HPG: Di bombardûmana dagirkeran de tiştek bi hêzên me nehatiye

Herêmên Parastinê yên Medyayê çar rojan ji bejahî û hewayî ve bi dehan caran hate bombekirin. HPG'ê got, "Di bombardûmanê de windahî ji hêzên me çênebû."

DAXUYANIYA HPG'Ê

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava çar rojên dawî de bi qasî ku hêzên me karîbûn tespît bikin 40 carî bi balafirên şer, 22 caran bi helîkopterên êrîşê û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Artêşa Tirk a dagirker bi dayina hejmarên 3, 15 û 6'an îdîa kir ku windahiyên me hene, lê belê ev îdîa bi temamî derew e."

HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî da:

"Li Herêma Xakurkê;

1'ê Îlonê saet di 23:30'î de li qada Lolanê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Li Herêma Metînayê;

3'ê Îlonê saet di 23:00 de li Qada Berxwedanê ya Dergelê, hêzên me dest li helîkopterên êrîşê werdan ku bombe li qadê dibarandin. Piştî destwerdana hêzên me helîkopter neçar man ji qadê biçin.

3'ê Îlonê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê droneyek bi rêbaza sûîqestê hate xistin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

29'ê Tebaxê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Îlonê saet di 08:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Îlonê saet di 10:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Îlonê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin, sîstemeke radarê îmha bû û derb li çeperekê hate xistin.

31'ê Tebaxê saet di 14:47'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de sîstemeke radarê û çepereke dagirkeran hatin îmhakirin.

1'ê Îlonê saet di 01:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate istin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Îlonê saet di 07:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer bi çekên ferdî çalakî hate kirin.

1'ê Îlonê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Îlonê saeta di 06:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Îlonê saet di 11:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Îlonê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

4'ê Îlonê saet di 05:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi temeqeniyên qedexekirî;

31'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

1'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û carekê jî bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

1'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

Di navbera 31'ê Tebaxê û 3'ê Îlonê de li herêma Xakurkê qadên Şehîd Şerîf, Kendekola, Qele, Berbizinê, Girê Mesken, Lolan 12 caran, li herêma Garê qadên Mêranê, Yekmalê, Dêrîk, Dêreşê, Rebînê, Girê Kun, Mam Nêçîr, Zêvkê 9 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Serê Metînayê 4 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 3 caran, li herêma Qendîlê qadên Şêx Nasir, Sûredê, Soregulê, Bêpalan, Zergelê 12 caran, bi giştî 40 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di navbera 31'ê Tebaxê û 3'ê Îlonê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Serê Metînayê 9 caran û li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 13 caran, bi giştî 22 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."