Eren: Tecrîd ne tene meseleyeke hiqûqî ye

Parlamaneterê Amedê Serhat Eren da zanîn ku DMME û Konseya Ewropayê xwe ji cezakirina têkildarî binpêkirina "mafê hêviyê"’ dûr dixin û got: "Tecrîd ne tene meseleyeke hiqûqî ye, di heman demê de parçeyeke hesabpirsîneke siyasî ye."

TECRÎDA ÎMRALIYÊ

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren da zanîn ku polîtîkayên tecrîda mutleq bi şertên Îmraliyê re sînordar nîn in û belavî hemû civakê bûne û got: "Tecrîd bi demê re veguherî stratejiya rêvebirina Tirkiyeyê ya giştî. Tecrîd ne tenê îzolekirina kesekî ya fîzîkî ye, stratejiyeke kûrtir temsîl dike. Tecrîd tê wateya çewisandina daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û hemû gelên bindest. Armanc jî bêdengkirina mixatabê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, pêşîlêgirtina têkoşînê û bêhêvîkirina civakê ye. Ev tecrîd ne tenê li dijî hebûna Ocalan a fîzîkî ye, di heman demê de bandora civakî ya paradîgmaya neteweya demokratîk û lawazkirina îradeya gelê Kurd hedef dike. Tecrîda Îmraliyê ji bo berdewamkirina rewşa herêmê ya heyî tê sepandin." 

'TECRÎD DI NAVA HEMÛ CIVAKÊ DE BELAV BÛYE' 

Eren da zanîn ku polîtîkayên tecrîda mutleq bi şertên Îmraliyê re sînordar nîn in û mekanîzmayeke kontrolê ye ku belavî hemû civakê bûye û axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: "Tecrîd bi demê re veguherî stratejiya rêvebirina welat a giştî.  Ev stratejî bi polîtîkayên tirsandin û çewisandinê hedef dike ku civakê di bin kontrola xwe de bigire. Tecrîda li ser Ocalan, armanc dike ku îradeya siyasî ya gelê Kurd têk bibe û bi zextên li ser hemû beşên civakê bi taybetî jî yên li ser mixalîfan tê destekkirin. Îro li Tirkiyeyê ne tenê li girtîgehan de, di heman demê de li kolan, kargeh, çapemenî û li hemû qadên jiyanê tecrîd heye. Welatî êdî nikarin bi awayekî azad fikra xwe bînin ziman, daxwaziyên azadiyê hatin bêdengkirin. Ev pergal li pêşiya birêxistinbûna civakî astengî ye û însanan bêdeng dike.  Li gel kûrbûna tecrîdê, zexta li ser civakê jî zêde dibe. Tecrîd weke amûreke êrîşê ya li ser beşên ku daxwaziya demokrasî, edalet û azadiyê dikin, tê bikaranîn."

'JIN GELEKÎ TÊN HEDEFGIRTIN' 

Eren destnîşan kir ku bi taybet jî jin bûne hedefeke girîng ya polîtîkayên tecrîdê ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên parastina azadiya jinan û wekheviya zayendî ya civakî dikin, li hemberî pergala heyî ya patrîyarkal û zayendparêz gefek e û got: "Ev feraseta ku Ocalan azadiya jinan kiriye navenda veguherîna civakê ji aliyê pergalê ve weke talûkeyekê tê dîtin.Ji ber vê yekê her ku tecrîd kûr dibe, polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser jinan jî zêde dibin. Jin di qadên giştî û yên taybet de gelekî ji vê zextê bandor dibin. Rejîma tecrîdê ji bo sînordarkirina rola jinan ya di nava civakê û bi bêdengkirina wan re ji bo dûrxistina ji têkoşîna civakî tê bikaranîn."

ŞERÊ TAYBET Ê LI DIJÎ JINAN 

Eren da zanîn ku rêbazên şerê taybet ên li Kurdistanê bi taybetî jî li ser ciwanan tên meşandin jî beşeke mezin a polîtîkayên tecrîdê ye û wiha pêde çû: "Tiryak û fuhûş le ser ciwanên Kurd weke amûreke dejenerekirinê tên bikaranîn.  Bi van rêbazên ciwan tên bêhişkirin û bênasnamekirin. Polîtîkayên şer ên dewletê yên qirêj, ciwanên Kurd ji feraseta siyasî dûr dixe û hedef dike ku ciwanan bêrêxistin bike û têkoşîna wan a civakî têk bibe. Tiryak û fuhûş ji bo ku ciwanên Kurd werin pasîfîzekirin û ew ji civakê bên dûrxistin weke amûrekê tên bikaranîn. Ji ber ku ciwan xwediyê hêza  berdewamkirina berxwedaniya civakî ne, bûne yek ji hedefa sereke ya pergalê."

BI CIWANÊN KURD RE SÎNORDAR NÎNE 

Serhat Eren destnîşan kir ku armanca van polîtîkayan bi ciwanên Kurd re sînordar nîne û wiha pê de çû: "Li seranserê Tirkiyeyê zextê li hemû mixalefeta civakî dike. Têkilyên dewletê yên bi mafya û çeteyan re, dibin sedem ku civak zêdetir dejenere bibe û nirxên demokratîk zirareke mezin bibînin. Ji ber ku têkoşîna Abdullah Ocalan weke têkoşîneke li dijî vê pergala jinavçûyî tê dîtin jî hewl didin bi polîtîkayên tecrîdê di bin zextê de bigirin. Ev dejenerebûn bûye yek ji rêbazên ku di têkbirina têkoşîna civakî de tê bikaranîn û girêdayî têkiliya dewletê ya bi çete û mafyayan re avaniya exlaqî ya civakê xirab dibe."

Eren derbirî ku rejîma tecrîdê ne tê şexsekî yan jî gelekî,  ji bo ku civakê bixe di bin kontrola xwe û daxwaziyên mafan biçewisîne weke teknîkeke rêvebrinê ya sîstematîk e û wiha dirêjî da axaftinên xwe: Çewisandina jinan, dejenerekirina ciwanan û têkiliya dewletê ya bi mafya û çeteyan re weke encamên polîtîkayên tecrîdê derdikevin pêşiya me. Ev pevajo, parçeyeke stratejiyê ye ku ji bo têkbirina têkoşîna civakî û çewisandina daxwaziyên azadiyê yên beşên mixalîf tê bikaranîn." 

EWROPA ÎRADEYA ÇARESERIYÊ NÎŞAN NADE 

Eren, bal kişand bi ser girîngiya nêrîna DMME’yê ya di sala 2014’an de ku DMMY’yê gotibû nebûna mafê Abdullah Ocalan yê serbestberdanê dermirovî ye û ev yek weke binpêkirina "mafê hêviyê" pênase kiribû. Eren bilêv kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nedana vî mafî tê wateya binpêkirina eşkere ya hiqûq û mafên mirovan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin ku DMME û Konseya Ewropayê li hemberî vê binpêkirinê xwe ji cezakirineke cidî dûr digirin.  Sedemên vê yekê jî, pozîsyona Tirkiyeyê ya jeopolîtîk, hêzên navneteweyî û hesabên Tirkiyeya hevalbendê NATO’yê ne.  Tecrîda li ser Ocalan ne tene meseleyeke hiqûqî ye, di heman demê de parçeyeke hesabpirsîneke siyasî ye. Saziyên Ewropayê têkildarî vê mijarê zextê li Tirkiyeym nakin, çimkî têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, naxwazin îradeyekê nîşan bidin. Ev bêdengî encama pasîfbûn û hevkariya navneteweyî ya li hemberî têkoşîna gelê Kurd ya mafdar e. Di vê mijarê de ji bo ku hiqûqa navneteweyî bikeve dewrê û biryarên DMME’yê werin bicihanîn divê em îradeye xurttir nîşan bidin. Neavêtina gavên hewce bi awayekî eşkere nîşan dide ku hiqûq di çarçoveya berjewendiyên siyasî de tê bikaranîn."