‘Armanca ji êrîşan pêşîgirtina li vegerê û tirsandina civaka Êzidî ye’

Şêniyên Êzidî anîn ziman ku hêzên wan diparêzin zarokên Êzidî ne û armanca êrîşên Tirkiye tirsandina xelkê Êzidî, pêşîgirtina li vegera ji kampan û tinekirina civaka Êzidî ye.

Di demê dawî de êrîşên li ser Şengalê zêde bûne. Malên sivîlan tên bombe kirin. Li ser vê mijarê xelkê Êzidî nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclîsa Dugurê Hemo Hesen: Armanca êrîşên li ser Şengalê ew e ku xelkê me nevegerin. Divê gelê me ji van êrîşan netirsin û vala derbixin. Bi taybet vegerin ser cih û warên xwe. 

Em dizanin ku kîne li pişt van êrîşan û kîne hevkarî dikin. Pir vekirî û zelal e. Tirkiye û hikûmeta Herêmê hevpar bi hev re kar dikin. Dixwazin bi êrîşan rê li vegera welatiyên me ya ji nava kampan bigirin. Bi êrîşan dixwazin tirsê nava gel de çêbikin. Êzidî natirsin û wê tim vegerin ser axa xwe. Rojane welatî vedigerin. Êdî ew nema li kampan dikarin bijîn. 

Hêzên Şengalê diparêzin zarokên vê derê ne. Îro Asayîş, YBŞ, YJŞ hemû jî zarokên vê axê ne, kes biyanî nîne. 

Endamê Meclîsa Duhola Nazim Şengalî: Êrîş li malên sivîlan didin ku ji bo venegerin, bitirsin. Ti erd nîne divê her xelkê me vegerin ser cih û warê xwe. Divê xelkê me bên ser cih û warê xwe, ti pirsgirêk nîne; Şengal xweş e. 

Zarokên Êzidî xwe diparêzin. Dixwazin hêzên Şengalê reş bikin. Ew zarokên vî gelî ne parastina xwe dayîk û xwişkên xwe dike.

Çiqas balafir bombe li me bibarîne, em terka warê xwe nakin. Çiqas êrîş bikin bila bikin, em cih û warê xwe bernadin. Ev hemû pîlanên siyasî ne dixwazin ser me bidin kirin. Hêzên me YBŞ, YJŞ û Asayîş pişt pişta me ne. Em li pişt wan in. 

Endamê Meclîsa Komelgeha Duhola Mahîr Elî: Di nava 15 rojan balafirên Tirkan li malên sivîl dan. Dixwazin xelkê Şengalê nevgerin ser cih û warên xwe. Bila Êzidî tev zanibin ku Êzidiyek tenê bimîne wê li çiyayê Şengalê bimîne. 

Divê em vegerin ser malê xwe, kes malê me cihê me ji bo me çênake. Vegera xelkê ya Şengalê wê Şengal bê avakirin. 

Armanca êrîşan tinekirina Êzidiyan e. Bi hezaran salan e hedefa dijimin vî olê ji kokê rake. Bila dijmin baş zanibin heta ruh li ser Êzidiyekê maye, ev dîn wê bimîne, em çiyayê Şengalê bernadin. 

Xelkê Şengalê û zarokê Şengalê, Şengalê birêve dibin û diparêzin. Ji bo wê nikarin siyaseta xwe li ser bikin, êrîşan li ser dikin.