BI DÎMEN

'Dewleta Tirk a dagirker mêjiyê Kurdan dike armanc'

Li ser qetilkirina rojnamegerên çapemeniya azad nerazîbûn berdewam dikin. Di vê derbarê de, malbatên şehîdan û medyakar dibêjin: “Ev êriş tên wateya têkçûna desthilatdariya Kurdî û dewleta Tirk a dagirker mêjiyê Kurdan dike armanc.”

Nerazîbûnên têkildarî qetilkirina du rojnamegerên çapemeniya azad, şehîd Gulistan Tara û şehîd Hêro Behadîn, berdewam in. Ew di 23’ê meha borî de li navçeya Seydsadiqê bi balafireke bêmirov ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin armanckirin û qetilkirin.

Têkildarê vê yekê bavê şehîd Helmet Dêreluk Kazim ji ANF’ê re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker mêjî û mazîpişta Kurdan, ku çapemeniya azad e, dike armanc da ku me bêdeng bike. Ew kesên ku bi rastî pêdiviya civakê bi wan heye, wan qetil dike. Lê ev ne mirinên rastîn in, mirina rastîn ew dem e ku em li hember van kiryaran bêdeng bimînin. Dilê gelê Kurd li hember dagirkeriyê tijî agir e, lê desthilatdariya Kurdî nahêle ku gel helwesta xwe nîşan bide.”

Wî têkildarî dezgeha Parastinê ya PDK’ê de jî diyar kir ku dezgeha Parastinê li dijî gelê xwe ye û wiha got: “Divê gel li hember Partiya Demokrat a Kurdistanê helwestê nîşan bide. Çênabe destûr bê dayîn ku ew bi vî awayî bibin hevkarên dijmin û xeta xiyanetê. Peyama min ji bo her kesî ew e ku li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”

Rojnamegera çapemeniya azad Sinûr Rehmanê jî der barê vê yekê de ev tişt anîn ziman: “Qetilkirina van şehîdan li nav başûrê Kurdistanê girêdayî rewşa siyasî ye û tê wateya têkçûna 33 salên rêveberiya Kurdî. Me du şehîd ji dest dan, lê bi hezaran rojnamegerên azad dê li cihê wan bi coşeke zêdetir berdewam bikin û rê û xebata wan bidomînin.”