Şandeya rojnamevanan bi waliyê Silêmaniyê re civiya

Hevdîtina yekem a şandeya rojnamevanên ku têkildarî qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji Ewropayê hate Silêmaniyê, bi waliyê bajêr re çêbû. Walî Heval Ebubekir diyar kir ku wan nerazîbûnên xwe ragihandine balyozxaneya Tirk.

Şandeya ku ji bo rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn ên 23’yê Tebaxê li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de hatin qetilkirin, ji Ewropayê hatine Silêmaniyê dest bi hevdîtinan kir.

Şandeya ku ji rojnamevan Alice Magar, Emma Audrey, Diler Akreyi, Hendrin Faraj Mohamed, Jallan Ziaei û Devrim Alp pêk tê û ji produksiyona Chatr a ku Tara û Behadîn têde dixebîtin, Kemal Hemaraza, Karwan Mahmud, Enes Mihemed, Berhem Adil û Şadyar Şoreş beşdarî hevdîtina ku bi waliyê bajêr Heval Ebubekir re hatî kirin, bûn.

DIVÊ LI DIJÎ KOMKUJIYAN HELWESTEKE HEVPAR BÊ NÎŞANDAN

Rojnamevanan nerazîbûn nîşanî komkujiyê û êrîşên dewleta Tirk ên zêde dibin, dan û gotin ku rojnamevan di bin gefê de ne. Rojnamevan Diler Akrei li ser navê şandeyê mafê axaftinê girt û got: “Komkujiya li hemberî Hêro û Gulistan û cînayetên mîna wê yên siyasî, azadiya Silêmaniyê dixin bin xeteriyê. Divê her kes li dijî vê yekê rabe. Divê bi helwesteke hevpar li dijî van komkujiyên ku dewleta Tirk di şexsê du hevalên me yên rojnamevan de pêk anî, helwest bê nîşandan.”

Hendrin Faraj Mohammed diyar kir ku xeterî mezin e û xwest ku kujer û yên ku ferman dane, bên darizandin. Hendrin Faraj Mohammed got: “Rojnamevan, saziyên çapemeniyê û rêveberiya Silêmaniyê divê li dijî van polîtîkayên çewisandinê rabin. Divê her kes fealiyetên weşan-çapemeniya azad bimeşîne.”

Rojnamevan Devrim Alp jî diyar kir ku divê her kes xwe li Silêmaniyê bi ewle hîs bike û xwest ku kujer bên cezakirin.

Rojnamevan Jallan Ziaei qala rolê xiyaneta PDK’ê ya di polîtîkayên komkujî û dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, kir û got: “Ji bo komkujiyên heman çênebin, em li vir in.” Ziaei ev tişt jî got: “Divê em bi hev re li dijî van êrîşan bisekinin.”

WALÎ: ME NEREHETIYA XWE JI BALYOZXANEYA TIRK RE RAGIHAND

Piştî rojnamevanan Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir axivî û bilêv kir ku Silêmanî bajarekî azad e û divê ev yek bê parastin.

Walî got, “Bi êrîşkirina rojnamevanan dixwazin rêya me tarî bikin.” Walî destnîşan kir ku bi êrîşên li ser rojnamevanan tê xwestin ku rastiyê ji gel veşêrin.

Ebubekir anî ziman ku têkildarî qetilkirina Tara û Behadîn ew li Balyozxaneya Tirk ketine nava hewldanan û nerehetiya xwe ragihandine û diyar kir ku divê her kes li hemberî rewşê xwe berpirsyar bibîne.

Rojnamevan Emma Audrey a di nava şandeyê de cih digire bi bîr xist ku ew bi sendîkaya CGT re ya ku li Fransayê bi ewlehiya rojnamevanan re eleqeder dibe, dixebite.

Audrey xemgîniya xwe ya ji ber şehîdbûna Tara û Behadîn, anî ziman û got: “Dema rojnamevanek tê kuştin, ne tenê rojnamevanek bi hezaran deng tên kuştin.”

Hevdîtinên şandeyê yên li bajêr dewam dikin.