Balafirên şer ên dewleta Tirk du deverên Raperînê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du deverên navçeya Ranya Îdareya Raperînê a ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Li gor çavkaniyên herêmî ya Rojnews’ê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du deverên navçeya Ranya ya Îdareya Raperînê a ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker du caran Çiyayê Bêrimke yê sînorê Serkepkan yê girêdayî navçeya Ranya û carekê jî Dola Wezêyan ya dikeve sînorê Pişderê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanên canî û madî yên êrîşan agahiyên zelal bidest neketin.