Bayindir: Dijminatiya Kurd rê li ber mirina girtiyan vedike

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li şîna Abdûlkadîr Kûday ê li girtîgehê hate qetilkirin axivî, wiha got, “Dijminatiya Kurdan rê li ber mirina girtiyan vedike. Em ê heta pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têbikoşin.”

Abdulkadîr Kuday ku li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê dihat ragirtin û tevî nexweşiyên wî yên giran jî nedihat berdan, di 2’yê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li navçeya Qoser a Mêrdînê hate veşartin. Şîna ji bo Kûday hate danîn bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevşaredar, rêveberên navend û navçeyan û sedan kesan serdana şîna ku li taxa Pireketa hatiye danîn kirin. Girseya ku ji aliyê malbata Kûday ve hate pêşwazîkirin ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz girtin. 

Mehmet Şafî Erol ê di şînê de li ser navê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) axivî, da zanîn ku Kûday tevî hemû zehmetiyan jî teslimiyet qebûl nekir û wiha got: “Heta bêhna xwe ya dawî li ber xwe da û têkoşiya. Em li pêşberî berxwedana wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Pişt re Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Mehdî Tûnç mafê axaftinê wergirt û ji malbatê re sersaxî xwest. Tûnç, anî ziman ku divê her welatparêzek berxwedana Abdûlkadîr Kûday bibîne.

 Pişt re parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenî axivî û got: “Ev şîna hevalekî me ye ku ji bo hebûna gelê Kurd bedena xwe daye ber mirinê ye.”

Aydenîz a gotinên dawî yên Kûday bi bîr xistin, diyar kir ku Kûday li dijî kesên zilmê li gelê Kurd dikin serî netewandiye û wiha domand: “Divê ev sekne ji bo me bibe mînak. Divê em bi vê seknê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bimeşînin.” Aydenîz bi lêv kir ku ji ber vê yekê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê her roj di nava berxwedanê de bin û anî ziman ku ji bo girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest nedin û azadiya gelê Kurd divê tecrîd were rakirin û azadiya Ocalan pêk were.

 ‘DIJMINÊN KURDAN GIRTIYAN QETIL DIKIN’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê bi şandeya ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de serdana şînê kir, ji malbatê re sersaxî xwest. Bayindir bal kişand ku li girtîgehan girtî ji her cure pêdiviyên mirovî bêpar dijîn û destnîşan kir ku hevalên wan di girtîgehan de di encama dijminahiya Kurdan de jiyana xwe ji dest didin. Bayindir, gotinên Kûday ên dawî bi bîr xistin û got: “Wesyeta wî ya ji me re bû rêya azadî û berxwedanê. Wesyeta wî ew bû ku gelê kurd tifaqa xwe mezintir bike. Wesyeta wî ew bû ku em heta bêhna xwe ya dawî li dijî zilmê û dijminatiyê çok nedeynin.

Îro li zindanan û her çar parçeyê Kurdistanê hevalên Abdûlkadîr têkoşîna wî dimeşînin. Îro tişta ku dikeve berê me, bilindkirina vê têkoşînê û berxwedanê ye. Wesyeta wî ev bû. Em xwedî li vê wesyetê derkevin. Em ê yekitî û tifaqa xwe mezin bikin. Em ê ji hev hez bikin. Em ê li dijî vê desthilatê, zilmê û dijminatiyê heta azadiyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêk bînin em ê li dijî tecrîdê têbikoşin û li ber xwe bidin.”