û piştgiriyê bidin vê yekê. Gotina me ev e, bang û vexwendina me jî ev e.
DIVÊ JI TEXRÎBATA EKOLOJÎK RE DERFET NEYÊ DAYÎN
Mêtingeriya mirov a li ser mirov û zext û mêtîngeriya mirov a li ser xwezayê paralel in. Ji ber vê zexta faşîst, mêtîngeriya terorî, zexta pergalê û zihniyeta serwer a zilam a li ser jinê û mêtîngeriya vê, di milê din de tê wateya li ser xwezayê êrîş û mêtîngerî. Jiyana civakê ya azad, rêveberiya wê ya demokratik, di bingeha azadiya jinê de vê pêkanîn jî tê wateya bi xwezayê re bi hev re jiyan kirin, zanîna ji xwezayê xwe xwedîkirin û bi xwezayê re di nav hev û du de bûyînê. Texrîpkirina xwezayê tê wateya di asta herî jor de pêşxistina zext û mêtîngeriyê, dîktatoriya faşîst û pergala zilam a serwer. Divê wiha bê nirxandin. Wê çaxê çawa ku azadiya jinê û ya civakê dixwazin, dîsa demokrasî dixwazin, pêwîste bizanin ku ev encex di xwezayekê guncaw de pêkan e. Ji ber vê li hemberî êrîşên her kesê/î ku atmosfera me ye û vê xwezayê texrîp dike, talan dike, dişewitîne, dirûxîne, -ku santralên ceyranê ya hîdro(HES) çêdikin, madenan digerin, welat anîn asta neyê jiyankirin, civak hate asta ku nikaribe hilberînê bike, her tê jêhrîkirin- di asta serferberiyê de têkoşîn kirin pêwîste. Heger hewa nebe, derfetên hilberînê ya aboriyê nebe, ax, hawîrdor, şînahî nebe em ê çawa jiyan bikin? Wê çawa zindî hebin? Nabe yanî. Ji bo karê zêde ya hinekan ev tên texrîpkirin. Divê defetê vê yekê neyê dayîn.
Divê her kes li ber xwe bide. Hîn zêdetir xwe ronîkirin pêwîste. Tevgerên civakî yên ekolojîk, rêxistinbûn û çalakiya wan divê hîn zêdetir pêş bikeve.
Em pir girîngî didin her seknekî ku di vê bingehê de ye. Hemû gelê me, hemû gundî û koçeran li cihê ku lê ne wekî xwedîderketina hebûna xwe divê xwedî li axên xwe derkevin. Teqez destûr neyê dayîn ku ev pergala faşîst, mêtînger û qirker xwezayê talan bike.
Hemû têkoşînên ku di vê bingehê tên meşandin silav dikin. Her kesê/î ku ji xwe re dibêje azadîxwaz, demokratîk divê tevlî vê bibe û piştgirî bide. Tevlîbûn kêm dibe, qels dimîne. Li gelek cihan bi serê xwe dimîne. Gundî berxwedanên pir bi wate dimeşînin, lê piştgiriya pêwîst nabînin. Wiha nabe. Her kesê/î ku xwe azadîxwaz dibîne, sosyalîsta demokratîk dibîne, pêwîste ji her tiştî zêdetir xwedî li vir derkeve. Pêwîste ya esas li vir be.
Azadiya civakî ya ku di bingeha jinê de ye bi xwedî derketina xwezayê re bi hev re ye. Tiştê ku bi hev re bê meşandin û desxistin ev e. Di vî aliyê de nêzikatiyên qels ên hêyî derbas kirin û têkoşîna ekolojîk di her qadê de hîn birêxistinkirî û bi bandor kirin û şerê li hemberî faşîzmê yek jî li vê eniyê de bi awayek bi bandor dayîn, pêwîst e.
Banga me ji jinan re ye, ji hemû gelê me re ye, ji hemû gelên Tirkiyeyê re ye. Lewre faşîzma AKP-MHP’ê bi qasî ku dijminê mirov, gel, jin û Kurdan e, di heman astê de dijminê xwezayeyê jî, dijminê daristan û axê ye jî. Divê êdî pêşiya vê dijmintiyê bê girtin.
BANGA JI BO FESTÎVALA 32’YEMÎN A KURD
Wek dem girîngiya festîvala 32’yemîn a Kurd em dikarin wisa pênase bikin. Em dikevin dawiya sala yekemîn a pêngava azadiyê ya gerdûnîya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike. Ev çalakî di demekî salvegera vê de pêk tê, ku wê çaxê hîn zêdetir bi wate dibe.
Wek kevneşopî rewşeke salane Festîvala Çanda Kurdî heye. Ev girîng bû. Kurd hebûna xwe danîn holê. Ji gelên Ewropî re mirovahî dan nasîn. Çanda xwe belav kirin. Daxwazên xwe yên demokratik anîn ziman. Yek ev milê wê heye. Lê belê milekî festîvala îsal yek jî salvegera yekemîn a pêngava me ya gerdûnî ya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike, ye. Li gorî vê vezaskirin û pêşxistin pêwîste. Wê çaxê divê hîn zêdetir bixebitin, divê hîn zêdetir girîngî bidin. Pêwîste hem festîvala kevneşopî pir xurt be, hem jî ev festîval veguhere çalakiya salvegera pêngava me ya gerdûnî. Yan jî divê bibe çalakiyek girseyî ya ku di salvegerê de digihîje lûtkeyê. Gelê me ye Ewropayê, dostên me teqez divê wiha pênase bikin û xwedî derkevin, seferber bibin.
Divê pêngava gerdûnî ya azadiyê bigihînin lûtkeyê. Di vir de erk û berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê ciwanan. Heger bala we kişandibe, jixwe ciwan her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di çalakiyê de ne. Li pêşiya festîvalê jî meşa dirêj didin destpêkirin. Ya rastî festîvalê amade dikin, hawîrê wê amade dikin, pêşengî dikin.
Ev girîng e û bi wate ye. Jixwe tişa layiqî ciwanan jî ev e. Divê hem meşa xwe ya dirêj bi festîvalê re û bi pêngava me ya azadiyê ya gerdûnî re bikin yek, hem jî ji bo bikin lutkeya pêngava me ya azadiyê hîn zêde hewl bidin, pêşengî ji vê re bikin. Divê hemû ciwan seferber bibin. Ciwanên Kurd û enternasyonal, hemû dostên me yên ciwan, hevalên ciwan pêwîste teqez wate û giriîngiya vê bibînin û meşa xwe li gorî vê bi tevlîbûnekî berfireh, bi heybet, bi daxwazên şênber bikin û tenê bi vê re jî bi sînor neminin. Yanî pêwîste di amadekariya festîvalê de di asta pêşengiyê de tevlîbûn çêkin.
Ez ji niha ve banga tevlîbûna festîvalê dikim. Festîvalê pîroz dikim. Bi taybetî jî bang li ciwanên Kurd û enternasyonal dikim ku ji bo festîval bi heybet derbas bibe, seferber bibin.