KJK: Bersiva herî rast a li dijî qirkeran, dewamkirina berxwedana Leylayan e!

Koordînasyona KJK'ê: Dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Leylayan, wergirtina vê meşaleyê ku wan bi eşqê hilda bûn, gihandina li siberojê wê bibe bersiva herî rast a li dijî rejîmên qirker.

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî ye:

"Di nava têkoşîna me ya azadiyê de rastiya şehîdên me bûye rastiya serketinê. Berdêlên mezin ên hatin dayin, pêşî li şoreşa jinê û şoreşa Kurdistanê vekir. Gotin di cih de be; deviyên bi strî yên li ser rêya şoreşê bi destê xwe rakirin.

Endama Konseya Leşkerî ya HPG-YJA Starê, endama Meclîsa PAJK û PKK'ê hevala Leyla Sorxwîn ku meha Çileyê li herêma Bestayê di operasyona hêzên qirker ên AKP-MHP ên faşîst de şehîd bû, bi têkoşîna xwe ya 31 salan bû yek ji wan ku rêya şoreşê ronî kir, can da şoreşê. Hevala Leyla Sorxwîn weke şervanekê li Botanê dest bi têkoşînê kir û li Botanê weke fermandareke pêşeng tevlî karwanê nemiran bû. Mîna evîndareke Botanê bi ku ve çû jî berê wê li Botanê bû, lê vegeriya. Hevrêtî ji Azîme, Sorxwîn, Nûda, Delal, Azêyan re kir, meşaleya wan a berxwedanê ji bo li Botanê timî bilind bike, cara 3'yemîn berê xwe da Botanê. Di nava 30 salan de moral, kelecan, bawerî û biryardariya xwe ya kêliya destpêkê kêm nekir, ev coşa xwe her kêlî mezintir kir û li her bihosta çiyayên Kurdistanê geriya. Bi gotina Rêber Apo bû yek ji nûnerên wan jinan, 'her ku şer kir, bedew bû, her ku bedew bû hate hezkirin'. Jiyana bi 24 saetan a bi Rêber Apo re ji xwe re kir esas, bi îdeolojiya Rêber Apo xwe ji nû ve afirand. Bi rastiya 'yên ku fikrê xwe ne ji me be, çalakiya xwe jî ne ya me ye' ya Rêber Apo bi rê ket, zanîbû ku mirovên di jiyanê de bi ser nekeve, di şer de jî nikare bi ser bikeve, lewma bi qasî di nava şer de her wiha di nava jiyanê de jî bû fermandar. Bi azadiye tî bû bû, ji bo vê tîbûna xwe derbas bike, her tim berê xwe da Rêber Apo. Hevala Leyla di nava 31 salan de ti carî negot 'ewqas bes e' û bû şervaneke heqîqetê ku timî li ya herî bedew digeriya, lewma jî hembêza wê timî bi bedewiyan dagirtî bû.

Em jî weke hevrêyên têkoşînê yên hevala Leyla Sorxwîn, di şexsê şehîd Leyla de şehîdên şoreşê hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku armancên wan, têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Di serî de ji malbata wê ya hêja, xelkê Amedê yê welatparêz, tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrat şoreşger re sersaxiyê dixwazin û dibêjin, dewamkirina kevneşopiya berxwedanê ya Leylayan li Kurdistanê, wergirtina meşaleya wan a bi eşqê hilgirtibûn, gihandina vê yekê li siberojê wê bibe bersiva herî rast a li rejîmên qirker be. Em bang li jin û ciwanan dikin ku têkoşîna hevala Leyla Sorxwîn hîn mezin bikin û bersiva herî bi wate bidin dijmin û xiyanetkaran."