Destûr nehate dayîn ku heyeta Îtalyan biçe Mexmûrê

Iraqê destûr neda ku heyeta Îtalyan biçe serdana Kampa Mexmûrê.

Heyeta ji Îtalyayê ya ku çalakvan, parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşk tê de bûn ji bo alîkariyê her sal diçin Kampa Mexmûrê û Şengalê. Heyetê îro jî xwest biçe Kampa Mexmûrê lê ji aliyê Iraqê ve hatin astengkirin.

Heyet li benda kontrolê ya Hacî Alî ya li navçeya Geyare ya Mûsûlê hatin sekinandin û heyet neçar ma demeke dirêj li vir bimîne.

Hate ragihandin heyet li ser rêya Mûsûl-Bexdayê demeke dirêj man û miameleyeke xerab li wan hatiye kirin. Bi wesayîteke leşkerî endamên heyetê birin Bexdayê.

Heyeta ji Îtalyayê niha li Bexdayê tên sekinandin.