Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê: Berxwedana Mexmûrê wê bi ser bikeve

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ber hewldanên hikumeta Iraqê yên dorpêçkirina Mexmûrê rabû û destnîşan kir, ku serketin wê ya xelkê Mexmûrê be.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê li ser hewldanên artêşa Iraqê yên dorpêçkirina wargeha Mexmûrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de zor û zehmetiyên koçberiyê, zextên bi salan ên PDK'ê û êrişên dewleta Tirk ên li ser wargeha Mexmûrê hatin bibîrxistin û hate ragihandin, ku hikumeta Iraqê li şûna ku van pirsgirêkan çareser bike, niha hewl dide wargehê dorpêç bike.

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û diyar kir, ku êrişa niha tê kirin yekalî nîne.

Saziyê ragihand ku êriş bi zexta dewleta Tirk û PDK'ê tê kirin û hikumeta Iraqê jî ji bo desthilatdariya xwe dirêj bike, bazirganiyê li ser jiyana gel dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku serketin wê ya gelê Mexmûrê be û hate gotin, "Çawa ku bi ked û xwîna şehîdan Şengal heta niha li ser piyan maye û li hemberî hemû planan bi ser ketiye, wê berxwedana xelkê me yê Mexmûrê jî bi ser bikeve."