Înfaza girtiyê nexweş hate taloqkirin

Li Êlihê înfaza Nûrettîn Dayan ê ku bi nexweşiya pençeşêra pişikê lê peyda bûye û di qonaxa 4’an de ye, ji bo 6 mehan hate taloqkirin.

Înfaza Nûrettîn Dayan (34) ê bi nexweşiya pençeşêra pişikê ketiye û li Girtîgeha Gîrtî a Tîpa T a Qûbînê tê girtin bi rapora ‘’nikare li girtîgehê bîmîne’’ hate taloqkirin. 

Parêzeran ji bo Dayan serî li Dadgeriya Înfazê a Êlihê dan. Girêdayî serlêdanê rapora têkildarî rewşa Dayan ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Fakûlteya Tibê a Zanîngeha Dîcleyê hate xwestin. Piştî ku rapora ku dibêje Dayan ‘nikare li girtîgehê bimîne’’ hate dayîn, rapor ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê re hate şandin. ATK’ê derheqê Dayan de rapora ku dibêje Dayan; ‘’nikare li girtîgehê bimîne’’ da û destnîşan kir ku cezayê înfaza Dayan ji bo 6 mehan were taloqkirin. Dadgeriya Înfazê ya Êlihê jî girêdayî rapora ATK’ê biryar da ku înfaza Dayan ji bo 6 mehan were taloqkirin.