Xizmên windayan li sê navendan aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Malbatên ji bo xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin careke din hatine ba.

XIZMÊN WINDAYAN

Çalakiya xizmên windayan a bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîlên wan werin cezakirin didome. Xizmên windayan vê hefteyê li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin ba hev.

AMED

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 817’emîn a çalakiya xwe de li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşûyoluyê hatin ba hev. Nûnerên saziyên sivîl ên li bajar û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Vahît Narîn ê li navçeya Pasûra Amedê ji hêla polîsan ve hatiye qetilkirin û piştre cenazeyê wî hatiye şewitandin, hate xwendin.

Ji xizmên windayan Fatma Tosûn anî ziman ku welatiyên hatine qetilkirin û windakirin ji ber ziman û çanda xwe parastine, hatin hedefgirtin û wiha got: “Têkoşînekî birûmet dan. Her kesek dizane bê ka ew çawa hatin windakirin. Heke dê aştî û demokrasî were li vî welatî, divê berê xwe bidin li Dayikên Şemiyê yên li Qada Galatasarayê ya Stenbolê û xizmên windayan ên li vê derê. Heya em windayên xwe peyda dikin, dê çalakiya xwe bidome. Heya em windayên xwe dibînin dê her du destên me li stuyê dewletê ve bin.

Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Vahît Narîn ê hatiye windakirin, exwend.

Daxuyanî bi piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

ÎHD û xizmên windayan di çalakiya xwe ya 653’yemîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” hate vekirin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban, parastvanên mafên mirovan û xizmên windayan tevlî daxuyaniyê bûn. Kuçukbalaban diyar kir ku ew ê pirsîna aqûbeta windayan xwe bikin û wiha got: “Em ne tenê dîtina wandayên xwe ji we dixwazin, aştiyê jî dixwazin.”

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Ahmet Bîçîmlî yê 55 salî yê di 20’ê îlona 1994’an de li navçeya Farqîna Amedê hatiye windakirin û careke din agahî jê nehatiye girtin, hate pirsîn.

Ji rêveberên Şaxa ÎHD’a Êlihê Melek Atalay çîroka Bîçîmlî xwend.

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 143’yemîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Vê heftiyê aqûbeta 5 gundiyê di 24'ê Tebaxa 1996'an de li gundê Xenanis yê Colemêrgê ji aliyê leşkerên Tirk ên derketine operasyonê ve hatin binçavkirin û winadkirin hat pirsîn. Hevserokê DEM Partî yê Geverê Şoreş Dirî û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Endama ÎHD'ê Pinar Zengîn çîroka kesên hatin windakirin xwend.