YCWK’ê li Amedê çalakî li dar xist

YCWK’ê li Amedê li dijî bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist.

ÇALAKIYA YCWK'Ê

Yekîneya Tolhildanê yê Şehîd Yilmaz Tolhildan ê Yekîtiya Ciwanên Welatparêz Ên Kurdistanê (YCWK), li Amedê li dijî bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist.

Di daxuyaniya der barê çalakiyê de ev tişt hate gotin: "Yekîneya Tolhildanê yê Şehîd Yilmaz Tolhildan, di çarçoveya Pêngava 'Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber Apo re azad bibin' di 2’ê Cotmehê de li navçeya Sûr a Amedê li dijî bazirganên tiryakê çalakiyek li dar xist. Madeyên tiryakê yên hatine desteserkirin, hatin îmhakirin.

Em diyar dikin ku li dijî rêbazên şerê taybet ên li dijî ciwanên Kurdistanê tê meşandin, em ê her tim çalakiyan li dar bixin û em bang li hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku cihê xwe di nava refên têkoşînê de bigirin."