Xelkê Mexmûr: Çi dibe bila bibe em dorpêç qebûl nakin

Şêniyên Mexmûrê yên li ber artêşa Iraqê sekinîn û rê nadin Mexmûrê dorpêç bikin, anîn ziman ku ev li ser fermana Erdogan pêk tê, çi dibe bila bibe ew ê qebûl nekin dor li wan bê pêçandin.

Ji 20’ê Gulanê û vir ve artêşa Iraqê bi wesayîtên zirxî û zorê bi reng û rêbazên cuda dixwaze Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dorpêç bike, têl û kuleyan dane. 

Li ser vê yekê ev 9 roj in xelkê Mexmûrê li ber vê hewldanê di nava berxwedan û nobedê de ye. Welaiyên ku pêşiya wesayîtên xirxî girtin gotin ku ew vê yekê qebûl nakin, dixwazin wan esîr bigirin.

Dayika Emîne Şirnexî: Vê dewletê çi ji me divê, em penaber in. Em ji ber zilma Erdogan reviyan ketine ber zilma Kazimî. Wijdana wî bûye berîka wî. Bertîlxwe û dizno. Me çi bi wan kiriye, çi heqê wan li me heye. Em ne li ser rêya wî, nanê wî û ava wî ne, em li vê qontara çiya dijîn. 

Bi ambargoyê kirin ku em bimirin, em nemirin! Çi kirin nekarîn. Kes nikare hêza me tarî bike. Heta dawî em ê li ber xwe bidin. Em bi xwîna zarokên xwe sond dixwin, heta em bikarin em ê li ber xwe bidin. Bila me bikujin! Ji vê zêdetir tiştek din tine. 

Dayika Emîne Pîranî: Ev çend kamp me borandin di bin vê zilm û zordariyê de qey çi bêjim. Ev xweşmêrane van wesayîtên zirxî tîne pêşiya vî xelkê sivîl, dema DAÎŞ’ê li kû bûn. Çima ne dihatin em ne diparastin. Xêre nû tên dibêjin ‘em we biparêzin’. Em vê qebûl nakin, ev ne ji ber xwe ve ye. Ev zext û tehdîdên Erdogan in. Me gotinên Erdogan pêk bianîba em ê li ser cih û warên xwe bûna. Em ne vaan fermananû ne jî vê zilm û zordariyê qebûl dikin. Dorpêç kirin, têl kirin zilm e. Bila derdor bipirsin me zilm û nexweşî nedaye kesê. Em mirovan diparêzin. Em ruhê mirovan diparêzin. Em mirovan nafiroşin. Heta ji me bê em ji her tiştî re amade ne. Ji aştî û ji biratiyê re amade ne. Em vê dorpêç qet û qet qebûl nakin. 

Heta niha kesê em neparastine, me bi xwe xwe parastiye û ji niha şûn ve jî em ê xwe bi xwe xwe biparêzin. Eger ji bo parastinê hatine bila biçin çiya çete li wir in. Em girêdayî doz û rêxistina xwe ne.

Mamoste Hewar Gabarî: Hikûmeta Iraqê dixwaze dorî me dorpêç bike, ev yek bi fermana Erdogan tevger dikin. Em vê yekê qet qebûl nakin. Ev esaret e. Dixwazin me esîr bigirin. Dixwazin piştî 30 salan, me bixin nava kampeke ya esîran, ev vê qebûl nakin. 

Bang li tevahî gelê Kurdistanê dikim, destekê bidin me û li her derê rabin ser xwe. Li ber derên sefaretxaneyên Iraqê û derve çalakiyan bikin û hêza xwe tevlî hêza me bikin. Em destê xwe bidin hev em dikarin vê dorpêçê bişkînin.