NÛ DIBE

Besê Hozat: Komplogeran kirin nekirin nekarîn bigihêjin armanca xwe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku tecrîd 26 sal in dewam dike û got, "Di nava 26 salan de bi taybetî berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bandoreke mezin li ser gelê Kurd û gelên herêmê kir. Komplogeran çi kirin jî bi ser neketin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ku beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû, têkildarê Komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava 'Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' nirxandin kir.

Hozat, bibîr xist ku komploya di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat kirin bi pêşengiya DYE, Îsraîl û Brîtanyayê hat kirin û destnîşan kir ku PDK û Barzaniyan jî bi awayekî çalak di nava komployê de cih girtine. Besê Hozat, anî ziman ku komplo wê demê di encama têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, gelê Kurd û dostên wan bi pêş xistiye de hatiye vala derxistin û got, "Hêzên komploger plan kirin ku di nava du salan de Rêber Apo di aliyê fîzîkî de tine bikin û PKK'ê tasfiye bikin. Lê belê di encama têkoşîna hat dayîn de ji aliyê fîzîkî ve nekarîn Rêber Apo tine bikin, heta roja îro nikarîn PKK'ê tasfiye bikin, nikarîn vîna Kurdên azad bişikînin, nikarî teslîm bigirin. Gelê me têkoşîneke mezin meşand, lewma komplo negihaşt armanca xwe."

Nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ên li ser Komploya 9'ê Cotmehê û pêngava 'Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' bi vî rengî ye:

Komploya 9'ê Cotmehê 26 sal li dû xwe hişt. Ev komploya li ser Rêber Apo û gelê Kurd hê jî didome. Armanca komployê çi bû û îro bi kîjan şêwazî dewam dike?

Em dikevin sala 27'an a komployê, ez di serî de hêzên komploger bi tundî şermezar û lenet dikim. Ez hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di têkoşîna 27 salan ya li hemberî komployê de gelek hevrêyên me yên hêja, gel û dostên me berdêl dane, şehadet çêbûn, bi deh hezaran mirov li zindanê hatin girtin. Gelek êş hatin kişandin. Lê di encamê de komplo negihişt armanca xwe. Ev gelekî girîng e. Me armanca komployê gelek caran nirxand. Nirxandina herî berfireh jî Rêber Apo di parêznameyê xwe de kir. Bêguman bi komployê re şerê cîhanê ya 3’yemîn jî dest pê kir. Hêzên navneteweyî bi serkêşiya DYE’yê dixwestin bi berfirehî dest li Rojhilata Navîn werdin. Rêber Apo û PKK'ê weke astengiyeke mezin li pêşiya vê destwerdanê dîtin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo li ser gelê Kurd xwedî bandoreke mezin bû. Gelê Kurd jî guhertin û veguherînên mezin jiyan. Dest bi têkoşîna azadiyê kiribû ku navenda wê Kurdistan e.

Hêzên navneteweyî tevgereke mîna PKK'ê ya zelal ji bo xwe weke gefekê dîtin. Xwestin bêbandor bikin. Ji ber vê yekê bi serkêşiya Emerîka, Brîtanya û Îsraîlê li dijî Rêber Apo komplo pêş xistin. Gelek hêz jî di nava vê komployê de cih girtin. Hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî Yewnanîstan, Elmanya di nava vê komployê de cih girtin. Rêbertî dema çû Ewropayê mafê penaberiya siyasî nedan. Rêbertî dixwest bê darizandin, lê nekirin. Ji ber ku eger wan derxistiba pêşberî dadger, wê pirsgirêka Kurd hem ketiba rojeva Ewropayê hem jî ketiba rojeva raya giştî ya navneteweyî. Bi rê nedayîna mafê penabertiya siyasî û nedarizandina wî re, xwestin rê li ber tinebûna wî vekin. Li dijî Îtalyayê zext kirin û Rêbertî jî neçar ma ji Îtalyayê derkeve. Hêzên herêmî jî di nava komployê de cih girtin. Misir di nava komployê de cih girt, Îran dibe ku di sînor de rol lîstibe, Rûsya jî di nava komployê de cihê xwe girt. Fêm kirin ku eger Rêber Apo û PKK neyên bêbandorkirin nikarin destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin.

Di sala 2001'an de piştî komployê El Qaîde êrîşî Emerîkayê kir û piştre Emerîkayê vê yekê weke dît û mudaxeleyî Efxanistanê kir. DYE’yê di Adara 2003'yan de mudaxeleyî Iraqê kir. Sedam hat tasfiyekirin, li Iraqê şerê navxweyî dest pê kir. Bi demê re li Başûrê Kurdistanê federasyon ava bû. Xwestin li Beşûrê Kurdistanê bi PDK’ê re xeta hevkar û xayîn bidin rûnişkandin. Bi vî rengî armanc kirin ku her tiştî bixin bin kontrola xwe. Jixwe PDK-Barzanî di komployê de gelekî aktîf cih girtin. PKK’ê li Rojhilata Navîn tevgereke gelekî xurt a şoreşger, demokratîk, sosyaliste ku pêşengiyê ji gelan re dike. Hesab dikirin ku ji kaosa li Rojhilata Navîn dikare rû bide derfet çêbibe ku PKK ji vê sûdê werbigire, hê bêhtir mezin bibe, azadiya Kurdan mayînde bike û azadiya Kurdistanê bi pêşengiya PKK'ê jêneveger be. Hem wê li Kurdistanê şoreş pêk bihata û hem jî wê li Rojhilata Navîn şoreşeke demokratîk pêk bihata û bi vê re hesab, plan û konseptên komplogeran bê encam dibû. Ji ber ku gel ti mudaxeleyeke derve naxwaze, wê li dijî vê serî hilde, hêzên hegemonîk û dagirker qebûl nake. Ji bo pêşî li vê bigirin komplo pêk anîn.

CESARET NEKIRIN RÊBERTÎ DI ALIYÊ FÎZÎKÎ DE TINE BIKIN

Ev yek jî girîng e, Rêbertî di wê pêvajoyê de agirbest îlan kiribû. Di sala 1998’an de Rêbertî beriya ku ji Sûriyeyê derkeve, agirbest îlan kiribû. Rêbertî dixwast pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Li ser vê bingehê ji bo muzakereyeke demokratîk bang li dewleta Tirk kir. Hêzên hegemonîk jî ev yek ji bo xwe weke gefekê dîtin. Dema ku pirsgirêka Kurd bi vî rengî çareser bibe, wê nikaribin dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî bi komployê re mudaxele kirin û pêşî li çareseriya demokratîk, siyasî ya Rêbertî girtin. Komplo di şexsê Rêbertî de komploya li dijî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û jinan e. Rêber Apo azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, jinan temsîl dike, lewma di şexsê Rêbertî de Kurd, gelên Rojhilata Navîn û jinan hedef girtin. Bêguman Rêber Apo bi sekna xwe êrîş û xefikên li hemberî xwe yek bi yek vala derxist. Gelê me zû ket ferqa heqîqetê, rabû ser piyan û li 4 parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi mîlyonan kes rabûn serhildanê.

Gelê me, dostên me, hêzên demokratîk û her kesê ku xeteriya komployê fêhm kir rabû ser piyan, bi taybetî jî jinên Kurd rabûn ser piyan. Gelek çalakiyên fedaî hatin lidar xistin, gelek hevrêyên me û welatparêzên me canê xwe dan ber agir û xwe bi bombe pêçan û teqandin. Komplo ji aliyê gelê me, ji aliyê gerîla û jinan ve rastî nerazîbûneke mezin hat. Vê yekê bandoreke mezin li hêzên komploger kir. Ji ber vê yekê jî newêrin Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve tine bikin. Rêbertî jî tedbîrên xwe girt, polîtîkayeke stratejîk esas girt û ev jî komployê vala derxist. Hêzên komploger dema ku bi awayekî fizîkî nikarin Rêbertî tine bikin, bi rêbaza tecrîdê komployê didomînin. Xwestin bi rêya tecrîdê Rêbertî bêbandor bikin, têkiliyê wî ya bi cîhana derve re qut bikin û nehêlin dengê wî bigihêje gel. Ev 26 sal in li ser Rêbertî tecrîdeke domdar heye. Dem bi dem têkoşîn bi awayekî pir girseyî hat meşandin, her pêvajo, her sal pêngavek hat destpêkirin. Mînak, pêngava ‘Êdî Bese’ bandoreke mezin bi xwe re anî. Ji ber vê yekê, dema dijmin di bin zexteke mezin de bû, carna tecrîd sivik dikir. Carnan ji ber berjewendiya xwe dikirin.

KOMPLO BI ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN LI DIJÎ KURDISTANÊ DEWAM KIR

Dem bi dem parêzerên Rêbertî diçûn hevdîtinê, ji sala 2014'an heta Nîsana 2015'an şandeyên HDP'ê diçûn hevdîtinê. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe taktîkek da meşandin. Weke min ewil got, carna tecrîd sivik dibû, lê belê bi giranî 26 sal in Rêbertî di nava tecrîdê de tê ragirtin. Gelek car hinceta keştî xirab bûye, ango rewşa hewayê nebaşe weke hincet nîşan dan û hevdîtin asteng kirin. Bi vî rengî tecrîd dewam kirin. Zêdeyî 5 sal in cezayên dîsîplînê weke hincet bi kar tînin. Lê bi giranî konseptekê bi rê ve dibin. Ev konsepta komplogeran e. Li gel tecrîdê li dijî gelê Kurd jî polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Dixwazin bi vî rengî îrada gelê Kurd bişikînin û teslîm bigirin. Bi vî awayî dixwazin komployê bigihînin armanca wê. Ji bo vê jî 26 sal in Îmralî weke navend hilbijartine û şerekî mezin didin meşandin. 

Li Bakurê Kurdistanê her roj şerekî leşkerî heye, operasyonên qirkirina çandî û xwezayî hene. Ji bo şoreşa Rojava tesfiye bikin her roj êrîşan pêk tînin. Bi destê DAÎŞ û El Nûsra şerekî mezin meşandin. Şerê li Kobanê parçeyek ji wê bû, dagirkirina Efrîn jî parçeyek ji wê bû. Dema ku nikarîbûn êdî DAÎŞ'ê bi awayekî çalak bi kar bînin, vê carê bi deh hezaran çeteyên xwe re, êrîşê gelê Kurd kirin. Êrîşê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Bi destê DAÎŞ’ê êrîşê Mexmûr û Şengalê kirin. 4-5 sal in li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkerinê dewam dike. Planên wan ên Mîsaki-Millî hene. Şer qet nesekinî. Komplo her tim berdewam kir. Ev êrîş jî berdewamiya komployê ne. Hêzên navneteweyî yên di nava komployê de cih girtin jî di nava van êrîşan de cih digirin û destekê didin dewleta Tirk.

Dewleta Tirk ji NATO û Emerîkayê destek digire. Di roja me ya îro de jî ev êrîş nesekinîn û dewam dikin. Mînak li Bakur, Başûr û Rojava şer dewam dike. Dewleta Tirk di vî şerî de sûcê şer û mirovahiyê dike, lê kes dengê xwe dernaxîne, heta destekê dide. Niha jî dewleta Îsraîlê li dijî gelê Filîstînê û gelê Lubnanê siyaseta qirkirinê dimeşîne û dewleta Tirk ev 100 sal in vê yekê dike. Di nava 10 salên dawî de ev şer gelekî dijwartir bû. Îsraîl di van êrîşan de dewleta Tirk ji xwe re mînak digire. Xwedî heman zîhniyet, heman feraset û heman polîtîkayê ne.

We jî behs kir; Rêber Apo, gelê Kurd, gerîla, dostên gelê Kurd ti carî teslîmî komployê nebûn û li dijî komployê têkoşîneke domdar meşandin. Hûn têkoşîna ku li dijî komployê didome çawa dinirxînin?

Eger dewleta Tirk ev 26 sal in li dijî Rêber Apo û gelê Kurd hêj şer dike, sedema wê komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkiriye, encam negirtiye. Di sala destpêkê ya komployê de xwestin Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tine bikin û PKK'ê tesfiye bikin. Bi vî rengî armanc kirin ku konsepta qirkirinê bi encam bikin. Armanc dikirin ku di nava 2 salan de herî zêde encamê bigirin. Ji ber ku li dijî komployê berxwedaneke mezin hate kirin, negihaştin armanca xwe. Gelê me her tim li her qadê di nava rewşeke berxwedanê de bû. Ji ber vê yekê komplo bi ser neket. Mînak nekarîn Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tine bikin, heta îro nekarîne PKK tasfiye bikin, nekarîne îradeya Kurdên azad bişikînin û nekarîne teslîm bigirin. Gelê me têkoşîneke mezin meşand, lewma komplo negihîşt armanca xwe. Dema em van 26 salan dinirxînin; Bi taybetî berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xist, bandorek mezin li ser gelê Kurd û gelên herêmê kir.

Rêber Apo di nava şert û mercên êşkence û tecrîdê de li Îmraliyê paradîgmaya neteweya demokratîk bi pêş xist. 5 parêznameyên ku di her alî de parastina mafên gelê Kurd, jinan û gelên bindest dikin û nirxên mirovatiyê diparêzin nivîsand. Rêbertî ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya gelan û jinan aliyên teorîk, felsefîk û îdeolojîk ên paradîgmayê pêş xist. Gelê Kurd, tevger û hevrêyên me parêzname xwendin û nirxandin û vê yekê zanistiyeke mezin çêkir. Lewma paradîgmaya neteweya demokratîk Komploya Navneteweyî têk bir Ji ber ku armanca komployê ew bû ku di navbera Kurd û Tirkan de, di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de, di navbera gelê Kurd û gelê Fars de şerekî bêdawî were destpêkirin bû. Bi kurtasî dixwestin gelên li herêmê hemû li ser nîjadperestî û olperestiyê dijminatiyê li hev bikin û her di nava şer de bin.

Komplo ji bo gelan xefikek wisa danîbû. Paradîgmaya neteweya demokratîk vê komployê vala derxist. Paradîgmaya neteweya demokratîk jiyana bi hev re ya hemû gelan a di nava sîstemeke wekhevî, azad û demokratîk de esas girt. Sîstema netewe-dewlet bi şêwaza ‘parçe bike, ji hev belav bike û rêve bibe’ desthilatdariya xwe didomîne. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk ev sîstem deşîfre kir. Gelê me jî di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de têkoşînek meşand. Li ser vê bingehê li herêmê şoreşek pêk anîn. Di zîhniyetê de guhertineke gelekî mezin ava kir, di gelan de guhertineke gelekî mezin ava kir. Şoreşa Rojava encama vê yekê ye. Şoreşa Rojava bandoreke mezin li gelên li tevahiya cîhanê kir. Ev gelekî girîng e. Di sîstema netewe-dewletê de kaoseke gelekî mezin ava kir. Sîstemê qels kir û jiyaneke azad, demokratîk û wekhev a gelan ava kir.

Dewam dike...