BI DÎMEN

Heyeta rojnamevanan çû seredana xebatkarên Chatr Prodûksiyonê

Heyeta rojnamevanan ya ku ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Silêmaniyê seredanan pêk tînin, çû seredana Chatr Prodûksiyon a ku Tara û Bahdîn lê dixebitîn.

Seredanên heyeta ji rojnamevanan pêk tê ya ku ji Ewropayê ji bo Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatî Silêmaniyê berdewam dikin.  Hêjayî bibîrxistinê ye ku Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di 23’yê Tebaxê de ji aliyê dewleta Tirk ve li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SIHA’yan hatin qetilkirin.

Heyet piştî hevdîtina bi Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir re,  çû seredana Chatr Prodûksiyon a ku Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn lê dixebitîn. 

Serxweşiyên heyeta ku rojnamevanên bi navê Alice Magar, Emma Audrey, Dilêr Akreyî, Hendrin Faraj Mohamed, Jallan Ziaei ve Devrîm Alpê pêk tê, ji aliyê Chatr Prodûksiyonê ve hatin qebûlkirin. 

Heyeta ku çû seredana ofîsên Tara û Bahadînê,  li hemberî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe nîşan da.

Di axaftinên li ser navê heyetê de hate destnîşankirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk tirsandin û çewisandin e û banga piştevaniya ji bo têkoşîna Tara û Bahadînê û karê rojnamevaniyê hate kirin.  

Her wiha heyetê da zanîn ku Çapemeniya Azad bi dehan salan e li dû heqîqetê ye û gotin ku bi berdewamkirina vî karî dikarin xwedî li têkoşîna rojnamevanên şehîd derkevin. 

Xebatakarên Prodûksiyonê jî spasiyên xwe li heyetê kirin û dan zanîn ku ew ê xwedî li têkoşîna Tara û Bahadînê derkevin.  Piştî axaftinan heyet derbasî saziya rojnamevaniyê ya bi navê METRO’yê bû.