Engîzek: Hevalê Qasim di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand

Xalîde Engîzek, endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn bi bîr anî ku 27'ê Gulana 2020'î şehîd bû û got, "Hevalê Qasim şoreşgerekî mezin bû ku şûna wî nayê dagirtin. Di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand."

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek qala endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Qasim Engîn kir ku 27'ê Gulana 2020'î şehîd bû.

Engîzek diyar kir ku meha Gulanê meha şehîdan e û bi bîr xist pêşeng Hakî Karer, Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya, Ferhat Kûrtay, Mahmût Zengîn, Eşref Aynik û Necmî Oner di vê mehê de şehîd bûn. Engîzek her wiha bi bîr xist ku Qasim Engîn jî di 27'ê Gulana 2020'î de şehîd bû û got, "Di şexsê hevalê Qasim Engîn de şehîdên meha Gulanê û şehîdên azadiyê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan di oxira wê de canê xwe feda kirine, bi ser bixînin.

Salvegera 3'yemîn a şehadeta hevalê Qasim Engîn e. Partiya me PKK weke partiyeke şehîdan bi rê ket. Em di xeta şehîdên xwe de li rastiya partiya xwe xwedî derdikevin û têdikoşin. Çawa ku PKK bi şehîdan bû partî, bi şehîdan mezin bû, bi şehîdan gihîşt vê astê, bi şehîdan PKK bi wate bû, bû xwedî rûmet û bi PKK'ê re bûn nirxên herî mezin ên gel. Eger em bi vî rengî nêzî rastiya şehîdan nebin hingî em ê mafê şehîdan radestî wan nekiribin.

Hevalê Qasim hevalekî welê bû ku hîn ji zarokatiyê ve dilsozê nirxên welatparêziyê û xaka xwe bû. Hevalê Qasim ne weke yekî li Ewropayê mezin bû, lê weke kadroyekî partiyê hat qada Rêbertî, tevlî perwerdeyê bû û derbasî qadên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî jiyana gerîla bû û zêdeyî 30 salên emrê xwe da têkoşînê. Bi ciwantî bi berpirsyarî û wezîfeyên girîng rabû."

HEVALÊ QASIM TAYBETMENDIYÊN MILÎTANIYA APOYÎ DI KESAYETIYA XWE DE ŞÊNBER KIR

Engîzek destnîşan kir ku Qasim Engîn li cihên herî zehmet di demên herî giran de têkoşîneke mezin meşand û got, "Hevalê Qasim li dijî xeta tasfiyekar, dijmin, êrîşên dijmin li her qadê hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê fîzîkî ve têkoşiya. Vê yekê jî kir ku hevalê Qasim li qada têkoşînê bibe xwedî tecrûbeyên gelekî mezin. Em gelekî serbilind in ji ber ku bi kesekî mîna wî re hevaltî kir, pê re xebitî. Dema ku em bi hevalê Qasim re dixebitîn me her tim hêz jê werdigirt. Ji ber ku hevalê Qasim di xeta partî û Rêbertî de xwe zelal kiribû, taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de şênber kiribû. Lewma mirov dikare bibêje ku hevalê Qasim şoreşgerekî rasteqîn bû.

Li qadên ku hevalê Qasim lê bû timî enerjiyeke erênî hebû. Ev yek nîşanî derdora xwe dida û hevrêyên xwe tevlî têkoşînê dikir. Hêzeke bi vî rengî ya xwezayî ya hevalê Qasim hebû. Enerjî, coş û moral dida hevrêyên xwe. Hevalekî entelektûrel bû. Xwe baş perwerde dikir, dema xwe baş bi rêxistin dikir. Timî dixwend, lêkolîn dikir. Bi taybetî li ser Kurd û Kurdistanê, dîroka Kurdî û cografyayê lêkolîn dikir. Di vê mijarê de gelekî hewl dida, ked dida. Di mijara hişmendî, felsefe, siyasî, çand, îdeolojiyê de xwe gelekî bi pêş ve dibir. Ji ber vê yekê di karên perwerdeyê de rola xwe gelekî mezin bû. Li cihê ku hevalê Qasim lê bû karên perwerdeyê bi rêk û pêk dimeşiyan. Perwerde dida milîtanan hemûyan, kadroyên partiyê û şervanan."

KEDKAREKÎ ÇAPEMENIYÊ YÊ MEZIN BÛ

Engîzek anî ziman ku endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Qasim Engîn her wiha pêşengî ji karên çapemeniyê re jî dikir û got, "Enerjiyeke welê ya hevalê Qasim hebû ku hem karên çapemeniyê bi rêxistin dikir, hem jî ji aliyê îdeolojîk ve di pêşvebirina çapemeniyê de bi roleke mezin radibû. Pêşengî ji vê qadê re dikir. Mînak ji hemû rojnameyan, ji kovaran re dinivîsand, bername ji televîzyonan re çêdikir. Danheviya xwe ya teorîk pêşkêşî çapemeniyê dikir, pêşengî ji vî karî re dikir. Li qada çapemeniyê hin ferasetên şaş hebûn. Mîna ku karên çapemeniyê ji her tiştî serbixwe ye, ne girêdayî îdeolojiyekê ye, mîna ku li pişt her çapemeniyê îdeolojiyek nîne, karê çapemeniyê dihate meşandin. Nêzîkatiyên welê hebûn ku di bin bandora lîberalîzmê de bûn.

Hevalê Qasim li dijî vê ferasetê şer dikir, têkoşîneke mezin dimeşand. Dixwest ku karên çapemeniyê, propaganda-ajîtasyonê di çarçoveya pîvanên îdeolojîk de bi pêş ve bibe, xurt bike, bi rêxistin bike û bike malê civakê. Giranî da ser wê yekê ku karê çapemeniyê ji civakê qut nebe, bi civakê ve girêdayî bê meşandin. Hevalê Qasim jî mîna hevalên Dozdar, Nûjiyan, Şîlan, Denîz û Gûrbetellî Ersoz tevlî karwanê şehîdên xeta çapemeniya azad bû. Mirov dikare bibêje ku hevalê Qasim kedkarekî mezin ê çapemeniyê bû. Tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bû. Ya ku çapemeniya me bike ew e ku li ser xeta şehîdan pîvanên îdeolojîk ji xwe re bike esas û li ser vê bingehê têkoşînê mezin bike.

Hevalê Qasim hunermendek bû, sporvannek bû. Li her cihî distira, govend digerand, helbest dinivîsand. Hem ji sporê hez dikir, hem jî weke meseleyeke tenduristiyê dinirxand. Spor weke parçeyek ji jiyana gerîal didît. Hevalê Qasim di heman demê de leşker û fermandarekî gelekî xurt bû. Nêrînên xwe yên li ser taktîk, qad û şer timî parve dikir, pêşniyar dikir. Bi van taybetmendiyên xwe bûbû şoreşgerekî mezin."

EV TÊKOŞÎN HETA SERXISTINA ARMANCA ŞEHÎDÊN ME WÊ DEWAM BIKE

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek bal kişand ser hevrêtiya Qasim Engîn a bi şervanên jin re û got, "Hevrêtiya hevalê Qasim a bi hevalên jin re gelekî taybet bû. Di çarçoveya îdeolojîk û rêxistinî de xwe gelekî bi pêş ve biribû, Rêbertî xwendibû. Ji bo li ser xeta Rêbertî xwe bigihîne kesayetekî mêr ê azad, bi jinan re hevrêtiyê bike gelekî hewl dida, ked dida. Aliyê xwe yê manewî gelekî xurt bû. Cotikê wî keç bû, di nava malbata xwe de têkiliyên xwe yên bi xwişka xwe, bi dayika xwe re gelekî xurt bû. Lewma nêzîkatiya li hevalên jin gelekî xwezayî bû. Bêguman herî zêde di çarçoveya îdeolojîk û rêxistinî de mijara jinê dinirxand. Ji ber ku me bi hevalê Qasim re kar kir, têkoşiya em gelekî serbilind in.

Şehadeta hevalê Qasim di jiyana me de valahiyeke mezin afirand. Ji aliyê fîzîkî ve dûr ketibe jî em ê ti carî hînî vê dûrketinê nebin. H er ku partiya me PKK mezin dibe, nirx û berdêlên wê jî ewqasî mezin dibin. Şehadeta hevalê Qasim ji bo me berdêleke têkoşînê ye. Ji bo me zehmet e ku şûna wî dagirin. Lê belê weke hevrêyên hevalê Qasim em ê li her kêliya têkoşînê xwedî li bîranîna wî derkevin. Kesayetiya wî mîna findekê wê paşeroja me ronî bike. Em careke din hevalê Qasim bi hurmet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînin. Ev têkoşîn heta serxistina armanca şehîdên me wê dewam bike. Em careke din di şexsê hevalê Qasim de şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin."