Berxwedana Mexmûrê 8 roj in didome

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 8 roj in bê navber li dijî hemû êrîş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê jî, leşkerên Iraqê hewl didin derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kuleyan daynin.

Ev 8 roj in bênavber xelkê Mexmûrê ji 7 salî heta 70’ê salî li ber vê hewldanê kon danîne û nobedê digirin.

Herî dawî 25’ê Gulanê artêşa Iraqê hewl da li cihên stratejîk ên dorî Mexmûrê leşkeran daynin û bi wî rengî dor li Kampa Mexmûrê bigire, dest bi xendekan bike. Li ser vê xelkê wargehê pêşî girtin û bi destê xwe xendek tije kirin.

Berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî artêşa Iraqê bênavber li bin konan didome. Di bin konên nobedê de dîmenên rengîn ên berxwedanê derdikevin. Jin û zarok stranên berxwedanê distirên.