BI DÎMEN

Xelkê Şengalê: Komplo wê bi fikra neteweya demokratîk têk biçe

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eger em berxwedana xwe mezin bikin, em ê xwe bigihîn azadiya Serok Apo."

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê îro bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komplo û peymanên li ser ser gelan berdewam dikin û ev peyam hate dayîn: ‘‘Eger em berxwedana xwe mezin bikin,  em ê bikarin komployan bi temamî têk bibin û  xwe bigihînin azadiya xwe û azadiya Serok Apo.’’

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ, civaka Êzidî ji bo protestokirina Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî destkeftiyên Êzidiyan ji bo sê rojan konê çalakiyê hate vedan.  Çalakiya konvedanê ya li Baxçeyê Serok Apo yê li Geliyê Kersê, piştî 3 rojan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. 

Ji bo konê çalakiyê ya bi dirûşmeya; ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin e’ di nava sê rojan de gelek seredan çêbûn. Li konê çalakiyê peyam hatin dayîn û ji aliyê Tevgera Ciwanên Êzidxanê û Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şengalê ve standa pirtûkên Rêber Apo hate vekirin.  Her wiha di nava van 3 rojan de bi hezaran endamên sazî, meclisên gund û taxan ên Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê heremê seredana konê çalakiyê kirin.Daxuyaniya çalakiya konvedanê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ve hate xwendin.

Naveroka  daxuyaniyê bi vî rengî ye:

‘BERXWEDANIYA GEL Û FIKRÊN SEROK APO HEMÛ KOMPLO VALA DERXISTIN’

‘‘Meha Cotmehê meha komployan e. Komploya yekemîn di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Apo çêbû. Di dîroka gelan da yekî wekî Rêber Apo pir kem tê dîtin.  Rêber Apo li dijî hêzên desthilatdar ku mafê gel û jinan dixwarin û koletî li ser wan ferz dikirin, bi fikir û felsefeya azadiyê şerekî mezin dide û mafên gelan diparêze. Lewma hêzên desthilatdar di pêşengiya Emerîka û NATO'yê de bi komployeke bêbext û dirû Rêber Apo hedef kirin û girtin. Komploya duyemîn, di 9’ê Cotmeha 2019’an de li hemberî Rojava pêk hat. Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Esas dixwestin ku erişî hemû Rojava bikin û  Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava ji hole rakin û têk bibin.  Komploya sêyemîn jî  di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de û bi erêkirina Emerîkayê li dijî Şengal û Êzidiyan pêk hat. Bi vê peymanê jî xwestin Şengalê careke din têxin bin destê pêşmergeyên PDK û dewletê Iraqê de, da ku fermana 2014’an temam bikin. Her çi qas di her sê komployan de zirara mezin gihiştibe gelê me jî lê bi berxwedana Serok Apo û gel ev komplo negihiştin hedefa xwe. Ev nîşan dide ku heger em berxwedana xwe li hemberî dijminan mezin bikin em dikarin komployan bi temamî tek bibin.

‘IRAQA KU NIKARE XWE BIPARÊZE WÊ ÇAWA ÊZIDIYAN BIPARÊZE?’

Di 3’yê Tebaxa  2014’an de di navbera Dewleta Tirk, DAÎŞ û PDK’ê de tifaq çêbûn û pêşmergeyan xwe ji Şengalê paş de kişandin û reviyan. Ji xwe Iraq nikaribû xwe li hemberî DAİŞ’ê biparasta û bajarên wê ketin destê çeteyên DAÎŞ’e.  Wê vê dewletê wê çawa parastina gelê Êzidî bikira? Piştî êrîşa DAÎŞ’ê li Şengalê felaketeke mezin hat serê me Êzidiyan. Eger di kêliya dawî de, gerîlayên azadiyê mudaxale nekiriba Êzidiyek jî ji fermanê rizgar nedibû û wê qirkirinek mezin pêk bihata. Piştî fermana 2014’an, 9’ê Cotmeha 2020’an wekî tiştek nebûye, bêyî ku hesabê fermanê 2014’an bidin, Dewleta Tirk, PDK, Iraq û Emerîkayê peymana îdareya berî fermanê bi hev re mohr kirin. Yanî careke din xwestin ku Êzidiyan bê parastin û bê îrade bihêlin û Êzidyan di nav lepê DAÎŞ’ê de bimînin. Jixwe dewleta Iraqê niha jî di xeteriyeke mezin de ye. Dibe ku her kêlî Îsrail û Emerîka êrişî komên mîna Haşdi Şabî û gelek komên din ên bi ser dewlete Iraqê ve ne bikin. Yanî weke sala 2014’an, Iraq niha jî nikare ne xwe û ne jî Êzidiyan biparêze.

‘WÊ HEMÛ KOMPLO BI FIKRA NETEWA DEMOKRATÎK WERIN PÛÇKIRIN’

Jixwe em parastina xwe ji kesekî naxwazin. Em dizanin û me ji dîroke ders derxistiye ku yê nikaribe xwe biparêze, kes nikare wî bipareze û napareze jî. Di encama vê peymana 2024’an a di navbera PDK, dewlete Tirk û Iraqê de û çend rojan piştî salvegera fermanê bêyî  sedem û ji nişka ve biryara girtina PADÊ dan. Ev hemû nîşan dide ku ne ferman ne jî komplo hîn bi temamî bi dawî nebûne. Em dikarin bes bi fikra Netewa Demokratîk hem komployan vala derxin hem jî hêviya yekîtî û tifaqa gelan ava bikin û xwe û welatê xwe biparêzin.’’