Şîrketa Madenê li Pîranê xwezayê wêran dike

Li gundê Pîrejmanê yê navçeya Pîran a Amedê, dîmenê wêrankariya şîrketa madenê hate kişandin ku nîşan dide, bê çawa xwezayê qirêj dike. Şêniyên gund banga rawestandina vê talanê kirin.

Li gundê Pîrejmanê ya ser bi navçeya Pîrana Amedê ve Şîrketa Madenê ya Olmez xebata madenê dike û ev yek xwezayê qirêjî dike. Welatiyên gund kêliya ku dînamît tên teqandin û toz û gemara ku jê radibe bi telefonên xwe kişandin. Welatiyan qirêjkirina xwezayê tomar kir. Welatiyan destnîşan kir ku cih û warê jiyana wan di bin gef û talûkeyê de ye.

Gundekî ku dîmenê kêliya ku maden xesarê dide xwezayê ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re şand, destnîşan kir ku madena ji gundê wan tê derxistin zirarê die xwezayê û çandiniya gundiyan û got: "Werin em ji vê talana xwezayê re bêjin na. Her kesên xwedî hestiyar divê bertek nîşan bide û xwedî li xwezaya me derkeve."