Li Dukanê êrîşa SÎHA'yê: Bav û 2 kurên wî şehîd bûn
Li navçeya Dukan a Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bombe li wesayîtekê barand. Hat diyarkirin ku di êrîşê de bav û 2 kurên wî şehîd bûne.
Li navçeya Dukan a Silêmaniyê dewleta Tirk a dagirker bombe li wesayîtekê barand. Hat diyarkirin ku di êrîşê de bav û 2 kurên wî şehîd bûne.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir.
Li gorî daxuyaniya qeymeqamê Dukanê Sîrwan Serhat, kesên hatine qetilkirin Muzaffer Huseyîn Xidir Ewla û du kurên wî ne. Hat zanîn ku navê kurek wî Muhammed Muzaffer e, lê navê ku wî yên din nehate zanîn.
Hat ragihandin ku kesên hatine qetilkirin, li nifûsa nahiyeya Hacîawa ya navçeya Ranya ya Silêmaniyê qeyd kirî ne.