Operasyonên qirkirina siyasî: Herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin

Li Dûtaxa Agiriyê û Kanîreşa Çewligê di operasyonên qirkirina siyasî de herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin.

Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê vê sibehê leşkeran avêt ser gelek malan. Leşkeran li gundê Xişokê ji bo lêgerîna kesekî 21 salî li hemû malan lêgerîn pêk anîn. Hat diyarkirin ku di serdegirtinan de gelek kes hatine destgîrkirin. 

LI DUTAXÊ HERÎ KÊM 35 KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Li navçeya Dutaxê ya Agiriyê jî leşker û polîsan avêtine ser gelek malan. Hat zanîn ku bi piraniya wan ciwan herî kêm 35 kes hatine destgîrkirin. Hat diyarkirin ku welatî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hatine destgîrkirin. Navê hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Nevzat Dag, Celalettîn Karataş, Sadik Reşat Îyî, Ahmet Oztaş, Bekîn Polat, Mehmet Ûçar, Îbrahîm Oztaş, Adem Balta, Cemîl Vûral, Celal Altûn, Kasim Yildirim, Aydin Porsuk.”