BI DÎMEN

Li Dêrik û Amedê çalakiyên MAK’ê

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Dêrik û Amedê çalakî kirin.

MAK’ê di daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Mîlîsên me 4’ê Cotmehê saet di 21:30’î de li Dêrikê li hemberî qemyonekê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encamê çalakiyê de TIR bi barê xwe şewitî û îmha bû."

Hate ragihandin ku li taxa 5 Nîsan a navçeya Baglar a Amedê jî pankarta bi nivîsa "Tecrîdê bişikîne, Rêber Apo azad bike" ya bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.

MAK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Çalakiyên me li hemberî komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Rêber Apo pêk hatin. Li hemberî kiryarên li ser Rêber Apo şerê azadiyê mezin kirin û faşîzmê hilweşandin berpirsyariya her Kurdê welatparêz e. Werin em bi hev re dagirkeran bixin nav şer û qeyrana ku çêkirine û azadiya gelan pêk bînin.”