Dewleta Tirk herî kêm 24 caran bombe li Başûrê Kurdistanê barand

Endamê Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di saetên şevê de herî kêm 24 caran bombe li xaka Başûrê Kurdistanê barandine.

Endamê Rêxistina CPT a Emerîkî Kameran Osman têkildarî êrîşên duh bi şev ên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê agahiyan li ser hesabê xwe yê medya dijîtal parve kir.

Kameran Osman diyar kir ku artêşa Tirk şeva borî 24 caran bi balefirên şer deverên cûda yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Kameran diyar kir ku di van êrîşan de qontara Girê Bihar, pişta gundê Belave, çiyayê Heft Tebeq, gundên Kevne Mijê, Sipêndarê, Gîrgaşê ya li berî Garê û çiyayê Kitkitên û Xakurk ên li Sîdekanê bombebaran kir.

Her wiha eşkere kir ku balefirên şer Çiyayê Koxe, Çiyayê Tale li Çoman, derdora Qelatukan a li Pişder, Hewarî Rewendekanî gundê Kiwêrekan û Çiyayê Asos a li Mawet bombebaran kirin.

Li gor agahiyên ku Kameran Osman eşkere kirine, di van êrîşan de ti ziyaneke canî çênebûye.

CPT’ê di daxuyaniyeke ku 18’ê Tebaxê dabû de, ragihandibû ku ji sala 1991’an ve sedemê windahiyên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê, bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk in.

Di raporê de wiha hate gotin: “Lê belê ji sala 2015’an ve balafirên hewayî yên bêmirov û birîndarî bûne sedemê sereke yê mirin û birîndarbûna sivîlan. Operasyonên hewayî yên ji aliyê TSK’ê ve hatine pêkanîn, ji sedî 69’ê windahiyan e.”