Avesta: Leyla Sorxwîn sembol bû

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ku şehît Leyla Sorxwîn bi hêza, têkoşîn, cesaret û keda xwe di maratona 50 salan de 31 salan hevrêtî kiriye û bal kişand ser vî tiştî ku divê şehadeta wê bibe sedema helwestên xurt.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji ANF’ê re qala têkoşîna Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) kir.

Avesta da zanîn ku Leyla Sorxwîn 31 sal in hevrêya meşa maratona 50 salî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Çawa ku heval Egîd Pêngava 15’ê Tebaxê li Gabarê bi rêxistin kir û pêk anî, heval Leyla jî di Pêngava 1’ê Hezîranê de li Gabarê fermandarî kir.”

Avesta derbarê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hilbijartinên tûra duyemîn a serokkomariyê ya ku wê di 28’ê Gulanê de pêk were peyam da û got “Têkbirina zîhniyeta faşîst a Erdogan ku DAÎŞ, Talîban, HUDA PAR û hemû awayên faşîzmê di nav de xwe kom dike, peywira sereke ya gelê Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyeyê û hemû jinan e. Divê faşîzm bi destê jinan were hilweşandin.”

Axaftina Endama Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta wiha ye:

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi daxuyaniyek nivîskî şehadeta Fermandara Qada Botanê, Endama Komîteya Navendî ya PJAK û PKK’ê hevrê Leyla Amed ragihand. Şehadeta hevrê Leyla em hevalên wê yên têkoşînê, gelê Kurd û dostên me hemûyan, jinên têkoşer gelek xemgîn kir. Destpêkê di şexsê fermandara gerîlayên azad şehîda mezin Leyla Sorxwîn de, ez şehîdên azadiyê hemûyan bi rêzdarî, minetdarî û hurmet bi bîr tînim û li ber bîranîna şehîdan bejna xwe ditewînim. Em soz didin ku armanc, hedef û xwestekên ku wan ji bo têkoşiyane, bi serkeftinê tacîdar bikin. Ez sersaxiyê ji malbata hevrê Leyla Sorxwîn re dixwazim. Êşa wan ji dil parve dikim. Dîsa di şexsê malbata me de ez sersaxiyê ji Amediyên serhildêr û gelê me hemûyê re dixwazim. Ez dibêjim ku bila serê Rêber Apo û şervanên milîtanên Tevgera Azadiyê sax be.

BÛ FERMANDARA BI CESARET A GERÎLA

Em 31 salan hevala Leyla nas dikin. Sala 1993’an berê xwe ji Amedê da herêma Botanê û tevlî gerîlayên azadiyê bû. Di temenê ciwantiyê de, di temenê biçûktiyê de bi dilsoziyek mezin, cesaret û kenê xwe yê ku ti carî ji rûyê xwe kêm nekirî û bi evînek mezin hatibû çiyayên Kurdistanê.

Hevala Leyla bi şervantiyê dest bi têkoşîna xwe ya 31 salan kir. Bi hêza xwe ya cewherî, bi ruhê îrade û têkoşeriyê, bi keda xwe gav bi gav wezîfeyên mezin girt û bû milîtaneke pêşeng a Têkoşîna Azadiyê û fermandareke bi cesaret a gerîla.

Çav her tim li hevalên mîna hevala Leyla digere. Dilsoz, serhildêr, berxwedêr û ji hevrêyên xwe re hevrê bû. Li ser rastî û xeta Rêber Apo, dilsozê Rêbertî û hevaleke sembol bû. Hevala Leyla li ser xeta maratoyê ya 50 salî ku Rêber Apo ew xet ji tunehiyê ava kir, 31 salan hevaltî kir. 3 caran çû Botanê û li Botanê têkoşîn meşand.

PÊŞENGÎ JI PÊNGAVA 1’Ê HEZÎRANÊ RE KIR

Sala 2003’an komplogerên navneteweyî di nava Tevgera me de tasfiyetî rêxistin kirin. Bi vî rengî xwestin ku Rêber Apo li girava Îmraliyê tecrîd bikin, li derve jî Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Yek ji kesên ku bi lehengî li dijî xeta tasfiyet û xiyanetê rawestiyan, têkoşiyan û ev pêvajo bi serkeftinê tacîdar kirin jî hevrê Leyla Sorxwîn bû. Yek ji kesên ku dengê Rêber Apo ku digot, ‘Yê ji min hez bike bila berê xwe bide Botanê’ û ‘Her kes ji çiya were were xwar jî divê jin neyên xwar’ bihîst û ev yek bêyî teredut pêk anî jî hevrê Leyla bû. Di pêvajoya Pêngava 1’ê Hezîranê de ev gotinên Rêbertî weke ferman dît û bi komek hevalên xwe re berê xwe da Botanê û pêşengî ji vê pêvajoyê re kir. Li warê Egîdan Gabarê berpirsyariya fermandariyê girt ser xwe. Çawa ku hevalê Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Gabarê Pêngava 15’ê Tebaxê rêxistin kir û meşand, hevala Leyla jî li Gabarê ji Pêngava 1’ê Hezîranê re fermandarî kir.

Hevala Leyla bi Azîmeyan, Zelalan, Çîçekan, Evînan, Nûdayan, Gulbiharan, Gulçiya û Peymanan re hevrêtî kir. Hevrêya van bû. Timî bi van hevalan re li ser xeta Rêber Apo bi rengekî zelal, ji dil û dilnizm xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derket.

XIZMET JI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ RE KIR

Hevala Leyla ti carî sînor nas nekir. Li pêşiya têkoşînê ti tişt asteng nedît. Ji çar parçeyên Kurdistanê re jî xizmet kir. Ji Rojhilatê Kurdistanê hetanî Zagrosan, ji Zagrosan hetanî hemû çiyayên Bakurê Kurdistanê, li Botanê gav bi gav gerîlatî kir. bi Sedan heval perwerde kir. Bi taybetî ji bo Artêşa Azadiyê ya Jinê hem di asta şervantî û hem jî fermandarî de wezîfe û berpisyariyên xwe anî cih. Eger îro Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û Kurdistanê ji Kurdistanê hetanî cîhanê veguheriye hêviyek mezin, eger Şoreşa Jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk-ekolojîk a li ser azadiya jinê bi jinên Rojhilata Navîn hemûyan re bûyîbe yek û eger îro bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî mirov ber bi Konfederalîzma Demokratîk a Jinê ya Cîhanê ve diçin, eger li Rojhilatê Kurdistanê bi mehane berxwedan û serhildana jinan a mezin didome, di vê yekê de hevala Leyla jî di nav de keda hevrêyên mîna wê mezin e. Hevala Leyla li Rojhilatê Kurdistanê weke gerîlaya azadiyê têkoşînek mezin meşand. Di bin fermandariya hevala Leyla de, bi hevrê Simko û Saryayan re mil bi mil çalakiya fedayî kirin. Ev bi cesaret û tarzê çalakiyê ya afirêner, tarzê gerîlatiya modern a profesyonek pêkan bû. Şervanên ku di bin fermandariya hevrê Leyla de bi cesaret, dilsozî û fedayiyane têkoşîn bilind kirin.

ÊŞÊN MEZIN DIHÊLE KU EM GAVÊN MEZIN BAVÊJIN

Îro em dibînin ku gelê me li seranserê Kurdistanê di qirkirinekê re derbas dibe. Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de ye. Tecrîd ji her alî ve tê girankirin. Li ser civaka me qirkirina siyasî tê kirin. Êrîşên hovane û bêexlaq li dijî Gerîlaya Azadiyê bi her cure çekên teknolojîk ên nûjen ên wekî gazên kîmyewî, termobarîk, her cure çekên nukleerî tên kirin. Gerîlaya Azadiyê bi perwerdeya ku ji fermandarên mîna Leyla girtiye, li ser esasê milîtanî û perspektîfê bi îradeyeke mezin li ber xwe dide.

Her çiqas şehadeta hevrê Leyla hevrêyên me diêşîne jî, em tevgereke wiha ne; -Em wisa ji Rêber Apo fêr bûn- êşên mezin ji me re serkeftinên mezin çêdike. Hêrsa me ya azadiyê her ku diçe xurtir dibe. Evîn û girêdana me ya ji bo xeta azadiya jinê, li dijî faşîzmê ku nefes nade jinan her ku diçe xurttir dibe.

Lehengên me yên mezin ên weke Hevrê Leyla, Gulçiya ku herî dawî hat ragihandin û Peyman Bagok, Fazil, Raperîn Amed, Evîn Goyî ku di van mehên dawî de şehîd ketine, dilsoziya gelê me ya ji bo vê têkoşînê hîn xurtir kirine. Divê baş were zanîn, heta ku lehengên mîna Leyla Sorxwîn hebin, wê gelê Kurdistanê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernade. Li ser xeta Leyla û Gulçiyan em ê li ser esasê bîranînên wan têkoşînê li her qadê mezin bikin.

EGER EM FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN EM DIKARIN AZADIYA RÊBER APO YA FÎZÎKÎ MISOGER BIKIN

Bi taybetî di vê sala ku em tê de dijîn, dijminê ku ji ramanên azad, xeta azadiya jinê û felsefeya azadiyê ditirsin, ji bo dengê Rêber Apo yê ku azadiya hemû gelên bindest ên herêmê diparêze bibirin, tecrîda girankirî û siyaseeta faşizan a qirêj dimeşînin. 26 meh in me tu agahî ji Rêber Apo negirtiye. Li girava Îmraliyê qanûnên taybet tên sepandin. Bi vê minasebetê ez Rêber Apo ku vîna hemû Kurdistanê ye silav dikim. Ez vê helwesta hêja silav dikim, rêzên xwe pêşkêş dikim.

Gelê me van rojan li her qadê bi hişmendiyeke mezin li dijî faşîzmê têdikoşe. Gelê me dizanin ku li dijî gerîla êrîş hene, li ser civaka me qirkirineke siyasî heye, bi destê komplogerên navneteweyî tecrîd li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin, bi qanûnên taybet bi destê Konseya Ewropayê ku pêşengiyê ji vê re jî dike, tecrîd hatiye şidandin.

Em dizanin ku ev tecrîd ne tenê ji aliyê faşîzma Erdogan û Bahçelî ve tê kirin. Berpirsiyarê vê yekê jî hêz û dewletên navneteweyî ne. Bi dehan bang hatin kirin. Ji DMME heta CPT’yê li ber hemû saziyan daxuyanî hatin dayîn. Ji bo şikandina tecrîdê gelek konferans, komxebat û bang hatin kirin, lê ji tecrîdê paşve gav neavêtin. Rakirina tecrîdê encax bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Ger em faşîzmê hilweşînin, ger em desthilatdariya faşîst bişkînin, em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin; weke civak em dikarin qirkirin û qetlîamên li ser jinan ji holê rakin. Weke Leyla divê em wan têk bibin. Divê em pêşengiya pêvajoyê bikin. Divê em li ser xeta jina azad têbikoşin. Leylayan li ser bingeha Îdeolojiya Rizgariya Jinê, li ser xeta Jineolojiyê ya ku zanista jinê ye, xwe feda kirin.

DIVÊ FAŞÎZM BI DESTÊ JINÊ BÊ HILWEŞANDIN

Li ser vê soza ku me daye Leyla û şehîdên din, ger nefesek bê girtin, ev yek encax di şexsê Rêber Apo de, bi azadiya Rêber Apo, azadiya gelê xwe û jinan pêkan e. Em baş dizanin ku; Gelê me wê erkên xwe yên demê pêk bîne. Di van kêliyan de, van rojan têkoşînek bi nirx dane meşandin. Ji bo hilweşandina faşîzmê jî hilbijartinên demokratîk weke rêbazeke têkoşînê bikar anîn. Tevî hemû hîle û sextekariyan jî, gelê me bi taybetî di 14’ê Gulanê de derseke mezin da faşîst û qirkeran. Lê hêj karê me neqediyaye. Di rojên pêş de, di 28’ê Gulanê de hilbijartinên serokkomariyê ya tûra duyemîn heye. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn, beşên demokratîk, rêxistinên jinan, rewşenbîr, hunermend û hemû pêkhateyên civakê li dijî faşîzmê wê di 28’ê Gulanê de vê faşîzmê têk bibin.

Bi vê minasebetê ez careke din bang li hemû gelê me bi taybetî gelên Tirkiyeyê dikim. Gelê Kurdistanê erkên xwe bi rêk û pêk bi cih tîne û ev jî kir. Lê nabe ev bar tenê li ser milê gelê Kurdistanê be. Ne tenê gelê Kurd ji vê faşîzmê xisarê dibîne. Divê hemû hêzên azadîxwaz, demokratîk, hemû beşên ku hewcedarê wekhevî û azadiyê ne, li dijî vê faşîzmê rabin ser piyan. Tenê bi vî rengî em dikarin bersivê bidin serdemê û tecrîdê bişkînin, dagirkeran têk bibin û azadiyê pêk bînin.

Li ser vî esasî erka bingehîn a gelê Kurdistanê, hemû gelên Tirkiyeyê û hemû jinan e ku zîhniyeta Erdogan a faşîst a ku DAÎŞ, Talîban, HUDA PAR û her cure faşîzmê di nava xwe de dihewîne, têk bibe. Hemû jin vê yekê baş dizanin. Divê hilweşandina faşîzmê bi destê jinê pêk were. Ev faşîzm, ev zîhniyet herî zêde dijminatiya jinê dike. Ez di wê baweriyê de me ku dê di 28’ê Gulanê de aliyê demokrasiye bi ser bikeve. Bi vî awayî wê tola hemû şehîdan, hemû berxwedêrên zindanan û gelên bindest were hilanîn. Pêvajo vê yekê li ser me ferz dike, pêngav li gorî wê hatine birêxistinkirin. Dem dema azadiyê ye, dema yekîtiyê ye. Dem dema têkbirina faşîzmê û mezinkirina yekîtiya gelan e. Li ser vê bingehê ez vê bangê dikim; Bi ruhê Leylayan, Gulçiyan, Fazîlan, Peymanan û Raperînan wê gelê me jî van erkên dîrokî bi cih bîne. Ji bo pêkanîna vê jî divê di xeta Leylayan de têkoşînê mezin bikin û erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”