BI DÎMEN

Cotkarên Kurd li dijî dagirkirina erdên xwe civînek li dar xistin

Cotkar û xwediyên kêlgehên mirîşkan ên li ser sînorê Kerkûkê, li dijî binpêkirina mafên xwe civîneke nerazîbûnê li dar xistin.

Li Navenda Çandî ya Kerkûkê, ji xwediyên kêlgehên mirîşkan û cotkarên Kurd nêzîkî sed kesî li dijî dagirkirina erdên xwe û wan binpêkirinên ku li dijî cotkarên Kurd û Tirkmen ên li ser sînorê Kerkûkê ji aliyê Erebên Hawirde û artêşa Iraqê ve tên kirin, civîneke nerazîbûnê li dar xistin.

Cotkar û xwediyên kêlgehên mirîşkan di civînê de ragihandin: "Bi roja ronî û eşkere salên dirêj e li ser wan zilm tê kirin û erdên wan tên dagirkirin, ji ber vê yekê niha li dijî wê zilma ku ji aliyê Erebên hawirde û artêşa Iraqê ve tê kirin, dema yekbûna Kurd û Tirkmenan e."

Di civîna çapemeniyê de, kesayetiyê navdar ê bajarê Kerkûkê û herêma Xurmatûyê Dr. Hesen Germiyanî li ser navê cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan ji çapemeniyê re axivî û got: "Em daxwazê ji nûnerên bajarê xwe dikin li Bexdayê ku li hemberî wê binpêkirina ku li dijî Kurd û Tirkmenên bajêr tê kirin, bêdeng nemînin. Di mijarên dagirkirina erdan de diyar e ku Kurd û Tirkmen zerarê dibînin. Em hemû bi hev re dikarin bi rêya xebatên demokratîk, grevên birçîbûnê, xwepêşandan û giliyan rê li ber van binpêkirinan bigirin ku li dijî cotkarên Kurd û Tirkmenên bajêr tên kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû bi yek dengî li dijî zilm û binpêkirina mafên xwe rawestin."

Dr. Hesen Germiyanî îşaret bi dagirkirina erdên Kurdan li herêma Daqûqê li başûrê Kerkûkê tê kirin û wiha domand: "Niha li Daqûqê ya ser bi Kerkûkê, Erebên Hawirde bi zor û zordarî erdên cotkarên Kurd dagir dikin û di nav erdên Kurdan de bîrên avê lê didin. Em ê wek nûnerên cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan, serdana aliyên peywendîdar bikin ji bo çareserkirina wê zilma ku li ser Kurd û Tirkmenên bajêr ji aliyê Erebên Hawirde û artêşa Iraqê ve tê kirin."

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Hesen, wiha got:  “Em hêvîdar in ku aliyên peywendîdar û nûnerên bajarê me li Bexdayê dengê me bibihîzin û pirsgirêkan bi awayekî bingehîn çareser bikin, ne wekî her carê bi awayekî demkî. Ji bo me Kurdan pîroziya axê heye. Eger ax tune be, wê demê gel û jiyan jî namîne. Em hemû bi yekdengî parêzvaniya mafê cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan dikin."

EREBÊN HAWIRDE JI KÊ RE TÊ GOTIN?

Li Başûrê Kurdistanê, Erebên ku rejîmên Iraqê ji bajarên din ên Iraqê ji bo guherandina demografiya Kerkûkê anîne Kerkûkê, ji wan re Erebên Hawirde tê gotin.