Şandeyek ji Parlamenta Elmanyayê piştî ku doh serdana parêzgerê Mûsilê Ebdulqadir Dexîl kir û li ser mijara jinûve avakirina Şengalê axivî, îro serdana Şengalê kir.
Şandeya Alman a bi serokatiya parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a desthilatdar Frank Schwabe, li nava Şengalê geriya.
Piştî serdan û hevdîtinan Parlamenterê SPD'ê Frank Schwabe civîneke çapemeniyê lidar xist.
Parlamenter Frank Schwabe bi bîr xist ku li Elmanyayê hejmareke zêde ya Êzidiyan heye, ew hewl didin piştgiriya wan bikin û got, "Lê peyama esasî ew e ku em dixwazin ji bo rewşa Şengalê baş bibei her tiştî bikin. Ji bo wê jî bi hikumeta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê re hevdîtinên me dewam dikin, bê ka em dikarin alîkariyeke çawa bikin."
Parlamenterê SPD'ê anî ziman ku ji bo jinûve avakirina Şengalê wan 15 milyon Euro alîkarî veqetandine û got, "Alîkarî wê ji bo çêkirina xaniyan û dabînkirina avê bê bikaranîn."
Frank Schwabe bi bîr xist ku rabirdûyeke gelekî bi êş û giran li Şengalê derbas bû, lê belê ji bo paşerojeke bi ewle hêvî heye û got, "Terikandina welat ne çareserî ye."
Parlamenterê Elman diyar kir ku koçkirina Êzidiyan ji bo Êzidxanê wê rewşeke baş nebe û got, "Rica dikim ku em dest bidin hev û paşerojeke baş li vê derê ava bikin."