KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bi girseyî serdana şîna şehîd Aşkan kirin
Li Silopiyayê bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Serkan Aşkan hate kirin. -
Li Şengalê kampanyaya ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’
Çalakiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya bi navê ‘Rêber Apo mêvanê mala we ye’ ku di çarçoveya kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji Şengalê re xweserî’ daye destpêkirin, didome. -
Kiliç: Hewl didin li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bibin asteng
Hevserokê Şaxê Hejmara 2'emîn a Amedê ya Egîtîm-Senê Serhat Kiliç diyar kir ku polîtîkaya dewletê ya têkildarî Kurdî erênî nîne û got, hewl dide perwerdeya bi zimanê dayikê asteng bike. -
KCK: Dadgeha ku cezayê girtîgehê li siyasetmedaran biriye, dadgeheke qirkirinê ye
KCK'ê cezayên giran ên di Doza Kûmpasê ya Kobanê de li rêveber, endam û siyasetmedarên HDP'yî hatine birîn şermezar kir û got, "Doza Kûmpasê ya Kobanê bi temamî dozeke siyasî ye, doza qirkirinê ye. Dadgeha ku ev biryar da, dadgeha qirkirinê ye." -
Li Baneyê kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li herêma sînorê Hengejale ya Bane êrîşî komek kolber kirin û ciwanê bi navê Wehîd Qadirpûr qetil kir. -
Jinên Ereb: Em hêza xwe ji jinên Êzidî digirin
Meclîsa Jinên Ereb bi daxuyaniyekê tevlî kampaniya “Serok mêvanê mala we ye” ku ji aliyê TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye destpêkirin bûn. -
Xizmên kesên enfalkirî serdana Keleha Nugreselmanê dikin
Gelek xizmên kesên enfalkirî yên Germiyanê û saziyên warê Enfalê serdana Keleha Nugreselmanê kirin. -
Roja Niştimanî ya Gorên Komî ya Iraqê: Şengal li benda kewandina birîna xwe ye
Di Roja Niştimanî ya Gorên Komî ya Iraqê de xelkê Şengalê ji rayedarên Iraqî dixwazin ku gorên komî yên li Şengalê lêkolîn bikin, hestiyên qurbaniyên fermanê bi rengekî ku hêjayî rûmeta mirovahiyê ye radestî xwediyên wan bikin û veşêrin. -
HPG: Li dijî tunelên me 11 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 11 caran li hemberî tunelên li Qada Berxwedanê ya FM'ê ya li herêma Rojavayê Zapê çekên kîmyewî bi kar aniye. -
NPG: Em ê bibin şopdarên xeta şehîdan!
Fermandariya Biryargeha NPG’ê şehîdên meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî û got: "Em meşa xwe ya; ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ her roj berfirehtir bikin û diyar dikin ku em bi biryar in bîranîna şehîhên xwe bi serketinê tacîdar bikin." -
HPG’ê nasnameya gerîlayekî şehîd ragihand
HPG’ê diyar kir ku gerîlayê bi navê Armanc Mervan di 22’ê Adara 2024’an de şehîd bûye û got, “Li her cihê ku xebat meşand, hewl da felsefeya Apoyî zindî bike.” -
'Naskirina Hakî Karer naskirina PKK'ê ye'
Ji gerîlayên YJA Starê Bêrîtan Dersim got, "Naskirina hevalê Hakî naskirina PKK'ê ye. Fêhmkirina hevrêtiya wî ya bi Rêbertî re fêhmkirina hevrêtiya PKK'ê ye." -
Îranê Kurdek din îdam kir
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê Kurdê bi navê Husrev Beşaret ê ji Mehabadê ku 14 sal di girtîgehê de dihat ragirtin, bidarve kir. -
13 kesên ku xespkirina îradeyê protestokirin hatin girtin
Li Wan û Bedlîsê di serdegirtina malan de kesên hatibûn binçavkirin, 13 kes bi hinceta ku li Wanê beşdarî çalakiyên li dijî xespkirina îradeyê bûne hatin girtin. -
Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyan hat pîrozkirin
Li gelek bajaran bi boneya Cejna Zimanê Kurdî aktîvîteyên weke konser, atolye, dengbêjî û xwendina helbestan hatin lidarxistin. -
Qeyûmê Sûrê 470 hezar TL ji qeymeqamtiyê re şandiye
Hevserokên DEM Pariyê yên li Şaredariya Sûrê lêkolînên xwe didomînin diyar kirin ku qeyûmê xespkar 470 hezar TL butçe ji qeymeqamtiyê re şandiye. -
Jinan li ber Şaredariya Bêrecûkê banga îstifayê li Begît kirin
Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, nerazîbûna li hemberî Mehmet Begît dewam dike ku di hilbijartinên xwecihî de bi navê DEM Partiyê hatibû hilbijartin, lê belê xiyanet li partî û hilbijêrê xwe kir û 29'ê Nîsanê ji partiyê îstifa kir -
Meşa Cejna Zimanê Kurdî: Zimanê me hebûna me ye
Li Amedê ji bo Cejna Zimanê Kurdî meşek hate lidarxistin. Li meşê peyam hatin dayin û hate gotin, "Zimanê me hebûna me ye. Ji bo zimanê xwe yê dayikê em ê hemû derfetên xwe seferber bikin." -
Gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê li dagirkeran dan
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metînayê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di encamê de kamerayeke mobesseyê hate îmhakirin. -
Platforma Zimanê Kurdî: Asîmîlasyon dibe sedema şer
Platforma Zimanê Kurdî bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û got, "Asîmîlasyon dibe sedema şer." Platformê bang kir ku li her qadê bi Kurdî biaxivin. -
KONGRA Gel Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. -
PKK’ê Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta wî de bi bîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê rêberê şoreşger ê mezin û şehîd mezin ê destpêkê yê tevgera Azadiya Kurd Hakî Karer di salvegera 47’an a şehadeta wî de bi bîr anî. -
HPG: Mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin
HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên 7'ê Kanûna 2021'ê li Xakurkê şehîd bûn eşkere kir û got, "Heta nefesa xwe ya dawî bi hişmendiyeke xurt û dilsoziyeke kûr têkoşiyan û mîrateyeke dewlemend a têkoşînê li pey xwe hiştin." -
KCK’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û bang li her kesî kir ku rê nedin asîmîlasyonê. -
Kalkan: Li dijî Abdullah Ocalan hevkariya sûc heye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman ku cezayên dîsîplînê yên bi rêk û pêk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne birîn hîleyeke hiqûqê ye ku ji bo astengkirina biryara jinûve darizandinê ya DMME'yê tê kirin.